Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Seyrana Kurdî
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Mesûd Tek; “Hikûmeta Tirk dive ji bo diyalogê gavên lezgîn bavêje”
1ê Kanûn a 2011/17:50

Navenda Nûçeyan
Peyamnerê Aknewsê Maşallah Dekak, hevpeyvînek bi Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek re pêkanî. Mesûd Tek di hevpeyvînê de bal kişand ku hikûmeta Tirkiyeyê hêj siyaseta xwe ya li hemberî kurdan neguhertiye û ji bo diyalog û aştiyê xwest hikûmeta Tirk gavên lezgîn bavêje. Tek, ji partiyên kurdan jî xwest ji bo aştiyê zimanekî nerm bi kar bînin.

Maşallah Dekak/AKNEWS

Sekreterê Giştî yê PSK’ê Mesud Tek, bal kişand ku hikûmeta Tirkiyeyê hêj siyaseta xwe ya li hemberî kurdan neguhertiye û ji bo diyalog û aştiyê xwest hikûmeta Tirk gavên lezgîn bavêje. Tek, ji partiyên kurdan jî xwest ji bo aştiyê zimanekî nerm bi kar bînin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesud Tek, derbarê pêvajoya dawî ya li Tirkiyeyê, PKK, hikûmeta AK Partiyê û fikrên cuda yên di navbera xwe û Kemal Burkay de ji Aknews’ê re axivî.

PSK rewşa niha ya li Tirkiyeyê çawa dinirxîne?

Li Tirkiyeyê aloziyeke mezin a siyasî heye. Diyar e ev alozî berhema pêvajoyeke dûr û dirêj e. Sedema eslî siyaseta rejîma dagirkeriya dewleta tirk e. Bêçaresermayinî kêşeya kurd e. Helbet gelek kêşeyên din jî hene. Lê kêşeya sereke kêşeya kurd e. Kêşeya kurd jî bandora xwe datîne ser kêşeyên din ên li Tirkiyeyê.

Siyaseta dewleta kurd a derheqê kurdan de hinek şîlo dixuye. Hûn jî di vê baweriyê de ne?

Nexêr. Siyaseta dewleta tirk a derbarê kurdan de zelal e. Mirov dikare bêje di navbera siyaseta niha û ya berê de tenê ferq heye. Siyaseta berê li ser înkarkirin, asîmîlasyon û tunekirina kurdan hatibû avakirin.
Ev siyaset ji bo netewe, ayîn û mesebên din jî derbas dibû. Wexta ku mesele tê ser maf û azadiyên kurd, dewlet dixwxaze tenê bi nasandina mafên takekesî vê kêşeyê çareser bike. Recep Tayîp Erdogan gelek caran gotiye, tiştekî bi navê “kêşeya kurd nemaye û tenê kêşeya şexsî ya kurdan heye”. Ev ne rast e. Di nava sînorên Tirkiyeyê de 20-25 milyon kurd dijîn û kêşeya kurd heye. Heta ku mafên bingehîn ên sereke neyên nasandin, ev kêşe jî dê her berdewam bibe.

Ev mafên bingehîn û sereke çi ne?

Mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî ye. Mafê nasandina damezrandina partî û dezgehên kurdî ye û divê ev yek li ser nasnameya xwe bê avakirin. Rakirina hemû astengî, zilm û zordariya li ser çand û kultura kurdî ye. Vegera gundan a kurdên ku di dema şer de hatine koçberkirin e. Tenzîmkirina zirarê wan, çêkirina gundên ku hatine xirakirin, nehiştina sîstema caştiyê, nehiştina saziyên weke JÎTEM û yên din ên milîtarîst. Ev hemû daxwazên kurdan e û divê bê bicihkirin. Ev ne daxwazên şexsî ne, daxwazên miletek
in, daxwazên neteweyek in. Heta ku ev tişt neyên cîbicîkirinê, kêşeya kurd çareser nabe.

Hikûmeta Tirk dibêje “êdî kurd nayên înkarkirin û polîtîkaya asîmîlasyonê nayê meşandin”. Tu jî wisa difikirî?

Ev stratejiya hikûmeta AK Partiyê ye. Li gorî bîr û baweriya min, ev tiştên ku hin kes pêbawer e, hikûmeteke şoreşger nîn e. Eger tu hêviyeke mezin bi AK Partiyê ve girê bidî û hikûmet vê cîbicî neke, ev dibe şikestina xeyalan. Divê em bizanibin ku sînorê AK Partiyê heta ku derê ye, dikare heta ku derê ji bo çareseriya kêşeya kurd gavan bavêje. Divê em vê baş bizanibin. Rabirdûya xebata demokrasiyê li AK Partiyê nîn e. AK Partî vê gavê dixwaze tenê bi naskirina hin mafên seretayî kêşeya kurd çareser bike.

Divê li hemberî vê yekê kurd çi bikin?

AK Partî em bibêjin du mafên me daye. Divê em van du heb mafên ku daye bistînin û ji bo heştên mayî jî kar û xebatên xwe bidomînin. Ev gavên ku AKP ji bo çareserkirina kêşeya kurd davêje em piştgirî bidinê lê divê em ji hikûmetê bixwazin ku gavên din jî bavêje. Lê ger hikûmet gavên din jî navêje, wê çaxê divê em li dijî siyaseta hikûmetê derkevin û jê re muxalefet bikin. Bi baweriya min siyaseta kurd a “yan hezar yan jî hîç” ji bo kurdan zerar e.

Binçavkirin û girtina siyasetmedarên kurd a di nava siyaseta legal de, gelo peyama “hûn çima naçin çiyê nîn e”?

Belê ev tê wê maneyê. Berê tirkan xebata siyaset, ferhengî, komelgeh û civakî qedexe kiribûn. Tenê riyek vekirî hiştibû, ev jî riya çiyê bû. Wan nedikarî pêşî li riya çiyê bigrin. Tirkan ev siyaset meşand. Lê divê em kurd çi bikin? Deriyê ku dewlet ji me re hiştiye em di vî deriyî re biçin, yan deriyên nû biafirînin? Ez bawer im divê em deriyê duyan biafirînin. Êdî xebata çekdarî û şerê gerîlayî, tu qezancek nade kurdan. Ez bawer dikim zirarê dide. Pêşiya xebata legal a kurdan dibe asteng. Helbest asteng tenê ev nîn e. Dewlet jî bi sedan astengî li pêşiya xebata legal derdixe. Lê belê şerê çekdarî û çalakiyên gerîla jî dibin astengî û hincet. Xebatên çekdarî di pêşiya diyaloga di navbera PKK’ê û dewletê de jî dibe asteng. Di rojname û medyaya tirkan de jî derket, KCK û MÎT ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hevdîtin kirine. Abdullah Ocalan dibêje em gihiştine wê noqteyê ku mezintirin peymanê îmze bikin. Bi aşkera radigihîne ku êdî wexta şoreşa gelî nemaye. Di vê heyamê de PKK dest bi çalakiyên çekdarî dike. Ev jî tê wê maneyê ku hêviya ji bo çareserkirina kêşeya kurd a bi riyên diyalog û aştiyê nemaye û şikestiye.

Di nava şer de jî hikûmetê bi rêveberên PKK’ê re hevdîtin pêk aniye. Li gorî baweriya we hevdîtin hê jî dewam dikin?

Vêga dike nake nizanim. Ev tiştên ku tu behs dikî jî xebata şerê teblîgatê, propagandayê ye. Şerê medyayê ye. Di pirtirîn merhaleya şer de jî ev hevdîtin çêbûne. Divê ev peywendî hebin jî. Ev ne xirab e. Divê her hebin. Wexta ku em dibêjin êdî ev kêşe bi şer, tundiyê çareser nabe, divê deriyê me her tim ji bo diyalog û guftûgoyê vekirî bin. Lê di demeke ku hêviyên diyalogê û çareseriyê xurt bûne de, di demeke ku Ocalan behsa peymaneke mezin dike de, destpêkirina şer, van hêviyan dikuje. Êdî ev tişt hemû vala dimînin, girîngiya wan namîne.

Dixwazî bêjî di navbera Öcalan û PKK’ê de nakokî hene?

Nizanim. Ev tiştên ku ew dibêje, nîşanên vê yekê ne. Lê ez nizanim ev nakokî çend kur e. Dema mirov li wêneyê dinêre, ev tê ber çavan. Di navbera tiştên ku Abdullah Ocalan dibêje û gotiye de û stratejiya PKK’ê ya “şerê gel” de, nakokî heye.

Derheqê Konferansa Kurdistanê de çi pêzanînên te hene? Tu li Hewlêrê dijî û van pêşveçûnan baştir dizanî...

Eger jiyana li Hewlêrê bê vê wateyê ku ez her tiştî dizanim, ne rast e. Jiyana li Hewlêrê nabe dermanê hemû tiştan. Gava ku ev yek kete rojevê, me her tim piştgiriya vê konferansê kir. Ya ku Kak Mesûd pêşniyar dike, ne kongreya neteweyî ye. Kak Mesûd pêşniyar dike ku partiyên Kurdistanî bên ba hev û ji bo bîr û raya giştî peyamek bidin. Kurd dixwazin kêşeyên xwe bi aştiyane çareser bikin. Lê belê kongreya neteweyî tiştekî cuda ye. Pêşniyara Kak Mesûd Konferansa Kurdistanê bû.

Çima pêk nehat?

Kak Mesûd bi aşkera got; heta ku şer hebe, ev yek nikare pêk bê. Ev yek hate paşxistin. Îptal nebûye lê belê hêj wextê wê nediyar e. Lê behs heye ku ev konferans bê çêkirin. Çendek berê PDK û YNK’ê civînek çêkirin. Li gorî medyayê herdu mektebên siyasî yên herdu partiyan ji bo pêkanîna konferansê piştgiriya xwe nîşan dane. Kurd li ser hemû xalan li hev nekin jî, silavdayîna hev, rûniştina bi hev re çêtir e ji nedîtina û nehatina ba hev.

Ji bo ku zemîna diyalog û aştiyê ava bibe û careke din çareserkirina pirsgirêka kurd bê rojevê, berpirsyariyeke çawa dikeve ser milê hikûmetê?

Beriya her tiştî divê operasyonan leşkerên tirk bên sekinandin. Divê girtiyên ji doza KCK’ê ku nûnerên xelkê ne û tevli karên tundutûjiyê nebûne, bêne berdan. Hikûmet divê li ser amadekirina destûrê nesekine. Çimkî amadekariyên destûrê pêvajoyeke dûr û dirêj e. Hindek gavên lezgînî heye ku divê dewleta tirk bavêje. Ji bo bikaranîna zimanê kurdî di perwerdehiya bi kurdî de, şert nîn e destûr bê guhertin. Ji bo serbestberdana tîpên bi kurdî ne şert e ku destûr bê guhertin. Navê gund û bajaran dikare bê vegerandin. Ev yek zemînê nerm dike. Mirov dikare behsa tiştên din bike. Wextê ku tundutûjî hebe, guh nedin qiseyên hev, diyalog û aştî zehmet e. Di vî warî de erkeke mezin dikeve ser milê hikûmetê. Lê belê divê em bizanibin ku erkên dikeve ser milê rêxistin û partiyên Kurdistanê jî hene. Divê zimanê me jî zimanê diyalogê be, zimanê nerm be. Ger em aştiyê bixwazin û zimanê me ne li gorî aştiyê be, ev jî mişkule ye.

Em niha jî bên ser mijarên bi partiya we ve girêdayî ye. We di hilbijartinê de piştgiriya xwe ya ji bo “Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê” aşkera kir. Lê Kemal Burkay li dijî vê hevbendiyê derket. We bi israr piştgirî da bolkê. Nakokiya di navbera we de çi ye?

Di navbera me de nakokî tune ye. Rast e, hinek guherînên siyasî di nava xebatê de hene. Tiştekî gelek normal e ku di nava partiyeke sosyalîst de baweriyên cuda hebin. Ev tiştekî gelek normal e. Eksê vê ne normal e. Bîr û baweriya me azad e. Rast e Kak Kemal dixwest HAKPAR bi tena serê xwe bikeve hilbijartinê. Lê belê siyaseta partiya me ev nebû. Siyaseta partiya me, piştgiriya bloka siyasî bû. Kak Kemal bîr û baweriya xwe aşkera kir. Ev nîşaneya vê yekê ye ku PSK partiyeke dîktatorî nîn e. Ev ji bo kesên ku digotin “PSK partiyeke stalînîst e û tê de demokrasî nîn e” re, bersiveke pir baş bû.

Hin derdor di wê baweriyê de ne ku tu û Serokê Giştî yê HAKPAR’ê Bayram Bozyel “alîgirên yekîtiya partiyên kurd in” lê Kemal Burkay “li dijî vê yekê” ye. Ev nêrîn çiqas rast e?

Ne rast e. Ez nikarim bi navê Bayram Bozyel biaxivim. Ji ber ku partiya wî cuda ye. Ez dikarim tenê li ser partiya xwe bibêjim. Kak Kemal jî wextê xwe ji bo yekîtiya hêzên kurdan gelek xebat kiriye. Ew bi xwe çûye ba Abdullah Ocalan û pê re protokol kiriye. Du salan ji bo yekgirtina cepheya kurd xebat hatiye kirin. Piştre Platforma Neteweya Kurd hatiye çêkirin. Partiya me pêşengê vê xebatê bû û serokê partiya me jî Kak Kemal Burkay bû. Yekîtî siyaseta bingehîn a partiya me ye. Li gorî bîr û baweriya me, partiyek tenê nikare temsîliyeta kurdan bike û xebata siyaseta kurdan bibe serî. Miletê kurd jî weke miletên din ji çîn û tebeqe û baweriyên cuda cuda pêk hatiye. Tiştekî normal e ku her çîn, her tebeqe û her bîr û bawerî rêxistinên xwe çêbike. Ji bo çareserkirina neteweya Kurdistan divê em yekîtiya xwe pêk bînin. Heta yekîtî pêk neyê, rizgarî û azadiya gelê me zehmet e.

Kevneşopiya partiya we ji ya PKK’ê kevintir e. Lê piştî derketina PKK’ê, ev tevgera we qels bû. PSK û partiyên legal ên nêzî PSK’ê difikirin, çima nekarîn ji PKK’ê xurtir û bihêztir bibin?

Wextê ku li welatek şer hebe, dengê top û keleşkofan hebe, dengê aştîxwaz û demokratan nayê dîtin. Mesele ew e. Li Tirkiyeyê piştî sala 1984’an ku PKK’ê dest bi şer kir, Kurdistan û Tirkiye li ser vî şerî hate dîzaynkirin. Tu bivê nevê, di vî welatî de şer heye û însan xwe li gorî vî şerî bi rêk û pêk dike. Ji bo dewletê jî, ji bo kurdan û tirkan jî ev yek wisa ye. Ji ber vê yekê jî dengê top û keleşkofan ji dengê me yê aştî û demokrasiyê zêdetir bi ser ket. Ev nayê wê maneyê ku ev tiştên ku em dibêjin û diparêzin li dijî
berjewendiyên kurdan e. Lê mixabin ev baweriya me ji ber dengê tank û topan neçû guhê gelê me. Milet li gorî şer xwe birêxistin dike. Ji ber vê yekê jî milet li pişta PKK’ê sekiniye.

Mesud Tek / Portre

Di sala 1954’an de li Elezîzê hate dinyayê. Malbata Tek ji kurdên Dêrsimê ye û elewî ye. Dibistana xwe ya seretayî û navîn li Elezîzê kuta kir. Di sala 1972’an de ji bo perwerdehiya bilind çû Diyarbekirê. Heta sala 1980’an li Diyarbekirê jiya. Piştî cuntaya leşkerî ya 12’ê îlonê, neçar ma ku derkeve derveyî welat. Di 1975’an de bû endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û di hin qedemeyên vê partiyê de cih girt. Di 2003’an de di kongreya PSK’ê de weke Sekreterê Giştî yê PSK’ê hate hilbijartin. Mesud Tek, ev demeke dirêj e li Paytexta Herêma Federal a Kurdistanê Hewlêrê dijî û hê jî Sekreterê Giştî yê PSK’ê ye.
Thursday, December 01, 2011


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar