ŞÊRÊN WELATÊ KURDAN (ŞWK)
Destpêk bi Navê Yezdan
Rabûne j‘bo Tolhildan
Lewra dikin Berxwedan
Her bijî ew Serhildan
Şêrên Welatê Kurdan
Rabûn li dij nemerdan
Girêdanin çek û rext
Ji bo ku bêne sertext
Ji holê radikin zext
Dane hev wan soz û bext
Li Rojavayê Başûr
Hildane milê xwe çek
Xwarin sonda Azadî
Ji bîr nekirin Qadî
Ketin rêça Şêx Seîd
Azadiyê dikin Îd
Wê azadkin Kurdistan
Ya mirin ya Kurdistan
.jpg)
Eger ku Kurdên me yên Başûrê Rojava bibin yek û neyên lîstokên neyaran, ez bawerim ku azadiya başûrê Rojava jî pir nêzîk bûye. Li vira banga min ew e ku bila hemû kurdên Rojava li van Şervanên Azadiyê kombibin û piştevaniya wan bikin! Lewma divê Kurd hewlên pir mezin bidin û ji bo azadiya xwe Yelmûma Azadiyê li herderê pêxin. Ez cardin dibêjim ku:
Roj roja: Azadî û Serhildanê ye
Roj roja: Berxwedanê ye
Wext wexta: Azadiyê ye
Xwedê alîkarê we be hûn rabin!
Van rojan şerê di navbera PKK-ê û artêşa Tirk de dijwar bûye, rejima Îranê pir bi ser PJAK-ê de diçe, li İraqê ji ber maddeya 140-î û hin meseleyêndin, navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta İraqê nexweş e. Ji bo Aştiyeke mayînde, jîyanek bê şer ya gelan pêşniyarên we çine?
Sed heyf û mixabin 'şerxwaz û rantperest' naxwazin ku vî şerê qirêj were çareserkirin û Aştiyeke mayînde wereçêkirin. Ji ber vê yekê ez bawernakim ku heya mafê gelê Kurd yê rewa neyê dayîn, mixabin şer yekalî bisekine jî Aştî çênabe. Wek tête zanîn Meclîsa Tirkiyê cardin biryara Operasyonan ji bo derveyî sînor saleke din dirêj kir, lê dewletê heya îro nêzî 30 Operasyonên mezin pêkanîbûn, ka dewletê çi encamên erênî jê wergirtin? Ji xêncî hêstirên çavê dayîkan?! Her wiha dewlet hê rojê bidehan Siyasetmedarên Kurda digirin binçavan û wan cezadikin. Bêguman eva jî: „Qirkirineke Siyasiye ku li ser Siyasetmedarên Kurda tê meşandin”. Lewma dewlet hê jî li ser gelê Kurd zilmeke mezin didomîne. Bêşik van şert û mercên sitemkar û bê edalet, hêviyên meriv ji bo Aştiyê dişkêne. Divê dewlet rind bizanibe ku pirsgirêka Kurd bi zîndankirin û kuştinê nayê çareserkirin, lê berevajî pirsgirêk mezintir û dijwartir dibe. Li aliyê din Serokwezîrê Tirk dixwaze ku dersa demokrasî û mafê mirovan bide Cîhanê! Heta li Almanyayê ji bo mafê hinek hemwelatiyên xwe gotibû: „Asîmîlasyon gunehê mirovatiyê ye”. Belê van gotinan gotinên zehf zêde rast bûn. Ez dixwazim li vir ji Erdoğan bipirsim; Mafir ko hûn ewqas demokratin û ji mafê mirovan re rêzgirtîne: „Eva çi zilma we ye ku hûn bisedan salin li ser Ziman, Wêje, Çand û Hunera Gelê Kurd dimeşînin? Hûn çima li gelê Kurd zilmê dikin û ew mafê ku Xwedê Te'ala daye Kurdan hûn binpê û înkardikin?” We çima hemû mafê gelê Kurd xesp kirî ye? Bêguman em dibînin ku dewlet naxwaze mafê jiyanê bide gelê Kurd. Wextekî behsa Aştiyê dihate kirin û hinekî hêviyên Aştiyê çêbûbûn. Lê mixabin niha dîsa hêviyên me ji bo Aştiyê şikestîne.
Lê eger ku Dewlet cardin dixwaze di warê Aştiyê de bi Kurdan re samîmî be, bêşik ji me rindtir dizane ku Mercên Aştiyê çi û çine. Mafir ko wisa ye bila dewlet ji bo Aştiyê gavên berbiçav bavêje. Da ku em jî ji bo Aştiyeke birûmet hewl bidin û ji wan re alîkar bin!...
Bêguman ji bo vê yekê pêdivî bi aqileke bêqisûr heye û divê aştî li ser hîmê rastiyê pêkwere û mafê gelê Kurd: „Di Hiqûq û Makezagona fermî û ya Nevneteweyî de were parastin û pejirandin. Lewma divê bicarekî xapandin di peymana aştiyê de tune be. Ji bo ku duyemîn: „Peymana «Lozan'ê pêkneyê» divê ji mafê gelê Kurd yê rewa jî tawîz” neyêdayîn. Her wiha: „Hemû gelê Kurd jî ji «Lozan'a duyemîn» re bibêjin na”.
Ji bo ku şer bisekine: „Divê demek zûtirîn şerê qirêj ji aliyê PKK-ê û Dewletê ve were rawestandin û pêngavên berbiçav ji bo aştiyeke birûmet û mayînde were avêtin. Li aliyê din jî Makezagoneke bidad ji nû ve were amadekirin. Da ku her kes xwe tê de wek hev bibîne. Bêguman di vir de samîmiyeta Dewleta Tirk pir girîng e”. Lewma divê Dewlet ji bo Aştiyê bi gelê Kurd re pir bidad û samîmî tevbigere. Da ku gelê Kurd jî êdî bizanibe ku dewlet bi wan re rast û samîmî ye.
Lê divê ji bo aştiyeke birûmet: „Êdî Raya Kurd û ya Tirk jî zimanê aştiyê bikarbînin, her wiha rê li fesadî û ewaniyan jî wergirin”. Ji ber ku em dizanin heya qiyametê şer nayê kirin, lewre bivênevê wê rojekê Aştî li ser hemû mirovatiyê Ferz bibe. Mafir ko wisa ye, ji bo ku êdî dayîk negirîn û tu kes neyên kuştin: „Ez ji vira baga Aştiyê li hemû aliyên Çekdar û şerxwaz dikim, ez dibêjim êdî bes e, bila tu kes li ser xwîna Zarokên feqîr û fiqareyan siyasetê nekin”.
Bêşik gelê Kurd hemû aştîxwaze û destên aştiyê ji zû de dirêjî muxatabên xwe kirî ye. Lê mixabin wan destên aştiyê hê jî li hewa maye û bersiveke erênî negirtiye! Ez dibêjim wan destên ku ji bo aştiyê hatine dirêj kirin divê Dewleta Tirk demeke zûtir wan destên qedîm bigirin. Divê rind were fêhmkirin ku gelê Kurd geştê ji kesî naxwaze, ew mafê wî yê ku hatiye xespkirin, wî mafê ku Xwedê Te'ala jê re bexişandî ye, bitenê wî mafê xwe yê Xwedê dayî dixwaze.
Bi taybetî di van salên dawîn de li Tirkiyê hindek guhertinên erênî çêbûne, lê belê vana guhertinên pir zêde hindikin û divê gelê Kurd bi tiştên wiha biçûk jî neyênxapandin! Lê ligel vê jî em dibînin ku niha roja ku bi dehan Kurdên sivîl neyên girtin ew roja Xwedê jî nîne! Divê vê zilma ku li ser Kurdên sivîl jî têkirin demek zûtir were rawestandin.
Her wiha ji bo bidawîkirina hêstirên dayîkan jî: „Divê hemû Rewşenbîr, Kesên Demokrat û mirovên pispor têkebin navbeyna PKK-ê û Dewletê. Divê ji bo Aştiyê jî muzakerekî bêalî di navbera PKK-ê û Dewletê de werekirin. Lê em jibîra nekin ku pêwîst e mafê mezlûman jî rind were parastin. Ji bo aştiyeke mayînde pêwîst e ku her kes destên xwe têke bin kevir. Lê divê her kes bidad û heqane jî tevbigere û erka xwe ya navçîtiyê biwijanî bîne cî”. Lê li aliyê din jî divê Dewlet jî di demek zûtirîn de dev ji polîtika tunebûn, bişavtin û kuştinê berbide. Girtin û bombebarankirinên xwe jî bidawî bike, heta efûyeke gelemperî jî derbixîne. Her wiha divê guftûgo yên mayînde di navbera Dewlet û Siyasetmedarên Kurdan de berdewam bikin. Jixwe niha Hikûmeta Tirkiyê wayê behsa Makezagoneke nû dike. Lê mixabin em hê nizanin ku gelo wê Azadiya Gelê Kurd di vê Makezagonê de were parastin an jî na. Lê eger ku Azadiya me Kurdan di wê Makezagonê de hebe, divê Kurd jî ji bo çareseriyê alîkar bin. Li gor baweriya min encax pirsgirêka Kurd li ser van hîmên bingehîn tê çareserkirin û aştî jî pêktê. Lewma divê muxatabên Kurda rind bizanibin ku tu wextê bi dek û dolaban aştî çênabe. Jixwe aştiya ku bi dek û dolaban were çêkirin jî ew tu wextê nabe aştiyeke mayînde û rewa. Ji bo wî bila qe kes xwe nexapîne.
Wek tête zanîn: „PKK-ê heya roja îroyîn pir caran ji bo Aştiyê Agirbetsa Yekalî çêkir”. Lê mixabin bersiv bi şer hatedayîn! Helbet xerabkirin pir hêsan e, lê belê çêkirin jî gelek zor e.
Lê divê tiştên ku ji bo Aştiyê ji PKK-ê jî tên xwestin, bila cardin di qada aştiyê de amade be û bi kesên navçîtiyê re muzakerekî rind bike. Lê ez dixwazim careke din gelê Kurd li vir hişyar bikim: „Eger ku gelê Kurd îcar jî wek Peymana Lozan'ê xeta bike, heya ku gerdûn avabe êdî nikare xwe efûbike an jî bide efûkirin”. Lewma eva şansê Kurda yê herî dawîn e. Divê Gelê Kurd vê fersenda ku Xwedê daye îcar pir rind bikarbîne. Eger ku Kurd naxwazin ji holê werin rakirin. Divê di cî de: „Yekîtiya xwe çêbikin” her wiha ji bo mafê jiyanê hebûna xwe biparêzin.
Her wiha rexneyeke mina din jî heye li PKK-ê: „Ez hêvîdar im ku êdî PKK jî ziyanê nede kesên sivîl û êdî sivîlan nekuje”. Li aliyê din jî divê gelê Kurd tu wextê ji doza xwe ya ji sedî sed mafdar nekebe neheqiyan jî! Eger ku ez ne xeletbim. Hz. 'Elî (s.X.l) wiha keremkiriye: „Hezar carî li we zilm were kirin, lê hûn yek carekî nebin zalim”. Ji ber ku zilm gunehekî kebaîr e û ziyanê dide doza meriv ya rewa. Helbet divê gelê Kurd xwe ji tunebûnê rind biparêze, bes bitenê bila nekebe neheqiyan. Ji ber ku neheqî rûn di nanê zaliman dide û bi kêrî doza Kurdî jî nayê.
PJAK û Îran: „Ez bixwe Şerxwaz nînim, lê berevajî Aştîxwazim”. Li gor hinek çavkaniyan dibêjin: „Îranê ji bo Aştiyê daxwazên PJAK-ê pejirandiye. Eger ku rast be, pir baş e ku Aştiyeke mayînde çebibe. Lê divê PJAK li ser maseyê bi taybetî mafê Kurdên Rojhelat pir rind muzakere bike, da ku wek salên berê dîsa neyên xapandin. Eger ku Aştî çêdibe, divê tu astengî li pêşiya mafê gelê Kurd nemînin. Ango mafê gelê Kurd jî wek yê Fars, Tirk û Ereban bêsînor serbest be û êdî tu astengî li pêşiya gelê Kurd nemînin.
Başûrê Kurdistan: Bêguman gelek hêviyên me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hene. Ji bo Madeya 140-î: „Divê Hikûmeta herêma Kurdistan bicarekî tawîzê nede, ji ber ku Kerkûk parçeyekî ji xaka Kurdistanê ye. Wek tête zanîn, Nemir M. Mistefa Barzanî gotî ye: „Kerkûk Dilê Kurdistan e”. Lewra ez jî dibêjim mafir ko wisaye: „Kurdistan bê dil najî”. Her wiha em dixwazin ku Hikûmeta herêma Kurdistan ji bo hersî parçeyên welat ên din jî alîkar be! Bêguman em dibînin ku zalimên dexes dîsa dixwazin wek salên borî fesadiyê têxin navbeyna Kurdan. Lewre divê Hikûmata herêma Kurdistan neyê lîstokên kedxwaran jî. Lê rastiyeke din heye ew jî ev e. Pêşiyên me gotine: „Dijminê bava, nabin dostê lawa”. Ji vê gotinê jî rind tête fêhmkirin ku divê gelê Kurd tu wextê pişta xwe bi zalim û neyaran girênede! Li gorî baweriya min peyva bi navê biratiya gelan jî peyvekî pûç e. Lê divê meriv rind bizanibe ku bitenê dostanîya gelan li ser hîmê berjewendiya Gelan tête avakirin, ew jî ne ku ji bo berjewendiya şexsan. Ji bo vê yekê divê em Kurd êdî xwe bi peyva biratiyê jî nexapînin!...
Ez li vira dibêjim eger ku em yekbin: „Serxwebûn û Azadiya me pir nêze”. Lewre: „Mirov bitenê ne tişt e, lê bi hevra hertişt e”.
Dijminê bava, nabin dostê lawa, mezinên me xweş gotine eşhedû bîllah, baş e Mamoste ji bo Azadiya Kurdan çi pêşniyarên we hene?
Kekê ez Yekemîn 'Yekîtiya Gelê Kurd pêşniyar dikim'. Ji ber ku muxatabgirtin, hêz û rûmet hersî jî di yekîtiyê de ne. Her wiha hezkirin û îtifaqeke mayînde jî zehf zêde pêwîst e ji bo me Kurdan. Bêguman ez azadiya gelê Kurd di xwendin û siyaseteke rast de dibînim. Divê gelê Kurd êdî ji kesîra nebe maşe, bixwe bawer be û bikaribe bi qeweta xwe li ser piyên xwe bimîne. Lê mafê tu kesî jî tune ku di sed sala bîst û yekê de êdî gelê Kurd bixapîne! Lewre divê hemû Kurd careke din siyaseta xwe diberçavan re derbasbikin û bi hevra siyaseteke yekgirtî bimeşînin! Bêguman eva ji bo azadiya me pir girîng e.
We di portreya xwe de jî anîye zimên ku we ji bo Zimanê Kurdî xwe bi xwe, xwe perwerdekiriye û tu niha xebateke girîng di Malpera xwe de li ser Wêje, Çand û Hunera Kurdî dimeşînî. Elhemdûlîllah we xwe gihandiye sevîyeya Şairî û Rewşenbîrî yê. Ji ber vê keda girîng ez we pîroz dikim û ji bo xwe mînak dibînim. Ji bo ku Kurd Zimanê xwe hînbibin û bi taybetî pêş de bibin, hûn çi pêşnîyarî kes û tevgerên Kurd yên Misilman û bi giştî jî hemû Kurdan dikin?
Belê Hemd û Sena ji Xweda yê Min ra, Selat û silav ji Pêxemberê wî ra: Kekê ez pir spas dikim ji bo van pirsên we yên hêja. Wek tête zanîn hûn jî rind dizanin ku Ziman, Wêje, Çand û Hunera me li ber têkçûyînê ye û bi mîlyonan Kurd jî sed heyf û mixabin îro dejenere bûne, lewma vê keserê her roj sed carî dilê min dax dikir û wek xencerekî tûj dibirî. Ji ber vê keserê ye ku min Malpera Hata! Köprü başvurusu geçerli değil. damezirand û heya îro min herî hindik 10 kes jî bixwe ra hînî nivîsandana zimanê Kurdî kir. Lewra ez ji serê xwe tawîzê bidim ji rûmeta xwe nikarim tawîzê bidim. Hewldanên min hemû ji bo parastina Wêje, Ziman, Çand, Huner û hebûna Kurdî ye. Bi taybetî kesên ku Helbestên min ên Ramyarî bixwînin, ewê pir rind fêhm bikin ku armanca min bitenê Aştî, Azadî û Serxwebûna welatê me ye.
Her wiha ez di Helbestên xwe de civakê jî hişyar dikim, lê rexneyan dikim, carna didim kenandin carna jî didim girîn. Ji bo ku em Kurd ji vê xewa xefletê hişyar bin û êdî di sed sala bîst û yekê de ji bêrûmetiya bindestiyê xwe azad bikin da ku em jî bikaribin ku li ser xaka bav û kalên xwe bibin Netewekî payedar û bi Ziman, Wêje, Çand û Hunera xwe serbilind bijîn. Da ku êdî Zarokên me jî bikaribin bi Zimanê Dayîka xwe stranên kurdî bistirên û bi xeyalên xwe xewnên kurdî bibînin. Pir fediye ji me ra ku em hê jî wek hêsîrin, navê me di nav gelê cîhanê de nayê xwendin! Lewra wijdana min tu wextê nahêle ku ez di ciyê xwe de rihet razêm. Bêşik hemû hişyarî û hewldanên min ji bo rûmet û hebûna me û welatê me ye. Lê sed heyf û mixabin Kurd heya roja îroyîn li ser navê biratiyê hatine xapandin! Ez dibêjim fediye ji me ra, biratiya: „Bi pest û zilm, zîndankirî, Ziman û hertişt Qedexekirî, Welat talankirî, gelo xwediyê wijdan çawa dikarin bipejirînin?! Divê êdî Kurd vî kurkê bixîretiyê ji ser serê xwe bavêjin û ji bo rûmet û hebûna xwe bi awayeke Demokratîk û Aştiyane têbikoşin û li Zimanê xwe xwedî derbikevin!...
Lewma Pêxemberê me (s.X.l) wiha keremkirî ye: „Bêxîret La Omet”. Gotiye Kesên bêxîret ji me nîne.
Lê hinek misilmanên me yên Kurd ên ku hîna jî behsa biratiya me û kedxwaran dikin, gelo ew ne muxatabê vê Hedîsa Pêxember in?!... Kemalîstên Kurda jî pişta xwe dane kemalîstan û mixabin hê jî xwe bi biratiyê dixapînin! Bêguman: „Maf nayê dayîn, lê tê standin”. Eger ku em dawa mafê xwe yê ku „Xwedê Te'ala ji me re Bexişandî” nekin! Divê em pir rind bizanibin ku ew mafê ku bi dek û dolaban ango bi pest û sitemê ji me hatiye sitandin, kedxwarên dexes jê yek «xîçek» jî nadin me! Ji ber ku mixabin ew «dad, wijdan û tirsa Xwedê» di dilê muxatabên me de tune ye. Jixwe eger heba, bêguman mafê me xespnedikirin. Heya roja îroyîn bi hezaran sozên vala dane Kurdan, lê van sozên vala ji xêncî xapadinê tu rastiyekî tê de tunebû!... Li vira dîsa banga min ev e ji bo gelê Kurd: „Eger ku em naxwazin wek hinek netewan ji nav pelên dîrokê wenda bin, divê em li Welatê xwe xwedî derbikevin û hebûna xwe û Zimanê xwe biparêzin.
Lewma ez dibêjim bila Kurdên meyên ku îro ji axaftin û nivîsandina Zimanê dayîka xwe mehrûm mane, bila hinek kesên wek min hewldane ji xwe ra bikin mînak bes e. Her wiha ez dibêm biqasî ku Gelê Kurd serê xwe bi zimanê xelkê ra hêşandî ye, bila bi qasî çaryekek jê serê xwe bi Zimanê dayîka xwe ra jî bihêşînin. Tu bawerbike wê hemû wek min û te bikaribin Kurdî biaxivin, bixwînin û binivsînin! Lewma Zimanê Dayîka me ya stûxwar pir şêrîn e û bê vî Zimanê şîrîn jiyan nabe! Ji ber ku hebûna me di Zimanê me de ye. Bêşik Zimanê me rûmeta me ye. Divê em lê xwedî derbikevin.
Wek têzanîn hûn li derveyê welat, di nav Kurdên Diyaspora Ewrûpayê de dijîn, gelo têkilîyên Kurda ligel Cînahê xurtin an jî na?
Sed heyf û mixabin têkiliyên Kurda ligel cîhanê pir lewazin. Birastî pêdiviya me Kurda bi têkiliyên pir baş hene ku em rind pirsgirêka xwe bi cîhanê bidin nasîn û bi wan re dayîn û standineke baş pêkbînin. Divê em rind bizanibim ku heta Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO, Ewropa, Rûsya, Çîn û bi taybetî jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) me nenasin û piştgiriya me nekin, li gor baweriya min em nikarin li serpiyê xwe bimînin û bigêjin azadiya xwe ya mezin. Mixabin tecrûbeyên borî vê yekê bime dide xuyakirin. Ji ber vê çendê ye ku divê em 'binesaziya xwe jî rind çêbikin û tikêliyên xwe jî xurt bikin'.
Tevgera Kurd ya Sîyasî li Bakur bi pêşengiya PKK-ê belav bû Welat û Cîhanê, lê rexneyên wek zêde vekirî nebûn, li dijî rexneyan girtîbûn hene. Gelo civata bê rexne û pêşniyar, gengaze ku pêş de here an jî bi serbikeve?
Welahî welahî, sedemên bindestiya me yek jî jê civaka me bi taybetî nikare ku rexneyan bihemilîne an jî bipejirîne. Mixabin civak bi tevî hemû kêmasiyên xwe jî, xwe pir rind diecibîne! Jixwe xeletî û felaketa herî mezin jî ev e ji bo me Kurdan. Lewma ku em nikarin xwe bigînin serkeftina herî mezin û azadiya xwe. Ji me wetrî dema ku yek me rexne bike em pê biçûk dibin! Lê mixabin em nizanin ku rexne û pêşniyar ji bo pêşdeçûyîn û serkeftinê ji me ra pir girînge! Divê em demeke zûtirîn dev ji van fikrên çeltoxwarî berdin û ji rexne û pêşniyaran fêrekî erênî derxin, ne ku kîn û nefretê!... Gelo bêrexneyan kesên ku xeletiyan dikin, ka ewê çawa xeletiyên xwe bibînin. Li gor baweriya min heya ku meriv bixwe xeletiyên xwe bibîne, wê pir bibe dereng û masî ji destê meriva bifilete. Lê dema ku masî jî ji destên meriva bifilite, mixabin êdî girtina wî jî gengaz nîne. Lewma divê mirov ji rexneyan re vekirî be û xwe bi xwe, xwe neecibîne!
Di dawiyê de ez dixwazim vê pirsiyarê ji te bikim, wek tê zanîn Tu jî Şaîr-Dengbêjekî Kurdî, Tu dixwazî li ser rewşa Şaîr-Dengbêjiyê û Çand û Hunera Kurdî ji me ra çibibêje?
Kekê divê em Dengbêjan nekin qurbana siyaseta xwe ya şaş! Ji ber ku Dengbêj xebateke bêmîsal dimeşînin û xizmeta Ziman, Wêje, Çand û Hunera Kurdî dikin. Lewma Dengbêj an jî Hozan û Hunermendên ku bitenê xizmeta Çand û Hunera me dikin, divê em riya wan nexitimînin! Eger ku ew jî bikaribin bi azadî Hunera xwe pêşkêşî me bikin. Heya pêwîst e ku em ji wan re alîkariyê jî bikin. Lê bes bitenê bila ew jî li ser rûmeta xwe bisekinin û nekebin îxanetê û li ba zilmê ciyê xwe negirin. Bêşik ji bo pêşketina Hunerê divê hemî Dengbêj, Hozan û Hunermend serbixwe bin. Li gor baweriya min kesên ku serbixwe nebin ew nikarin xizmeteke mayînde bikin. Mîrasê mamoste Evdalê Zeynikê wextekî wek peykerê zêrîn giranbiha bû. Lê sed heyf û mixabin bi taybetî îro kirine rewşeke pir xerab û xetere! Pêwîst e ku em: „Vî Mîrasê ku Dengbêjan ji dîroka 6 hezar sal berê de bi fîdakariyên mezin ji me ra anîne heya vir, wek gewherekî biparêzin û mîna sêvên xelatê di paxila xwe de xwedî bikin, da ku ji holê neyê rakirin”.
Kekê hêja tu ji min bawerbike ku ligel hemî kêmasî û serkeftinên me, Azadî li benda me ye, lê bes bitenê eger ku em ji bo azadiya xwe hewlên mezin bidin! Ez dixwazim ku di dawiyê de bibêjim mitleq gelê Kurd di demeke nêzîk de xwe digîne Azadiya xwe, ji ber ku di doza xwe de ji sedî sed mafdar e. Bêguman divê gelê kurd heya dawiyê di daxwaza Aştiyê de bi îsrar be û bê edaletiyê nepejirîne, lê bê edalet jî tevnegere. Lewra mezina gotine: „Çira zilmê heta sibê naşixule”. Ez dibêjim bijî Aştiyeke mayînde, bijî biratî û yekîtiya gelê Kurd, bijî azadî”. Her wiha bimre koletî!...
Mamoste ji bo ku we dema xwe ya hêja ji me re veqetand; Em gelekî spasiya we dikin. Her wiha ji bo ked û fîdakariya ku hûn ji bo Miletê Kurd jî dikin, Xwedê Teala ji we razî be înşelah...
Kekê hêja ez jî pir spasiya we dikim û her dem ji bo xizmeteke birûmet amademe. Tu her hebî birayê ezîz, Xwedê ji me hemûyan razîbe. Ez jî ji we ra serkeftinê dixwazim.
Almanya, 08.10.2011
UFKUMUZ.NET - Evdirehîm.O.AZAD