Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Seyrana Kurdî
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

A.Bali Han: Ji du heya îro Bedir Han Paşa û Malbata Bedirhanî

A. Balî Han

(Lêkolîner)

 

Ji du heya îro

 BEDİR HAN PAŞA Û MALBETA BEDİRHANÎ

 

 

 

Destana serboriya Bedirxaniyan, ew jiyanek hem şîrîn û hem jî gelek tirş û tal e. Mirov nizane ku ji kîderê de destpêbike?!. Lê ez dixwazim dawî de destpêbikim. Di dawiya salên 1970 yî de, dema ez hatim dervayî welat, min dixwest Prof. Dr. Kamuran Bedirxan li Parîsê  serdan bikim. Çi mixabin ji nav me barkirina wî (1978) rê neda ez vê serdanê pêk bînim. Di dîroka Kurdistanê de mirovên bi rûmet gelek in. Bes ji wana, ji bo du kesan bêtir ez bejna xwe li ber wan ditewînim. Ji wana yek Şeref Hanê Bedlîsê ye, yê duwem jî Bedir Hanê Cizra Botan e.

Gelek navên Bedir Hanê Cizra Botan hene. Hin dibêjin Mîr Bedirxan, hin dibêjin Bedirxan Beg, an jî Bedirhan Paşa. Li gor zimannasî û baweriya min, navê wî yê rast "Bedir Han" e. Ji ber ku ew ji malbeta mîrên Kurdan yên bi navê "Han" tên nasîn tê ye. Navê bavê Bedir Han, Evdila Han (Abdullah Han) e. Li gor vî navî pêwist e, ku ew jî wek navê bavê xwe bêye navkirin. Yanê Bedir Han, an jî hin dibêjin Bedir Han Beg. Ew paşnavê "beg" an jî "bey" heke bête rakirin, navê xwe dibe "Bedir Han ". Ew gotina "paşa" ne gotinek Turkan dayê wî ye. Ew gotin ji aliyê Kurdan ve, ji bo Bedir Han hatiye danîn. Ew gotina ne di wateyê gotinek "paşayê leşkerî" de ye. Ew gotina "paşa" di wateyê "siltan, hakan, padişah" de ye. Bedir Han Paşa di rêvaberiya silteneta xwe de, ji aliyê netewa Kurd ve, wek "Paşayê Kurdistan" yanê "Hikumdarê Kurdistan" ew dihatiye nasîn û navkirin. Ji bo vê jî, di arşîvên Osmanî de agahiyek li ser navê "paşa" bi destxistin di dawiya jiyana wî de di çavkaniyan de mirov dibîne. Ji bo ku "paşatiya" Kurdan dayî Bedir Han, Osmaniyan tu caran ewpaşatiya nepejirandine. Bes ew ji aliyê Kurdan ve hatiye pejirandin û heya roja îro di serpêhatiyên Kurdan yên gelerî de, di nav gelê Kurdistan de,di serboriyên cîwanmêriyê de, ew navê "paşatî" hînhebûna xwe diparêze!..

Rol û girîngiya Bedir Han Paşa baş bêye xuyakirin, ez dixwazim çend gotinên dîn lê zêde bikim. Di 18 saliya xwe de, li sala 1821 an di textê rêvabiriya welatê xwe de rûniştiye. Bi wezîrên xwe, bi şêyhûlîslamê xwe Mela Abdulkuddusî, berpirsiyarê leşkerî Tahîr Axa, yê darayî (maliyê) Efendî Axa û fermandarê hêzên suwarî Hamîd Axa, wî bingeha dewleta xwe avakiriye.

Ji bo dewleta Osmanî re baş bide û bistîn, li sala 1827 an qasi 20 hezar leşkerên xwe ve piştgiriya dewleta Osmanî dike. Li dijî şerê Uris leşkerên Kurdan di wî şerî de bi lehengiyên cengawerî wana gelek nam daye. Şaşitiya Bedir Han ya herî mezin, bi Osmaniyan ve navbeyna xwe li dijî mîrên Kurd yên dîn xurt kirye û li gel ordiya Osmanî li sala 1837 an êrîş birine ser Kelhaya Dergul û Kelhaya Saîd Begê. Paşê ew êrîş li dijî mîr û begên Kurd yên dîn her berdewam kirye. Di vê navbeynê de hêza Kurdan ya mezin, ji ortê rakirina her mîrê Kurd her ku diçe zayiftir, jar û pêrîşan dibe. Lê di van şeran de leşkerên Bedir Han Paşa xurttir û hêztir derdikevin. Lê çi mixabin ew xurttir û hêztira mîrekî Kurd bi serê xwe tenê, wêtu caran têrî li dijî ordiya Osmanî şerkirinê nekirye. Di sala 1839 an de Bedir Han Paşa, li gel Osmaniyan li dijî ordiya waliyê Misirê Mehmed Alî Paşa ji bo şer bikin li navçeya Nîzîbê kom dibin. Osmanî û Kurd di şerê Nîzîbê de têkdiçin û şer wedadikin. Bi hezaran leşkerên Kurd û Osmanî têne kuştin...

Bedir Han Paşa ji şerê Nîzîbê vegerî şunda, di navbeynê mîr û begên Kurd yên heyî de peymanên yekgirtina Kurdan çêdike. Mîrên Kurd ku bi alîkariya Bedir Han Paşa, yên Osmaniyan ji ortê rakirin, dema Bedir Han li dijî Osmaniyan serê xwe hildide wê baştir dibîne. Lê çi mixabin vê carê Osmanî li dijî Bedir Han Paşa,xisimê wî Êzdîn Şêr bi kar tînin. Wusa xuya dibe ku Osmaniyan li dijî Kurdan, di şerên bûyî de mîrekî Kurd li dijî yê dîn bi kar anîne. Di hemî şeran de jî Kurdan wenda kirye. Di dawî de Bedir Han Paşa jî wenda dike. Osmanî wînî bi malbeta wî ve berê heya Samsunê dibin, li wir jî bi rêya  behrê, bi keştiyê heya Stenbolê dibin. Abdulhamîd Han, Bedir Han bi malbeta wî ve surgunîgirava Girîtê dike. Qasî deh salan li wir surgun dimîne. Ji bo bêdengiya wî, paşayê Osmanî Abdulhamîd Han, Bedir Han afû dike. Li ser vê efûkirinê ew bi malbeta xwe ve dîsa vedigere Stenbolê.

