|
Shakira dê li ser Enfal û Helebceyê bistrê
|
10ê Adara 2012ê/21:05
Dihat çaverêkirin ku stranbêja navdar a cîhanî Shakira stranek bo karesata Enfalê bêje lê wê 2 stran pêşkeşî gelê kurd kir ku yek ji wana li ser Enfalê û ya din jî li ser kîmyabaran Helebceyê ye.
Dengê Azad/Hewlêr
Hêmin Xalîd ku wek Doşka tê naskirin û yek ji raperên diyar yên Amerîkayê ye, ji Ajansa Nawxoyê re got, “Karê tomarkirina herdu stranan bi serkeftî digel xanima şox û şenga warê stranbêjiyê bi dawî hatiye.”
Doşka got, “Me herdu stran jî bi awayê Duetê digel Shakira de tomar kir ku ya yekê This Time For Kurdistanê ye û li ser Enfalê hatiye gotin ya duyê jî li ser kîmyabarana Helebceyê hatiye gotin ku navê wê Helebceya Gul e.
Hêmin Xalîd ji 9 saliya xwe ve li Amerîkayê dijî û yek ji raperên diyar yên Amerîkayê ye.
|
|
Saturday, March 10, 2012
|
|
|