|
Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma bixakspartina diya Erdogan bû
|
8ê Cotmeha 2011’an/21:29
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî îro li bajarê Stenbolê, beşdarî merasîma bixakspartina diya serokwezîrê Tirkiyeyê Tenzîle Erdogan bû. Her yek ji Talebanî, Barzanî û Salih jî serxweşî li Erdogan kir.
Dengê Azad/Hewlêr
Piştî ku diya serokwezîrê Erdogan duhî di nexweşxaneyeke Stenbolê de di 88 saliya xwe de koça dawîn kir, Nêçîrvan Barzanî îro beşdarî merasîma binaxkirina wê bû.
Ji aliyekî din ve bi boneya koçadawîn a diyar Erdogan, her yek ji serkomarê Iraq, serokê herêmê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê serxweşî li serokwezîrê Tirkiyeyê kir.
Celal Talebanî bi rêya mesajekê serxweşî li Erdogan kir û tê de got, “ Ji perwerdegarê bilind dawakar in rehmetî bixe ber rexemeta xwe ya fireh û cihê wê li behişta xwe ya fireh veke, sebir û aram bi we bibexşe.”
Serokê herêma bi rêya têkiliyeke telefonî serxweşî li serokwezîrê Tirkiyeyê kir û serxweşiya gelê Kurdistanê gihand Erdogan û ji xwedê xwest koçadawîn a diya Erdogan, xem û nexweşiya dawîn a wî û malbat wî be.
Serokwezîrê herêmê Berhem Salih jî mesajeke serxweşiyê aresteyê Erdogan kir.
|
|
Saturday, October 08, 2011
|
|
|