Gazindeyekê min Ji Dr. Musa Kewal re.
Ji bo rastî gotin û parastinê, ne tenê zanîn her wusa xîret û mêranî û hîmet û keramet hewce ye.
Roşenbîr û hunermend ew kes in ku bê tirs, rastîyan jî gel ra destnîşan bikin.
Ewana ala hilgirê rastîya ne, gefên kuştin û xusar û zîyanên mezin, canî û malî û karyarî wan jî rêka wana paşgez nakin.
Gelek mixabinî hêjmara wan kesana gelek kemin û jî tiliyên destan derbaz nabin.
Lê belê tevgera wana, gelek kargêr e li hemberî tevgera aşbetalker û buxtankeran da.
Baş e eger em derbazbûyîna xwe, nezanî bin û ji bona hesabdanê her tim li hemberî gel û dîrokê amade nebin, em ji bo çî derkevtine rê û rola me wê çi be?
Gotineke me Kurdan heye.
Tirar ji şorbê gerimtir e.
Dema ku hine kesên wek Şerefedîn beg rabin û berevanîyê li kuştar û gef û kiryarên birakujîya PKKê, bikin, ma nabe hindek camêr jêra bibêjîn: Hêdî bajo Şerefedîn beg hêdî bajo!
Ji bo kursîyekê, jî bo meqam û pileyekê, ji bo berjevendîyên kesayetî, ma mirov ewqas xwe nizim dike.
Heyfa mirovên ku di demekî wusa da xwe bikine destmala jêr destên tarî û dijî demokratîk da. Bi gotineke zelaltir xwe bifroşin.
Hem jî gelêk bi erzanî hita bî beleşî.
Di vê navberê da hindek camêrên dinê jî hene, di navberê da dengê xwe bilind dikin û kulmên dilsozîyê li singê xwe didin û namên vekirî û peyamên şiret û nesîhetan didine wan alîyana û bi gora dilê xwe misyonekê jî xwe ra ditiraşin.
Yêk jî wan kesana kêkê Dr. Musa Qewal e.
Nameyeke vekirî ji bo rêzdar Kemal Burkayî û Elçî û rêberên dinê rêdike, daxwaz dike ku dest jî vê alozîyê bikîşînin û nekevine talika dijmin. Kekê Musa nameyeke dirêj nivîsandîyê û hewce ye ew kesana bersîva rêzdar bidin.
Lê belê ji ber vê ku ez Kekê Musa bi nêzîkî nas dikim û ew jî rewşa PKK û her wusa kesatîya Şerefedîn jî baş nasdike. Me qederê çend salan li jêr banê yêkitîya hêzên Kurdistanê (Bakurê) kar û xebat jî kirîye û ew helwêsta Şerefedîn Beg jî baş dizane.
Kekê Musa baş dizane kû tabût û termê HEVBENDIyê her di nava mala PSK ê da maye û mohra wê jî li mala Kekê Musa da maye.
Sedemê wê jî baş dizane!!!
Dîyar e ku kekê min, Xalê Musa ev meseleye jî bîr kirîye, ez bi rêka vê nivîsa xwe bi bîr tînim.
Niha jî cenabê Kekê Musa nameyeke vekirî dinivîse û ter û hişk tev hev dike.
Ev na karekî aqilane ye û ne jî digel wujdan û kerameta mirovekî xudê tirs û dîroknas û welatperwer da ye.
Çawa helwêst û xweragirîya rêzdar Burkay, tev helwêsta xweperest û helperst û tirsonekan dike.
Heyf sed cara heyf û mixabînî.
Eger ku min ev name bi xwe naxwandiba û hindeka ji min ra gotiban, bawer bikin ku min bawer nedikir.
Dibê we jî her wekî, rêzdaran Mîroglo,Güçlü,ku tu bi xwe jî şahidê gelek bûyeran î, destê xwe dirêjî nav çavê rastîpêçan kiriba û bersîva xulqîner û sedem û hoyên van alozîyan dabane.
Lê her wekû min di serê gotara xwe da jî gotibû: Ji bo rastî gotin û parastinê, ne tenê zanîn her wusa xîret û mêranî û hîmet û keramet hewce ye.
Roşenbîr û hunermend ew kes in ku bê tirs, rastîyan jî gel ra destnîşan bikin.
Belê her wek Şehîdê nemir û pêşrêvê demokrasî û aştîyê Dr. Qasimlo digot: Sîyaset hûnera mumkun e.
Di dumahîya gotara xwe da, ez vê rastîya ku lê Bawer im dubare bikim.
Xwezî jî xêra xudêra me hejmareke berçavê kesên wek Rêzdar Kemal Burkayî heban.
Rastgoyî netirsî, camêrî û merdayetî di karektera her kesekê da cihgîr nabe. Ew xasyetana di kesatîya rêzdar Burkay da hene û her tim di xizmeta gel û welat da ye, loma bi hêviyên mezin, singê xwe daye hemberî êrîşên dagîrkerên Kurdistanê, bi zanyarî û bi sebir, berxwe dide.
Duhunê çi digotin û çi dixwastin îroke jî her li ser wê bawerîyê ye.
Strana xwe bî dengekî bilind distêre.
Lê hindek kes jî bo gora dilxwazîya axayê xwe miqama xwe diguhorin.