Dema ew vedigere Stenbolê li Girîtê serhildanek li dijî Osmaniyan çêdibe. Paşayê Osmanî Abdûlhamîd Han dixwaze Bedir Han Paşa ji bo vê serhildanê bide rawestantin wezîfedar bike. Şertê Bedir Han, ji bo ku di şer de serkeve, ew ji padşahê Osmanî Abdûlhamîd Han taburek leşker, ji navçeya Cizîra Botan dixwaze. Li ser daxwaza wî taburek leşkerên Kurd, Osmanî amade dikin ûdişînin paytextê Osmanî bajarê Stenbolê. Bedir Han bi leşkerên xwe ve di demek kurt de, ew diçe Girîtê. Serhikdan ji aliyê Bedir Han Paşa ve tê pêlixandin.

Di sala 1858 an de, ji aliyê paşayê Osmanî Abulhamîd Han de, ji bo Bedir Han, nîşana "Mîrêmîran" tê dayîn. Bi vê nîşanê "paşatiya" Kurdan ji bo Bedir Han digotin, vê carê ji aliyê Osmaniyan ve jî hate pejirandin. Li ser nîşana "Mîrêmîran" Osmaniyan ji bo wî rûtbeya "Paşa" jî dane Bedir Han. Vê carê navê wî dibe "Mîrêmîran Bedir Han Paşa". Her çiqas Bedir Han, du caran rûtbeya paşatiyê girtî be jî, ji welatê xwe dûr, jiyanek bê kesayetî, ew ji wî re ji dîlîtiyê pê ve tiştekî dînjî nîn bû!..

Bedir Han Paşa ji bo serhildana Hanya (li girava Girîtê bajarek) carek din tê wezîfedar kirin. Diçe wê serhildanê di demek kurt de ji ortê radike. Paşê li Girîtê dimîne. Vê carê 8 salên xwe yên dîn li Girîtê borandine. Paşay Osmanî Abdulhamîd Han carek dîn wî gazî Stenbolê dike. Jê re dibêje: "Bedir Han Paşa, te pir xizmetên baş kirin. Gelo di dilê te de, tu dixwaze li kî dere û çi karî dîn bike. Ezê wî karê tu dixwazî bidim te. Lê bes bila li  Kurdistanê nebe!" Ew jî ji Abdulhamîd Han dixwaze biçe bajarê Şamê û li wir wek wazîfeya " Emîrulhac" karê xwe berdewam bike. Abdulhamîd Han, wî karî dide Bedir Han Paşa. Ew diçe bajarê Şamê. Demek şunda ew nexweş dikeve. Di sala 1869an, ewdiçe ser heqiya xwe.

Bedir Han Paşa ji malbeta Mîrê Botan e. Bavkalikên wî  digîhîjinEmîr Muhammed Han. Kalikê Bedir Han, Abdulezîz di dema xwe de li Amedê walîtî kirye. Bavê Bedir Han, Mîrê Botan Evdila Han (Abdullah Han) e. Kalikên wî Mustafa Han, Îsmaîl Han, Mansur Han, Emîr Şeref Han, Emîr Muhammed Han û heya Emîr Şeref Hanê mezin diçe.

 

Hin jî dibêjin binyata malbeta Bedir Han heya malbeta Selahaddîn Eyûbî û ji wir jî xwe digîhîne malbeta Xalîd Bîn Velîd (592-642).

 

Li pêş serhildana Bedir Han ya li dijî Osmaniyan, gelek serhildanê Kurdan yên dîn jî li dijî Osmaniyan bûyîne. Ji wana serhildanek li sala 1806 an Babanzade Abdurrahman Paşa destpêkirye. Li sala 1812 an bi serhildana Babanzade Ahmed Paşa raperîn û bexwedana Kurdan her berdewam kirye. Li sala 1820 an Aşîretên Zaza, li sala 1830 Êzdiyan berxwedan û serhildanên bi salan li dijî Osmaniyan kirin, wana her berdewam kirye. Li sala 1832 an Mîr Muhammed, li sala 1834 an serhildana Mehmed Paşayê Kor û  serhildana Bedir Han Paşa ya li sala 1836 an despêkirî, wanagelek salan domandiye.  Paşê li sala 1880 yî bi serhildana Şêx Ubeydullah, Kurdan têkoşîna xwe her berdewam kirine û tu caran serê xwe li ber zordestan netewandine heya roja îro. Kurd li Kurdistanê di bin alayên mîrên xwe de her aza jiyane. Dewletên mezin li ser xaka Kurdistan şerên giran kirine. Hin caran Kurd bindest mayîne, hin caran jî her mîrek Kurd bi serê xwe aza jiya ye. Ji bo vê jî pir caran Kurdan mîrên xwe bi naznavê "paşa, beg, han, mîrêmîran" jî bi nav kirine.

Ew dîroka raburdî ya Kurdan em bidin alîkî. Hinek dixwazim li ser rewşa Bedirxaniyan ya îro rawestim. Di roja 20.04.2007 an, ji bo Bedirxaniyan li Berlînê konferansek bi alîkariya Hikumata Harêma Kurdistan û saziyên Kurd yên dîn dihat ku bê damezrandin. Komîta amadekirinê gazî min jî kirî bûn. Min li gel komîtê peywendî çêkir û ji wana re şirovekir û got: Gelo ma hun dizanin li Berlînê jî Bedirxaniyek heye? Komîte ji wî navî bê agahî bûn. Paşê min navê wî mirovî ji wan re rêkir... Şeva ya li pêş konferansê Safter Çinar bi qîza Mîr Celadet Bedirxan, Sînenxanê ve ji sîh salî şunda wana carek dîn bi ew alikariya komîtê bûyî, hev û du dîtin. Lê roja konferans bûyî Safter Çinar di konferansê de tune bû. Ji ber ku 23 ê Nîsanê Cejna Turkan, di 24 ê Nîsanê deli Berlînê dihat pîroz kirin. Safter Çinar wek serokê Komela Malbetên Turk, ew jî bawer dikim ku di nav wan de beşdar bûyî be!.. Konferansê çendek rojan domand, lê min Safter Çinar li konferansê qet nedît. Mîr Celadet Bedirxan, Prof. Dr. Kamuran Bedirxan, ew bi bavê Safter Çinar Prof. Dr. Tewfîk Alî Çinar û bi apê wî yê du caran bûyî wezîrê perwerdeyê ya Ataturk Vasif Çinar ve, ji malbetekê ne û brayê hev in. Birêz Sînemxana hêjajî qîza Mîr Celadet Brdirxan e. Ew hemî nêwiyên Bedir Han Paşa ne.Bavê wan jî serok Reîsê Şûrayî Dewletê yê li Stenbolê dijiyayî Murat Bedir Han Bege.

 

Bi agahiya ew mijara li jor bi kurtahî hatî şirovekirî, ez dîsa vegerim nasîna min ya bi du Bedirxaniyan re çawa çêbû!Di Sendîkata Perwerde ya Elmanyê li Bajarê Berlînê, bi serokê duwemîn re, ji bîst salan pirtir, me bi hev û du re kar dikir. Navê serokê duwem  Safter Çinar bû. (Paşê wî xelata ji bo beyaniyan ya herî mezin nîşana lîyaqetê ji Serokomarê Elman,bi navê Turkekî jî girtî!) Taybetmendiyek Bedirxaniyan heye ku, ew gelek zîrek, dirust û sadiq in. Baweriya min ji Safter Çinar re gelek dihat. Wî ji bo mafê perwerdeya zimanê dayîkê gelek têkoşîn kir û serket. Ew di bawerî û karê xwe de ne tenê bû. Gelek hogir û rêhevalên wî yên endamên sendîqayê jî bi wî re bi çalakî kar dikirin. Ew mafê hatî girtin, bes ne tenê ji bo zarokên Turkan, sendiqayê ew maf ji bo hemî zarokên karkerên beyanî û hwh. ji bo zarokên Kurdan jî hatî bû girtin. Serok Çinar di aliyê din de jî piştgirî dida tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistan. Ji bo karên wî yên hêja, di pratîkê de, ez jî ji wî re dibûm alikar. Di wan salan de qasî 300 mamosteyên ji Turekiyê hatin, wana li Berlîne ders didan zarokên Kurd û Turkan. Di nav wan de jî, gelek mamosteyên Kurd jî hebûn. Dersên me ji bo zarokên Kurd dida, ew zû hatin girtin. Paşê jî Turkan zarokên xwe neşandin dersên zimanê Turkî. Seroka sendiqayê ya yekemîn ya GEW paşê bû wezîra Berlînê ya perwerdeyê. Demek şunda Safter Çinar jî, ew bû Sekreterê Gîştî yê DGB ji bo karkerên beyanî li Berlînê.

Rojekê ji bo pîrozkirinê, ez çûm ciyê rêhevalê xwe yê Turk. Me qehwa xwe vexwar şunda, gotin bi gotinan dirêj bûn û axaftin pêşket. Safter Çinar, min ew carekê li konsulata Turkan jî dîtî bû, ku ew jî wek min bê pasaport û bê welatî mayî bû. Gelek ciyan de rewşa meher du yan wek hev du bû. Lê bes ew Turk bû, Ez jî Kurd. Di goftûgoya me dikirî de gotinên me dirêj kişandin. Rind bû ku axaftina me dirêj kişand!  Carekê Safter berê xwe daye min û gotina xwe berdewam kir: "Gelo ma tu dizanî? ez jî Kurd im? Ez bi xwe  heyîrîm û bê deng mam. Bîstekêşunda min ji wî re got:  Gelo ewqas sal e, ku em bi hev du re kar dikin! Heya îro çawa bû, ku te xwe her dem Turk dida nasandin? Gotina xwe wî berdewam kir û got: "Belê ez jî Kurd im. Ez ji malbeta Bedirxaniyan im!Bavê min Tewfîk Alî Çinar e. Ew nêwiyê Bedir Han Paşa ye. Kalikê min  serokê Reîsê Şûrayî Dewletê Murat Bedir Han Bek e. Brayê bavê min, yanê apê min Vasif Çinar wezîre Ataturk yê perwerdeyê yekemîn e. Paşnavê me yê "Bedirxanpaşa" Ataturk baş neacibandiye. Di civînek ap û bavê min jî tê de daniştî, Ataturk bi wan re gotiye: "Ew çi navê dirêj bi paşayan destpêdike ye? Wî navî rakin. Bejn û bala we wek dara çinarê dirêj e. Bila îro şunda paşnavê we bi be, Çinar!"

Safter Çinar gotinên xwe wusa derdewam dikir, ku ez ji wî heyîrîm û rabûm ku ji jura (ode) wî derkevim. Wî ji min pirsî û got: "Gelo çima tu ji min dixeyîde, hêrsdikeve? Tu bi xwînî dixwazê min binase û biecibîne?" Min ji wî re bi kurtahî wusa got: Heya roja îro wek kesekî Turk, demoqrat min tu dinasî û salên te ji min biçûktir bin jî, min ji te re hurmeta xwe her dem nîşan dida. Ji bo ku wek Turkekî demoqrat û pêşverû te alîkariya têkoşîna gelê Kurd jî dikir. Lê îro şunda bi vê armanca te, te dawî li hevaltiya me anî...

Qasî deh salan zêdetir min ew bidîta jî, min ew silav nadikir! Heya rojek ji rojên yekê gulanê,min destek li ser milê xwe dît. Min lê meyze kir ku ew Safter Çinar e. Lê ji ew heval û hogirtiya me ya berê, ji wê,jê tu hest û nîşan nemayî bûn! Wek du kesên hev du ji dûr ve dinasin, me hêdî silav ji dûr ve dida hev û derbas dibûn. Ew rewş heya du heftan li pêş vê wusa dimeşî... Vê carê min du Kurdên ji malbeta Bedirxaniyan li rex hev û du dît. Bi ew rewşa nû jî, ez pê kêfxweş bûm. Ji ew baweriya xwe ya berê jî hinek dûr ketim. Ji bo ku her tişt zû tê guhartin. Bes xwe guhartina mirovan pir zor e!..

Ya guhartina min tesîr kirî çi bû? Li dinê mirovê bê xeta nîn in. Belku min jî di dayîn û standina xwe ya bi Safter re kirî de şaşetî kirî be! Belku ez jî di aliyê xwe de rast bim. Bûyera dawî ya di navbeynê me de bûyî wusa qewimî. Ne kêm û ne jî zêde bi kurtahî bûyer wusa ye:Ew rojên derbas bûyî de, min bihîst ku nivîskarê berhema ya bi navê Turkî "Cizre-Botan Beyi Bedirhan" Mîrê Cizra Botan Bedirhan, ew dixwaze pirtûka xwe bide nasandin û îmze bike. Navê nivîskarê pirtûkê "Ahmet Kardam" e.  Nêzîkî Çil sal e, ku ez Ahmet Kardam ji dûr û nêzîk de dinasim: Ew Turkekî pêşverû û welatparêzê welatê xwe bû. Di ezmûna jiyana xwe de min dîtîye ku, me Kurd û Turkan di pirsgirêka Kurdî de, tu caran bi Turkan ve me ji hevdu bawer nekirye. Lê ferqa di navbeynê me û wan de  heyî, wan sosyalîstiya Kurdan jî nepejirandine. Heya ku me çerxa wan zivirandiye, ew rewşher wusa dimeşî! Me sosyalîstên Kurd hebûna xwe wan daye pejirandin. Lê vê carê hebûna wan ji ortê rabû û partiya wan (TKP) têkçû. Lê ji wana gelek kesên Kurd ber bi saziyên Kurd hatin. Ji wana yek jî,birêz Ahmed Kardam e. Ahmet Kardam, di girtîgehan de, di kar û baran de, wî emrê xwe borandiye û têkoşînek navnetewî de heya politpûroyê Partiya Komunist ya Turkiyê (TKP) kar kirye.

 

Dema ez çûm ciyê civînê, mîn dît ku Safter li rex Ahmet Kardam rûniştiye.  Çend hevalên dîn yên nas jî hebûn. Li ciyê civîne demek kurt ez û Kardam, me li ser Bedirxaniyan qise kir.Li hember me jî Safter Çinar rûniştî bû.  Bîstek şunda Ahmet Kardam gotina xwe wusa berdewam kir:" Bi salan ez di politbûroyê TKP de bûm. Lê min nadizanî ku ez Kurd im. Dema endamên polîtbûro û sekreterê TKP yê Giştî Haydar Kutlu vegerîn welat û serbest hatin berdayînşunda ez jî vegerîm welat. Binçaviyek kurt şunda ez jî serbest hatim berdayîn. Malbeta me destnivîsek bi zimanê Osmanî ya bi tîpên kevn dane min. Heya wê demê ez ji wê defterê bê agahî bûm. Bi tîpên Erebî xwendin min nadizanîku çi di defterê de hatiye nivisîn! Paşê kesekî bi tîpên Erebî baş dizanî, me tev defter xwend û wergera wê çêkir. Secereya malbeta me jî di defterê de cih girtî bû. Ji malbeta me gelek kesen zana û nivîskar hebûn. Lê ji bo çi ewqas Kurdeyatiya xwe veşartîne ku me xwe Turk dinasî. Di malbetê de hinekan dizanîn ku ew Kurd in. Lê ji bo çi Kurdeyetiya xwe  veşdişartin, îro jî ez wê baş nizanim. ..

Li ser vê bûyerê ez ketim nav arşîva Osmaniyan. Di der heqê Bedirxaniyan de min 800 rûpel dokument dest xwe xistin. Ji van dokumentan, min ew berhema yekemîn amade kir. Ezê di ciltê duwem de, vê lêkolînê bêtir hûr û kur bikim û lê binerim. Her giya li ser koka xwe şîn dibe. Lê ez dereng mayî bim jî, ezê valahiya heyî qasî ji dest min derkeve tijî bikim. Ez bi malbet û kalikên xwe Bedirxaniyan serbilindim ûwekî her Kurdî jî Kurd im!.."dibêje.

Wî di civîna berhema xwe dayî nasîn de, li ser Bedirxaniyan gotina xwe wusa berdewam kir: "Di şerê cîhanê yê yekemîn şunda di nav malbeta Bedirxaniyan de, bes Abdurrezak Bedirxan ji bo welatekî aza û serbixwe xebitiye. Mîr Abdurrezak Bedirxan,nêwiyê Mîr Bedir Han û lawê Mîr Muhamed Necib Paşa ye. Muhamed Necib Paşa jî lawê Bedir Han yê mezin e. Abdurrezak Bedirxandi zaroktiya xwe de perwedeyek welatparêz li Stenbolê li ber destê şaîrê Kurd yê neteweperwer Hacî Qadirê Koyî (1815-1897) girtiye. Tê gotin ku wî li gel zimanê Kurmancî, zimanê   Fransizî, Îngîlîzî, Rusî, Erebî, Farisî û Turkî jî baş dizaniye. Zanîna wi ya leşkerî jî di nav şerên bûyî de pêşketiye.

Lê çi mixabin rewşa cîhanê rê nedaye ku Kurd berxwebidin û serkevin. Ew demekê li Sovyetê maye. Paşê vegeryaye navçeya Wanê. Wê demê jî hêzên Uris yê li wê derê heyî xwe şunda vekişandine. Ji bo berxwedanek Kurd pê azad bin, wî tu mercên başbi dest xwe nexistine. Siltanê Osmanî her çiqas karên baş û bilind dayîbin wî jî, wî her ji bo azadiya welatê xwe kar kirye. Mirov dema raperîn û berxwedana wî dinêre, dîbîne ku ew têkoşerekî hemdemî û bawermend bûye. Di dawî de ew jî ketiye dafa Osmaniyan. Bi refeqata efserekî Osmanî wî dişînin Musulê. Li sala 1918 an li Musulê Mîr Abdurrezak Bedirxanji aliyê Îttihat û Terakkî ve têye kuştin. Ew jî di rêya welat de dikeve nav refê şehîdên Kurd û Kurdistan...

 

 

Bedir Han Paşa wek pir paşayan dîn, ew jî bi pir jinan ve zewicî ye. Çar jinên wî yên li xwe mehrkirî (bi nîkah) hebûne. Lê tê gotin ku harema wî ji ya Osmaniyan ne kêmtir bûye! Wexta 63 saliya xwe de li Şamê ew dimire, 21 law û 21 jî qîzên wî û ji sedî zêdetir jî nêwiyên wî hebûne.

 

Lawê Bedir Han yê mezin Hamdî (1836) û biçûkê wî Necîb Beg li Cizrê (1842) hatine dinê.  Tedûristiya Hamdî ne baş bûye. Ji bo wê jî biçûkê wî Necîb Beg di 27 saliya xwe de li ciyê bavê xwe (Bedir Han Paşa) rûniştiye. 

 

Eslê Ahmed Kardam ji Bedir Han Paşa, ji lawê wî yê bi navê Necîb Bedirxan Paşa  tê ye. Navê dayîka Necîb Bedirxan jî Gazelê Xanim e. Lawê Bedir Han Paşa yê bi navê Necîb Beg bi Hanîfê Xanimê re zewiciye.

 

Qîza wan ya bi navê Sariye bi Mîhabzade Alî Galîp ve zewiciye. Qîza Alî Galîp ya bi navê Nazîre jî bi Dr. Rifatê Kilisî re dizewice.  Qîza xwe ya bi navê Naciyê bi şaîrê nav û deng yê "Servet-î Fûnun" CenabŞahabettîn re dizewice.Zarokên wan jî  dibin nêwiyên Bedirxaniyan.Lawê Dr. Rifatê Kilisî,Galîp Kardam, ew jî bavê Ahmet Kardam e. (binêr:10)

 

Gelî xwendevanên hêja! Ji we re du mînaken balkêşji malbeta Bedirxaniyan dixwazim hinek zêdetir bidim nasandin. Pir salin ku min dixwest bûyerek wusa ronahîxim. Lê mijar ne bi dilê min bû, ku Bedirxaniyan bi nirxek wusa binirxînim û bidim nasandin. Lê bi Kurdbûna Safter Çinar û Ahmet Kardam, ez jî gelek pê şabum û min ji nû ve du dostên xoşewist jî qezenç kirin. Li ser ew rewşa nû min jî, ji xwe re pêwistiyek dît ku, ez jî vê bûyerê ronahîxim û ji xwedevanan re binivîsim.

Gelo ma kîngê dorê were Kurdên xwe hîn Turk dihesibînin?!.  Ji mergaseta (trajediya) Bedirxaniyan ya di dîroka Kurdistanê de belawela bûyî, ji rewşa malbetên wan yênemrên xwe li surgunan borandinû dawî de xwe wenda kirin, ji du nêwiyên Bedirxaniyan,dixwazim ji Kurdan re wana bi malbetî bidim nasandin. Bê guman baweriya wan bi Kurdbûna wan hebûye, an jî nebûye, ya herî girîng di dawî de Kurdbûna xwe, ewxwedan derketine û xwe nasîne.

Armanca min,rewşa wan ya dawî û Kurdbûna xwe xwedî derketina wan e. Bi rewşek wusa ez çiqas dilgeş bûyîme, dixwazim neteweperwerên Kurd jî ji vê hevpar bin. Ji bo ku dîroka Kurdistanê ya xemgîn, bi serpêhatiyên mirov jê bawer neke tijî ye. Dijminan bra kirine dijminê bran. Mîrên Kurdan nebûne yek, dijminan ew ji ortê rakirine tek û tek. Brayan koka hev û du anîne û dijmin bi xwe şakirine... Ma şerê Saît Beg bi şerê Bedir Han Paşa, hêzên Sait Beg têkçûnşunda,şerê di navbeyna ÊzdînŞêr û Bedir Han Beg de bûyî,Osmaniyan piştgiriya Êzdîn Şêr kirî bûn.  Dema Bedir Han Paşa wenda kir, ew ji aliyê Osmaniyan ve dîl hate girtin. Ew birin Stenbolê û paşê jî surgunî Girava Girîtê kirin.  Pirsa dayîn Êzdîn Şêr jî, Osmaniyan ew bi cih neanîn. Doza wî jî wek mîrên Kurdan yên dîn têkçû. Ji bo vê jî dibêjin: "Di Osmaniyan de lîstik (fend û dolab) pir in. Yek biçe, li ciyê wê yek dîn tê!" Lîstikên Osmaniyan yên heyî, ew hemî li ser Kurdan hatine ceribandin!..

Îro li welatê me yê bindest, yên karê dagirkeran hêsantir dikin, zilm û zora wan li ser netewa Kurd ferz dikin û ji neyaran re yên dibin sîxur, jimara wan bi hezaran e. Kurdên ne li gel tevgera azadîxwaz bin, pêwist e, ku ew nebin alîkarê dijminan jî! Bê tereftiya wan, li gel dijminan bûyîna wan çêtir e. Kurdên ku paşê be jî, li Kurdbûna xwe xwedî derkevin, li wana xwedî derketin û hembêz kirin ji aliyê welatparêzan ve bûyerek pîroz e. Kurdên ku di xizmeta dijman de, li dijî gelê xwe kar dikin, ma ji wê xirabtir li cîhanê ji bo mirovan çi heye? Bê wate rûspiyên Kurdanvala ne gotine ku: "Kurmê darê ne ji darê be, zewala darê nîn e! " Bi gotinek dîn vekirî: "Kurmê darê ne ji darê be, dar narize!"Çiqas Kurdên xwe Turk dibînin, ew xwe nekin Kurd û rastiya xwe nebînin, di bin nîrê neyaran de derketina Kurdan jî zehmet e. 



Li pêş yên rûniştin, ji aliyê çepê ber bi rastê: Mîr Emin Ali Bedirxan, Ali Şamil Paşa, Mîr Bahri; yên li paş rawestinMîr Murat Remzi, Hasan Bedirxan, Mikdat Mithat Bedirxan,û Kamil Bedirxan (sala 1880)

 

Jİ BEDİRXANİYAN YA Jİ KURDAN RE MÎRAS MAYÎ

Ordî tên û diçin. Li paş xwe karesetek bi salan naye tamîrkirin dihêlin. Di şervaniya Bedirxaniyan û mêrxwasiya wan de tu gotin nayên bi lêvkirin. Lê çi mixabin di şeran de dema mirov serneket, her tişt badilhewa ye. Di aliyê çanda Kurdan de wek gelek mîrên Kurd, Mîrên Cizra Botan Bedirxaniyan jî xizmetên baş kirine. Di dîwana Mîrên Botan de dengbêj, çîrokbêj, şaîr û kesên zanyar hatine parastin û alîkariya wan hatiye kirin.

Di sedsala 20 an de Mîr Celadet û Mîr Kamuran Bedirxan di aliyê ziman û çanda Kurdan de gavên mezin avêtine. Wana alfabeya Latînî ya Kurdî amde kirine. Bi vê alfabeyê Kovara Hawar, Kovara Ronahî û gelek berhemên dîn li paş xwe hîştine. Karên wan ronakbîran kirî, Kurd wê tu caran bîrnakîn.

 

Bermalî û rêhevala Mîr Celadet Bedirxan, Rewşen Xanim, ew qiza Salih Bedirxan e. Li Şamê û li Ûrdûnê xwend şunda, ew dibe mamoste. Li sala 1935 an bi Mîr Celadet Bedirxan re dizewice. Ew jî, ji nivîskarên Kovara Haware. Di siyaseta Kurdan de,ew jî her çalak xebitiye. Li sala 1971 an, bi gazîkirina nemir gorbehişt Barzanî ew çûye Başurê Kurdistanê û Komela Yekîtiya Jinên Kurd damezrandiye. Li sala 1986 an gelek gotar û berhem li paş xwe hîştin şunda, ew çû dilovaniya xwe. Li ciyê dayîka xwe, îro qîza wê Sînemxan Celadet Bedirxan karê wê dayê ser şanê xwe û kar dike.

 

 

 

Cara yekemîn rojnameya Kurd ya bi navê "Kurdistan" ji aliyê Mîkdat Mîthed Bedirxan ve di 22 ê Avrîlê sala 1898 an liQahîrê hatiye derxistin û weşandin. Jimara rojnamê ya yek heya 5 an li Qahîrê derketiye. Ji mirina Mîkdat Mîthed Bedirxan şundajimara 6 heya 19 an li Cenewrê, 20 heya 23 li London, 24 heya 29 an li Folksdonê û 30 û 31 dîsa li li Cenewrê hatine weşandin. Xwediyê rojnameyê heya jimara 5 an Mîkdat Mîthed Bedirxan bûye. Paşê Sûreya Bedirxan berpirsiyariya rojnameyê kiriye. Rojnameya "Kurdistan" di sala 1902 an de,bi zorkariya destên Osmaniyan, li dervayî welat, dawî li weşandina wê hatiye.

 

 

 

BEDİRXANÎ Bİ NAV Û DENG BÛN

GELO ÇAWA BÛYE KU EW MALBAT ÎRO BÊ DENG MAYE?

 

Wextek dûr dirêj Osmaniyan ji bo zarokên mîr û paşayê Kurdan perwede bikin li Stenbolê dibistanek Kurdî vekirî bûn. Di wê dibistanê de hem rêvabirina dewleta Osmanî, hem jî zarokên Kurdan di bin bandora xwe de diparastin ku bavên wana serê xwe hilnedin. Di aliyê din de, gelek mîrên Kurd bi navê paşatiyê li Stembolê pere xwe digirtin û di nav jiyanek baş de dijîn. Piraniya paşayên Kurd bi jinên beyanî yên Gurcî, Çerkez, Turk û welatên Ewrûpa ve dizewicîn. Zarokên mîr û paşayên wusa eslê xwe zû bîrkirine û hemî pişifîne (asîmîle bûyîne). Ew rewşek civakî ye. Li ber roja germ, berf nikane hebûna xwe biparêz û berdewam bike! Bê guman yê bihelle û wenda bibe!

Lê ez dixwazim di aliyê rêzanî de (siyasî) li ser rewşa wenda bûna malbeta Bedirxaniyan rawestim. Di mercên heyî de zarokên Bedirxaniyan ji wan gelekan  xwendine û bûyîne karmendên dewleta Alî Osman. Dema bi dewletê ve bêne girêdayîn, bê guman yê di xizmeta dewletê de bin. Li gor baweriya min sedemasereke ew jî nîn e.

Di sedsala 17 an de li Îzmîrê û li navçeya wê baweriyek bi navê "Sabatayî" derdikeve. Danyarê vê baweriyê navê xwe "Sabatay Sevî" ye. Kesên ku baweriya xwe bi vê rêyê anîn bû, wan Sabatay Sevî wek "Mesîh" didîtin û dinasin. Bingeha vê baweriyê hêza xwe ji "Mistîsîzmê" û ji "Kabbala" digire. Di hin çavkaniyan de têye nivisîn ku "Malbeta Bedirxaniyan bi van Sabatayan ve hem xismên hev in, hem jî malbetên wan di nav hev de bûyîne!" Ew gotin ne di ciyê xwe de be jî, lê dewleta Osmanî Bedirxaniyan wusa dinirxîne. Dîtina dewletê ji bo Sabatayan qet ne başbûye. Kî bi wan re dide, distînê, ji aliyê dewletê ve têne teqîb û binçav kirin. Yên tên girtin bi cezayên giran tên binçav kirin. Baweriya Sabatayiyan ya rojane li ser îslamê dimeşiya! Lê wan di nav xwe de "Cihûyiyek dizî" bawer dikirin û di wê rê de diçûn. Di alîkî de jî,wana ola cihûyê rexne dikirin. Ew bawerî îro jî baş naye nasîn û dizî di nav xwe de Sabatayiya xwe dimeşînin. Ji civata museviyên li Turkiyê dijîn, kesê bi navê Harry  Ojalvo di roja 23-29 Gulana 1998 an, di kovara "Aksiyon" de wusa dibêje: "Teye texmîn kirin ku li welatê em lê dijîn -Turkiye- milyonek nîv cihûyên bi koka xwe Turk hene." Ew jî erk û rola Sabatayiyan ya li Turkiyê dide pêş çavan. Di sedsala 19 an de,Sabatayî di nav tevgera "Îttîhat Terakkî" de rolekî mezin dileyhîzin. Serokwezîre Dewleta Turkiyê yê hatî darxistin (1899-1961 ) Adnan Menderes jî di vê baweriya Sabatayan de bûye. Jina Adnan Menderes Berrîn Xanim, ew xarziya Dr. Nazim Begê ye. Dr. Nazim Beg di dema xwe de, ew pêşengekî Sabatayan ûdi nav Îttîhatçiyan de bûye.  Navê wî di suîqesta Îzmîrê de derbas dibe û tê darxistin. Bi Adnan Menderes ve yê hatî darvekirî wezîrê wî yê derva Fatin Rûştû Zorlu (1912-1961) jî, ji malbeta Bedirxaniyan e. Ew Sabatayî ye, an jî nîn e, baş ne diyar e. Lê gelek kesen eslê xwe Kurd in û îro di nav me de dijîn, bi nav û deg in. Navê wana di nav Sabatayan de derbas dibe. Lê ez naxwazim carek dîn di vir de navê wana dubare bikim.

 

Ew tevgera olî xuya ye, ku li serê Bedirxaniyan bûye bela. Di alîkî de jî, ji belatiyê bêtir, vê tevgerê ewna kirine xwedanê meqamên bilind jî.  Di wir de wana hebûna xwe neparastine û wenda bûne. Bi mînakek balkêş ya dîn, ez dixwazim dozîna (tez) xwe hinek wusa pêşve bibim. Nêwiyê Bedir Han Paşa, lawê Tahîr Muhlîs Kutay û dîroknîvîskarê Turkan yê bi nav û deng Cemal Kutay (1909-2006) bi eslê xwe Kurd bûn. Lê emrê xwe ji bo çand û dîroka Turkan borandine. Cemal Kutay bi qiza Eşref Kuşçubaşi ve zewiciye. Eşref Kuşçubaşi jî, ji hîmdar û serokê  "Teşkîlat-i Mahsusayê " ye. Ew sazî îro li Turkiyê bi navê "MIT" tê nasîn. Ji malbeta Bedirxaniyan jina Bedrî Paşa, ew qîza xaltiya serokê Teşkîlat-i MahsusayêEşref Kuşçubaşi ye. Pî û bazikên vê saziyê, ez bawer dikim ku wek ahtapot hemî malbeta Bedirxaniyan yên li Stenbolê dijîn hemî hembez kirye û xistiye bin bandora xwe.

Di wenda bûna Bedirxaniyan de bûyera herî girîng kuştina şehredarê Stenbolê Ridvan Paşa ye. Ridvan Paşa di roja 23 ê Adarê sala 1906 an ji aliyê grubek Kurd ve tê kuştin. Vê bûyerê davêjin ser lawê Bedir Han yê bi navê Alî Şamîl Paşa û lawê Necîb Paşa yê bi navê Abdurrezak Bedirxan Beg. Kesên tevî vê bûyerê bûyî û yên alîkariya wan kirî gelekBedirxanî tenê binçavkirin. Di vê bûyerê de çiqas kes binçav bûne, çiqas hatin avêtin zindanane, ew baş ne diyar e. Ev çavtirsandin û zordestî bes tenê  li ser Bedirxaniyan nebûye. Kî Bedirxaniyan dinase, kî bi wan re dide û distînê,heya cînarên wan yên ne Kurd jî, ji vê zor û zilmê nasîbê xwe digirin! Di vê navbeynê de kesên ku Turk, Ermenî û Rum yên Alî Şamîl Paşa û Mîr Abdurrezak dinasîn hemî hatine binçavkirin. Li gor dîtina Abdurrezak qasî sê hezar kes ji bo sedema vê bûyera kuştina şehredar stembar (maxdûr) bûne. (binêrin pirtûka bi navê "Abdurrezak Bedirhan, Stenbol, 2000".

Malbeta Bedirxaniyan ji bingeha xwe malbetek olperest bûye. Kesên xwedan tariqat û şêx di nav Bedirxaniyan de gelek in. Lê di nav vê malbetê de kesen wek Mîr Celadet Bedirxan, Mîr Kamuran Bedirxan û Mîr Abdurrezak Bedirxan jî,di nav wê malbetê de derketine. Abdulhamîd ji sedeqat û oldariya Bedir Han Paşa gelek razî bûye. Ji ber ku Abdulhamîd Han jî wek Bedir Han bûye. Lê dîsa jî, ji malbeta Bedirxaniyan Abdulhamîd ditirsiyaye. Belku bûyerek wusa kuştina şehredar, ji aliyê dewletê ve jî, ji bo derbeyek mezin li Bedirxaniyan  xin jî hatibe çêkirin. Ji bo ku yên nêzîkî Abdulhamîd, bi wî re digotine ku Bedirxanî dixwazin tê bukujin! Ew bûyera kuştina şehredar bûyerek siyasî ye û ji bo vê jî, ew di dîrokê de ronahî nebûye û tarî maye...

Di encama vê bûyerê de dewleta Osmanî her sê lawên  Necîb Beg yên bi navê Abdurrezak Bedirxan, Bedirxan Bedirxan û Mehmed Saîd Bedirxan, bi zavayên wan ve, ew hemî surgunî Lîbyayê bajarê Trablusgarpê kirine. Di mercên dijwar de, di zindanên bin erdê de, ewdîl (girtî) mayîne. Bi doza darxistinê hatine cezakirin û paşê cezayê wan daxistine heta hetayê girtîgehê de girtî bimînin. Ji çendek efûyên giştî şunda, di dawî de li sala 1910 an, ew têne efû kirin û diçin Stenbolê.

Alî Galîp Paşa li ser van bûyeran pirtûka xwe ya bi navê "Terceme-î Halîm" de wusa nivîsandiye:" Wê demê li ser hebûnên mal û milkên Yewnaniyan lîstika boykotê destpêkirî bû. Erka (wezîfe) min jî ya resen ew bû ku li dijî bûyerên wusa yên ne qanunî ez rawestim. Lê wezereta daxîliyê û waliyê Stenbolê ji bo bûyerên ne qanunî her bê deng diman. Di dewra mutlakiyetê de kesên bi Bedirxaniyan ve mirovetiya wan hebûya û di dewra meşrutiyetê de jî, ji bo ku ez ji meşrutiyetê veneqetim û min tawîz neda,  rûmeta (şeref) min gelek binpêbû û ez pir nizm hatim dîtin û ji kar jî hatim avêtin!.." dibêje.

Di bin bandorên ne mirovatî de, malbeta Bedirxaniyan wusa hatiye çewisandin û pişaftin. Bi sedan heya hezaran, mirov ji nijadê xwe wusa hatine dûrxistin. Dema mirov îro jî li Turkiyê dorhêlên xwe binêre, dibîne ku pir kesên xwe Turk dibînin ya nijadê wan Kurd, laz, Çerkez, Pomak, Gurcî, Arnavut û Ereb e. Ew kes bi nijad pejirandina Turkan jî namînin,xwe dikin ciyê faşîstên Turk jî!..

Dixwazim çend gotinên dîn li ser hin malbetên bi Bedirxaniyan ve hatin girêdayîn rawestim. Postnîşînê Mewlewiyan yê li Selanîkê dijît Îshak Dede û newiyê wî wezîrê derva yê Turkiyê, Prof.Dr. Emre Gonansay ûdayîka wî ya bi navê Mûveddet Gönensay, ew qîza Bedirxan Paşazade Abdurrahman Çinar e.

Ji lawên Bedir Han Paşa, Alî Şamîl Paşa zewaca xwe ya yekemîn bi Bedrîfem Xanimê re kirî bû. Bedrîfem Xanim jîpaşê bi Mehmed Edîbê Selanîkî re dizewice. Ji vê zewacê Halîde Edîp Adivar çêdibe. Halîde Edîp Adivar romannivîskar û wêjevana Turk ya bi nav û deng e. Ew hem bi mêrê xwe Adnan Adivar ve gelek nêzîkî Ataturk in. Di şerê cîhanê yekemîn de wana gelek alîkariya Ataturk kirine.

 

Abdurrahim Zapsu (1890-1959) nivîskar û helbestvanê Kurd yê bi nav û deng e. Ji alîkî de jî hem şagirt û hem jî rêhevalê Bedîûzzaman Saîd-î Kurdî ye. Her du jî, li gel ordiya Turkan, li dijî Urisan di şerê kirî de, ew dîl (êsîr) hatine girtin. Li Uris demek dirêj ew her du kes êsîr mayîne û paşê vegerîne Turkiyê. Ji bo ku her du Kurd gelek oldar û welatparêzin bûne, paş vegera wan ya dîlîtiyê, vê carê ji aliyê Turkan ve hatine girrtin û surgun kirin. Di zindan û surgunên Turkiyê de,wana emrê xwe yê zahmetkêş borandine.Abdurrahim Zapsu bi newiya Bedir Han Paşa, qiza Şêxê Arusî Azîz Çinar ya bi navê Hîdayet Xanim ve zewiciye. Ji vê zewacê sê zarok bûyîne. Qîza xwe ya bi navê Hale bi Musa Anter ve zewiciye. Ji zarokên wan Anter Anter û Dicle Anter hatine dinê.

 

Lawê Abdurrahim Zapsu yê bi navê Mustafa Pertev jî,bi qiza malbeta bi navê "Uzel" tê nasîn re zewiciye. Ji vê zewacê Cûneyt Zapsu hatiye dinê. Cûneyt Zapsu yek ji endamên avakarên AKP yê ye. Ew bi hikumatê Turkiyê re wek amojgarekî girîng îro kar dike.

 

Dema jimara Bedirxaniyan ya îro bi dehezaran be, yên bûyîn Turk û wenda bûyîn re dîrok berpirsiyar e!.. Lê yên xwe binasin û li xwe xwedî derkevin, ewê bêtir bextewar û bi Kurdiya xwe yê serbilind bijîn!..

 

 

Çavkanî :

1. Lûtfî (Ahmed Ramîz), Emîr Bedîrhan, Stenbol, 2007

2. Ahmet Kardam, Cizre Botan Beyi, Bedirhan, dipnot yayınları, 2011, Ankara

3. Qadrî Cemîl Paşa, Doza Kurdistan, Çapxaneya Stewr, Beyrut, 1969

4. Ekrem Cemîl Paşa, Muhtasar Hayatım, Enstîtûya Kurd ya Brûkselê, 1989

5. Helmeth Von Moltke,Türkiye Mektupları, İş Bankası Yayınları, Ankara 1960

6. Ji bihîstinên çavkaniyên gelerî

7. Ji kovar û rojnameyên di derheqê Bedirxaniyan de nivisîn.

8. Ji secereyên Bedirxaniyan

9. Wêne Bedir Han Paşa yê berg:Miner Kilbourne Kellogg, (1814-1889) Reîsê Kurdan yêCizrê bi rengîn (35.6x26.0 cm.)

10. Rifatê Kilisî yekî dîn jî yê bi nav û deng heye. Pêşnavê wî "mualîm" e. Yanê Mualîm Rifetê Kilisî ji bo ku Dr. Rifatê Kilisî ji hev bên cûda kirin, ew têbînî ji aliyê min ve lê hatiye zêdekirin. A. Balî.
Monday, March 05, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar