Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Newroz Bawer: PKK, ÎRAN û Şerê Qendîl Agirbesta PJAK!
Eve heyameke ku li gora medya PKK behsa şerê navbera PJAK û hêzên pastarên Komara îslamî ya Îranê tê kirin,

Her wusa behsa evê tê kirin ku agirbes ji alîyê PJAK ê ve hatîyê ragihandin û dewleta îranê jî ew pejirandî ye û rewş bi serkevtina xwe li qelem diden û bi xwe dibêjin û bi xwe dipêjin.

Hita qelemşorên wana di medya wan da analîzan dikin û bi gora dilê xwe tabloyeke rengîn dixemilînin.

Yêk ji wana analîza qelemşor Yusuf Ziyad ku li ser vê yêkê dinivîse û ANF da jî belav bûye.

Bê guman dewletên dagirkerên Kurdistanê hita duhunê bi sêqolî û çarqolê, bi armanca pelixandina tevgera azadîxwazê Kurdistanê bi hevra hevalbend û hevkar bûne. Çu caran tifaq û biraderîya xwe li ser vê armanca genîya xwe têk nedane û di dirêjîya dîrokê da wana bi tevahî ji bo fetisandina hewara Azadîxwazîya Kurdistanê her cure harîkarî bi hevra kirine. Ew biraderîya wana hita iro jî berdewam e.

Lê belê rewşa niheyê deverê û cîhanê û Kurdistanê ne wekî berê ye.

Dîwarê bendîxana dagirkeran ku çar alîyên Kurdistanê hatîbû raçandin, ji Bexdayê hilweşiya û roja Kurd li Başura Kurdistanê serhilda û beşek ji Kurdistana bindest rizgar bû.

Dor dora Baasîyên Surîyê ye û gelek nakişîne, ku ew alîyê dîwar jî hilweşe.

Bi kurtî dem demê serkevtina tevgera me Kurda ye.

Li vêderê da ez dixwazim çend xalan bi ber hizaran bêxim.

Em dibê bersîva wan pirsên xwarê bidin.

Ew bûyera PJAKê çî ye gelo?

PKK li Başurê û li Rojhelatê û Başura Rojava da dixwaze çi bike gelo?

Şerê navbera hêzên îranê û PJAK an jî PKK ê li Qendîlê çi ye?

Dema ku em bikarîbin bersîva van çend pirsana desteber bikin, emê rastîya ku hatîye veşartin bi başî bibînin.

Em ji pirsa dumahîyê destpê bikin.

Gelo ew şerê di navbera hêzên kevneperestê Bipaha Pastarên Komara Îslamîyê Îranê û PJAKê da çî ye?

Berî her tiştekê em vê bibêjin, damezrandina PJAKê û wan çalakîyên ku li jêr wî navî da tê kirin, bi armanca BERAVÊJ kirina tevgera azadîxwaze gelê me ye di Rojhelata Kurdistanê da.

Ji ber ku ev ji nîv qirnî zêdetir e gelê me bi pêşengîya Pêşeva Qazî muhemed,bi rêveberîya HDK-Îranê kar û tekoşanê dike û hita niha gelê me sê serokên navdar ,Qazî, Qasimlo, Şerefkendî û bi hizaran kadir û pêşmerge di nava berxwedana mafxwazîya gelê xwe da canê xwe fîda kirine û her niha jî ew sengerê ji alîyê rêvingên rêbaza Pêşewa Qazî, Qasimlo, Şerefkendî û bi çendî rêxistin û sazmanên welatperwer û şoreşgêr rojhelatî berdewam e.

Ew berxwedanê her evroke jî heye û bi hizaran pêşmergên rojhelatî di nava qada xebatê da ne û li hemberê rejîma axundên kevneperestê Komara Îranê da kar û xebata xwe ya pir alî didomînin.

Eger ku îro ewan şerê çekdarî wek berê bi germî nakin, her ji ber berjewendîyên giştîyê netewa Kurd e û parastina destkevtên Başura Kurdistanê ye.

Ew dikarin her roj, ne bi tinê li ser hududa belkû dikarin di nava kurahîya Rojhelata Kurdistanê da çalakêyên çekdarî bikin. HDK-Îranê, KOMELA,PAK, Xebat welatperwerên dinê yên Rojhelata kurdistanê berjevendîyên netawa Kurd berçav negirtana, dikaribûn bi dehan û bi sedan Pastaran bikujin.

PJAK li Rojhelata Kurdistanê ne li ser xêrê û bêra Kurdan e.

Armanca wana ajewegêrî ye ne vejîyandina tevgera Kurd e.

Ev jî xêr û xelatê PKKê ye ji bo gelê me li Rojhelata Kurdistanê.

Her wekû serokê hêrêma Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî li ser vê yêkê da dibêje, "PKK û PJAK rewşa me li berçav nagirin û astangîya ji mera durust dikin."

Em bêne ser bûyera agirbesta PJAK li dijî Pastarên îranê û helwêsta dewleta kevneperestê axundên Komara Îslamîyê Îranê.

Gelo ew agirbesê, ma ne berhema siyaseta hevbeşê PKK û Komara Îslamîyê îranê ye? Her weku em dizanin,heyamekê berî niha Qerayilan bêserûşun bûbû, paşê derkevte holê, deng û basên vê hebû, ku di destê îranê da bû, gelo ewan li hev kirin?

Piştî wê seneryoyê piştî 22 roja her di nişkêve agirbes hate ragihandin û PJAK serkevt û Îranê jî qebul kir, ku bi hindek şert û mercan li hev kirine !!

Tirsa min ev e ku ew rêkevtin li ser hesaba tevgera Rojhelata Kurdistanê be û ew PJAK yan jî bi navê wek TIK û TAK li Başurê û di nava axa Rojhelata Kurdistanê da li dijî kadir û pêşmergên rojhelatî çalakîyan bikin.

Ji ber ku ew jî xaleke ji wî pilanên veşartîye dewletên dagirkere Kurdistanê.

Niha PKKê li wan perçên Kurdistanê da rêxistinên xwe danîne û tû hevkarîyekê tev rêxistinên wan parçana nakin. Belkû ajewe û serêşiyê ji wana ra dirust dike.

Bê guman Kurdistan war û mal û sitara her Kurdekê ye û pawan û tapoya cu rêxistin û partîyekê nîne, lê rastîyek heye ku di her parçeyekê da îradeyeke serbîxwe û xwemalî heye û bi gora bar û doxên wî welatî xwe rêzkirine û ji bo armanca hevbeş kar û xebatê dikin.

Ya rast ev e ku dibê hurmeta mafê biryardana wana bê girtin û dest di nav kar û barê navxweyî ye wana neden. Li ser hesaba wana pêvendîyên xwe bi dewletên dagirker ra negirêdin.

Kesê ku rewşê nizanîbe we dizanin ku PKK şerê her sê dewleta dike, bi tinê serê xwe dixwaze Kurdistanê rizgar biket. Ew vir û direw e.

Derdekî wusaye PKKê nîne, Ew ji bo Bakûr mafê xweserîya (xudmuxtari) a navrok xalî dixwazin. Leyîstoka wê PJAK jî li jêr navên cor bi cor, doza gelê me li Rojhelata Kurdistanê bi şerê Qendîlê ve girêda. Li Suryê jî kar û helwêsta wana dîyar e.

PKK û hemû bal û baskên wê yên leşkerî eger ku hindî serê misqalekê berjevendîya gelê Kurdistanê û netewa kurd bercav digirin, dibê dest jî vî şerê zêrîngîryê berdin, wekû hêzên Rojhelatî, li Başurê cihgir bibin û bo her tim agirbesa xwe rabigirin û hemû giranîya xwe bidene Bakurê û di meydana legal xebata xwe ya aştîyane û ji bo careserîya kêşa Kurd tev hêzên netewî li Bakurê xebat bikin.

Aha wî demî xêr û xizmeteke mezin li Rojhelatê, li Başura Rojava û Herêma Kurdistanê dikin.

Birayên delal hevalbendên PKK û PJAK, PAJK, HGP,HRK,KCK, BDP û hwd…

Hema ji bo carekê be jî hûn destê xwe bidine ser wujdana xwe û ji xwe bipirsin. Gelo em dixwazin çi bikin? Bibûrin, pirsa wusa ji bo we ne rast e, dibê hûn bibêjin gelo serokatîya me dixwazin çi bikin? Armanc cî ye?

Em ji bo çi li jêr van navên cor bi cor govendên pirdengî digêrin?

Bi kurtî Kavra reş di nava şova reş da peyda bikin.

Bawer bikin ku Rêzdaran Mesud Barzanî, Mam Celal Telabanî, Mustefa Hicrî, Kemal Burkay, Ezîz Muhemed, Mehmud Osman û Hamîd Derwêş bi dehan kadir û serkirdên meydanî ye netewa Kurd û rêxistin û partîyên Kurdistanî ji Qereyilan û Ocalani Kurdistanî ne û dilsozê Azadîya Kurdistanê ne û hemuyan jî bawerî bi mafê çarenivîsa netewa xwe hene.

Werin wê xwîn û keda şervanên xwe di avê da bernedin.

Wek min di serî da jî got eger ku netewa Kurd rastiya vê karê ku niha PKK pê rabûye nebîne wê zîyaneke mezintir bibîne.

Loma hewce ye, bi xasima roşenbîrên Kurd bê tirs wan rastîyên xeterbar destnîşan bikin, hêzên Kurdistanî bi hevra hevxebat û piştîvan bin. Daku em bikarin PKKê ji nava wê leyîstîka xeter bikêşin û di nava refên netewa Kurd da bi hevra hevkar û bira bin.

Wî demî em dikarin Kurdistana xwe rizgar bikin.
Friday, September 09, 2011


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar