Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Seyrana Kurdî
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Ji Navenda Pedagojiyê ya Kurdî pirtûkek hêja: Alfabeya Kurdî Rengîn

3ê Kanûna 2011/17:00

Navenda Nûçeyan

Pirtûkekî  B.Welatevîn bi navê ALFABEYA KURDÎ RENGÎN ji çapê derket. Alfabeye lê ne alfabeyek klasîk e. Bi berg, navarok, metod, wêne û babetên xwe alavek nûjen û modern e.

 

Ji bo zarokên 7-8 salî hatiye amade kirin.  Mirovên  salmezinên ku bixwazin fêrî zimanê kurdî, zaraveya kurmancî bibin dikarin ev berhemê bi kar bînin.  Bi xebatek dûr û dirêj, bi kedek bêhempa hatiye afirandin.

 

Li gelek dibistanan mamosteyên kurd ev alavê berya ku bibe pirtûk ceribandine. Mamoste A. Tîgrîs, Celal Sönmez, Dersim Tekeş û Yusef Erdem bi rexne û pêşneyarên xwe berhemê têkûz kirine.

 

Di pirtûkê de 810 wêneyên rengîn hatine bi kar anîn.

 

Pirtûk ne li goreyê rêza alfabeyên klasîk hatîye amade kirin. Bi tîpa Û dest pê dike, bi tîpa Q xebata tîpan teva dibe. Ji bo bi pêşvebirina xwendinê gelek babetên temayan bi nivîsên kurt tê de hatine amade kirin. Bi pirs û riyên cûrbecûr metoda hînbûnê hatiye dewlemend kirin.

 

Şagird nivîsîna tîpan fêr dibin, bi xêzkirina tîp û xêzan motorîka wan pêşve diçe. Dengan bi tîpan hîn dibin. Tîpan dinivîse, di navbera bêjeya (wêneya) ku dengê tîpa ku fêr dibe ku  dibihîse de xêz dikşîne. Bêjeyan temam dike. Di xaçepirsê de bêjeya ku dengê tîpa ku fêr dibe dinivîse. Bi bêjeyên ku ji tîpên ku hîn bûye hevokan dixwîne, temam dike.

Di şûna tîpên ku hîn nebûye de, di dewsa tîpan de wêneyên rengîn hatine bi kar anîn, ew wan dixwînin.

 

Di hevokan de cîhên tîpên ku vala ne dadigirin. Di dawîya xebata her tîpek de ji ew tîpê û ji tîpên ku fêr bûye, bêje, hevok û nivîs hatiye amade kirin. Ew wan nivîsan dixwînin. Di şûna bêjeyên nenas de wêne hatine bi kar anîn. Şagird wêneyan dixwînin. Şagird tîpan direngînin, dinivîsin, lê digerin, bin wan xêz dikşînin.

 

Bêje bi tîpên biçûk û bi tîpên mezin hatine avakirin. Di navbera bêjeya ku bi tîpên biçûk û bi tîpên mezin de xêz dikşîne. Bi tîpan kite,bi kiteyan bêje, bi bêjeyan hevok û nivîs hatine avakirin.

 

Pirtûk 130 pel e. Navnîşana Xwestinê ev e: Kurdiska Pedagogiska Centrum, Vårbergsvägen 179, 6tr, 127 41 Skärholmen/ Sweden. E-post: kurdped@hotmail.se

 

EuroKurd News - http://eurokurdnews.blogspot.com/
Saturday, December 03, 2011


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar