|
Keskîn: “Herkes perwerdehiya kurdî ji bo yê din dixwaze ne ku bo xwe”
|
3ê Mijdara 2011’an/11:00
Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn ragihand ku hesesiyeteke kurdan ji bo ziman çêbûye, lê ne bes e û got, “ Tu ji kê bipirsî, perwerdehiya kurdî dixwaze, lê ne ji bo xwe, ji bo ê din. Ê din kî ye ne diyar e. Kurdî bê muxatab e.”
Dengê Azad/Hewlêr
Keskin diyar dike ku li Tirkiyeyê rewşa zimanê kurdî ji gelek çaxan baştir e û dibêje, “Eger ji bo sed salên dawîn em bifikirin, kurdî di dema xwe ya zêrîn de ye. Diyarbekir, Wan bi giştî bajarên Kurdistanê tu caran ewqas “baş” nebûbûn.”
Fermûn hevpeyvîna AKnewsê ya digel Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn ya derbarê rewşa weşanxaneyên kurdî û zimanê kurdî li Tirkiyeyê de.
Tu dikarî bi kurtî bi amaran (statîstîk) behsa rewşa dawîn Weşanxaneya Avestayê bikî? Zêdetir kitêbên di çi warî de tên xwendin?
Avesta heta vêga teqrîben di 15 salan de nêzîkî 400 kitêbî çap kiriye. Em îsal gihîştin milyonekê, hemû tîraja giştî tev de milyonek dike. Rêjeya kurdî dor %30 re ye. Bi zimanê tirkî herî zêde lêkolînên dîrokî, sosyal bi taybetî lêkolînên li ser civaka kurd ên akademîk û meseleyên aktuel tên xwendin. Bi kurdî jî bêhtir klasîkên kurdî û edebiyata kurdî elaqe dibîne.
Gelek kes li wê çendê mukir tên ku niha li bakûr weşanxaneya herî mezin û biserketî Avesta ye. Cudahiyên we ji weşanxaneyên din çi ne?
Ez zêde hez nakim li ser vê meseleyê bipeyivim. Tevî hemû kêmasiyan herkes li gor xwe ‘xizmet’ekê dike. Bo wê jî qîmet didim karê weşanxaneyên din. Bo me dîtina derve, a kesên din û taybetî xwendevanan giring e. Ji ber ku weşanxane bi xwendevanan weşanxane ye. Em ji bo Avesta bi rehetî dikarin bêjin ku bi xwendevanên xwe bûye weşanxane û li ser piyan maye. Peymanek entelektuelî û exlaqî di navbera xwendevan û weşanxanê de heye. Me heta niha ji vê peymana ne nivîskî tavîz nedaye û emê nedin. Û bi qasî ku dibînim ev ne tenê fantaziyek entelektuelî ye, tevî hemû zehmetî û nakokiyan di civaka kurd de jî, kesên ku qîmeta gotinê dizanin ne kêm in.
Wek Weşanxaneya Avesta, kitêbên ku hûn ji zimanên din werdigerînin, ji sedî çendê kitêbên we pêk tinin û rêjeya kitêbên we yên kurdî û tirkî çiqas e?
Heta niha me ji 15 zimanan kitêb wergerandiye. Min ne jimartiye lê bawer im kitêbên werger û telîf nîvî bi nîvî ne. Jimara kitêbên kurdî û tirkî jî nêzîkî hev e, dibe ku tirkî ji %4-5 ji kurdî zêdetir be. Çiqas diçe jimara kitêbên me yên kurdî zêdetir dibe. Lê ev yek xwe di tîrajê de nîşan nade. Jimara kitêbên herdu zimanan nêzîkî hev e, lê di tîrajê de kurdî ne 45-50, dor %30 e. Kitêbên me yên kurdî bêhtir kitêbên telîf in, li gor tirkî werger kêmtir in. Bawer im rêjeya wergerê ji %20 zêdetir nîne.
Herçend pirseke kilîşe ye jî, bi giştî niha rewşa weşanxaneyên kurdî li Tirkiyeyê çawa ye? Kêşeyên ku dûçarî weşanxaneyên kurdî dibin çi ne?
Weşanxaneyên kurdî, mixabin hê jî bi zimanekî ku “nayê zanîn”, “nizanin çi ye”, “nizanin lê texmîn dikin ku kurdî ye”, “kurdiya min baş nîne” weşanê dikin. Ji van her çar tarîfên demên dawî her sêyên pêşî ên mahkemeyan, a dawî jî a kurdan e. Mixabin kurdî hê jî zimaneke ku li mahkemeyan dibê sebebê cezadayînê (mînaka dawî Selîm Sadak û doza KCK), axaftina kurdî dibê sebeba ku li sere çiyayekî te û hevalê te ji otobûsê bavêjin derve. (mînaka dawî Metro Turizm.)
Rewşa kurdî parçeyek ji rewşa kurdan a giştî ye… Pêşî gerek e ev rewş normalîze bibe, sînorên tehemulê derbas neke… Ji ber van meseleyan em nikarin bi awayekî normal behsa problem û karê weşanxaneyan bikin. Kitêbên kurdî baş belav nabin, kitêbfiroş wan zêde nîşan nadin, kitêbxane nakirin, xwendevanên ku vî zimanî li dibistanê hîn bûne nînin… Tu dikarî lîsteyê gelekî dirêj bikî. Ev hemû meseleyên siyasî ne ku tenê weşanxane nikarin çareser bikin. Di atmosferek wisa de hebûna weşanxaneyan bi xwe serkeftinek e.
Lê ku ev rewş biguhere her tişt cibîcî dibe? Ne bawer im… Dibe ku esas mesele wî çaxî dest pê bike.
Nivîskar Azad Zal, maweyek berê nivîseke bi navê “Çima Yekîtiya Weşangerên Kurd Ava Nabe?” nivîsand, pirsiva te bo vê pirsê çiye? Te jî berê gotibû “Pirsgirêka bingehîna me weşanxaneyan ew e ku em nebûne sektor”, rewşa niha çawa ye?
Ev munaqeşe bi min hinekî fantezî ne. Şert û bingeh tune ku yekîtiyek wisa çêbibe. Ji ber ku ev munaqeşe bi encam bibin, tevî ku baweriya min jî pê tunebû, em sekinîn; nebûn endamê Yekîtiya Weşangerên Tirkiye. Dibe ku ne endam tenê em mabin. Ji bo hin meseleyên burokratîk endamtiya YWT karê weşanxaneyan hêsan dike. Em van rojên pêşiya me dibin endamê YWT.
Te di hevpeyvîneke xwe ya 2003an de gotibû “zarok zêde kitêbên kurdî naxwînin, eger zarok kitêb nexwînin, paşeroja kurdî nabe”. Weşanxaneya Avestayê, bi navê Hêlîn weşanxaneyeke ku tenê kitêbên zarokan bi kurdî diweşîne, ava kiriye. Gelo hûn di vî karî de bi ser ketin û li bakur rewşa weşanên zarokan çawa ye?
Li gor wî çaxî rewş piçek baştir e lê guhertin mezin jî çênebûye. Hêlîn 2009an dest bi weşanê kir, di destpêkê de deh kitêb çap kirin. Şert destûr nadin ku meriv xebateke sîstematîk bimeşîne. Lê dîsa jî emê weşana kitêbên zarokan bidomînin.
Gelo têkiliyên we û weşanxaneyên din digel weşanxaneyên herêma Kurdistanê heye? We heta niha ji zaravayên din yên kurdî çend kitêb wergerandiye ser kurmancî?
Mixabin pêwendiyên me tune ne. Ji bo pirek kulturî di navbera Bakur û Başûr de çêbibe, me gelekî hewl da, lê em bi ser neketin. Weşanxane û bi awayekî giştî dezgayên kulturî ên Başûr, zêde girîngî bi vê meselê nadin. Wisa dixuye ku pêwendiyên di astek gelek nizm de û bê encam ên bi derdorek tirk re bêhtir heyecanê dide entelijensiya kurd.
Me heta niha dor 20 kitêban ji soranî kiriye kurmancî. Vêga em gelekî zêdetir dikin. Îsal me 3 berhemên Şêrzad hesen çap kirin. Vêga di dorê de Bextiyar Elî, Ata Nihayî û Ferhad Pîrbal hene.
Kek Abdullah te di sala 1996an de di daxuyaniyeke xwe ya bo rojnameya Azadiya Welat de gotibû "Em dixwazin kurdan bi kurdî asîmîle bikin. Vêga kurd ne kurd in li gorî min. Çunkî îro tu ferqa gundiyekî tirk ê ji Çorumê û kurdekî ji Kurdistanê nîne. Kurdan bi her awayî xwestine xwe bişibînin tirkan. Lê belê ev tu car nemumkun e.” Gelo hûn gihiştin armanca xwe an na?
Hassasiyetek kurdan ji bo ziman çêbûye, lê ne bes e. Zimanê kurdî xeta sor a hemû kurdan e. Tu ji kê bipirsî, perwerdehiya kurdî dixwaze, lê ne ji bo xwe, ji bo ê din. Ê din kî ye ne diyar e. Kurdî bê muxatab e. Kurd, ligel siyasetên dewletan ên derbarê zimanê kurdî de, gerek e xwe jî muhasebe bikin.
Wek pirsa dawîn, niha li bakur rewşa zimanê kurdî çawa ye? Em dikarin bêjin li Tirkiyeyê bi televîzyon û weşanên kurdî kurmanciyeke standard çêbûye û herkes îtîrafê pê dike, pê dinivîsîne û diaxive?
Rewşa ziman ji gelek çaxan baştir e. Eger ji bo sed salên dawîn em bifikirin, kurdî di dema xwe ya zêrîn de ye. Diyarbekir, Wan bi giştî bajarên Kurdistanê tu caran ewqas “baş” nebûbûn. Gotineke Randall heye, tevî rewşa siyasî em dikarin adapteyî ware kulturî jî bikin; dibê, “kurd riyeke gelekî dûdirêj meşiyan, lê riya li ber wan, ji yak u berê meşiyane gelekî dirêjtir e.” Di 20 salên dawî de gelek tişt bûn, lê hê ji me re gelek maye.
Tevî wasitayên di destê kurdan de gelekî kêm in jî, di mesela zimên de serkeftinek berbiçav pêk hat. Bi giştî zimanê nivîskî pir nêzîkî hev bû. Cudahiyên ku sergêjiyek mezin ji xwendevanan re çêdikirin, kêm bûne. Xebatên baş dibin, a girîng ku ev tiştên dibin bêhtir bikevin nav jiyana rojane de.
PORTRE-ABDULLLAH KESKIN
1967, Nisêbîn. Xwendina destpêkê li Nisêbînê. 1986an li Unîversîteya Anqerê dest bi xwendina beşa Turkolojiyê kir. Hîn wek xwendekarê unîversîtê dest bi karê rojnamegerî û weşangeriyê kir. Destpêka 1992an ji bo rojnamegeriya kurdî li Stembolê bi cî bû, di destpêkê de berpirsiyarê giştî yê Welat bû. Di 93yan de li Özgür Gündem edîtoriya rûpelê "kultur-huner" û "Medya" kir. Di 96an de tevî Rûken Bağdu Keskin û Songül Duraker Avesta ava kir. Avesta heta niha dor 400 kitêbî çap kiriye. Nêzîkî 20 pirtûkên wê hatin qedexekirin. Gelek cezayê heps û pere wergirtin. Abdullah Keskin, xelata Navnetewî 2005 a Azadiya Weşanê a Jery Laber ku Yekîtiya Weşangerên Amerîka bi PENa Navnetewî re dide wergirt.
Hevpeyvîn: Halloci Larê
(AKnews)
|
|
Thursday, November 03, 2011
|
|
|