Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Li Denmarkê konsera Şivan Perwer
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Salihê Omerî: Şêr û Gêrgêrîk

Carik ji caran, rehmet li dê û bavê guhdaran, ji xeynî jendirmê romê û tehsîldarên tirkan.

Rok ji rojê xwedê, di dema Nebî Silêman de, ku ew bi xwe nebîyê xwedê bû, teyr û tûrê cîhanê û ins û cins tevayî di bin desthiladarîya-emrê wî de bûn.

 

Nebî Silêman bigota bimrin, bimrin, çi bigota, gotina wî nedibû dudi, wek wî dibû.

Li dinyê xela çêdibe, Nebî Silêman bangî şêrê xwe dike, dibêje ka derkeve li serê çîya, daristan û newala bigere, bê teyr û tulûrê çolê çi dikin, li dinyê çi heye, çi tune.

 

Meha tebaxê ye, şêr rabû berê xwe da çol û çepela, rîya ku şêrê Nebî Silêman tê ra diçe û têre, dihat li  ser kuna-qula gêrgêrîka re derbas dibû, û gêrgêrîk hemû derketîne xebatê, ji bona jiyana xweyî zivistanê qûtê xwe deynin.

 

Şêr ji cem Nebî Silêman da ser rê û meşîya. Lepên şêr fireh bûn, wextê ku di nav gêrgêrîka ra derbas dîbû, bi hezara ji wan dîhatin kuştîn.

 

Şêr wextê ji çol û çepela vegerîya, dîsa di nav wan ra derbas bû, dîsa bi hezaran ji gêrgêrîka hatin kuştin.

 

Ne derbik û ne du derb, herdem, wextê dire çolê û tê  koka gêrgêrika anî ew qedandin.

Gêrgêrîk jî rabûn çûn cem mîrê xwe, û mesele ji mîrê xwe ra gotin:

 

Hal û hewalê şêrê  Nebî Silêman ji vê heta vê ye.

 

Mîrê gêrgêrîka ji wan ra got;

Heger vê derbê şêr hat, hûnê jê ra bêjin:

Bese di vira ra here were, te em qelandîn, tu ne şêrê Nebî Silêman bî, tu Nebî Silêman bî xwe bî, emê şerê te bikin.

 

Bû a dinî rojê, şêr hat û dîsa  di nav gêrgêrîka ra derbas bû.

Gêrgêrîka ban şêr kir, gotê:

Ya şêrê Nebî Silêman, bes di nav me ra derbas be.

 

Şêr li xwe vegerîya, li xwe nerî û lî wan nerî, gelek aciz bû û ji wan ra got:

Ezê hertim di vira ra herim û bêm, çi ji we bê bikin.

 

Gêrgêrîka jî got:

Heger tu derbik din bêyî, emê şerê te bîkîn.

 

Şêr êvarê vegerîya malê û rast çû cem Nebî Silêman, mesela xwe û gêrgêrîka  ji wîra got.

 

Nebî Silêman  jî pir aciz bû, ji şêrê xwe ra got:

Tê hertim di ser wan ra derbas bî, çi ji wan bê bila bîkin.

 

Nebî Silêman gelek bawerîya xwe bî şêrê xwe dianî, çima ku nebîyê xwedê bû.

 

Bû sibeh, şêr rabû, hayê wî ji bayê felekê tune bû.

 

Li pêşîya wî çi heye, çi tune, nîzane.

 

Ez serê we neêşîn im, wextê ku ev gengejîya di nav gêrgêrîka û şêr de derbas bibû, gêrgêrîk bi mîrê xwe ra dîpeyivîn û mîrê wan vêya ji wan re dîbêje;

Ji tifaqê baştir tu tişt çêtir nîne, hey em di bin zilma Nebî Silêman û şêrê wî danin.

 

Meriv li berxwe bide, berxwedan ferca xêrê ye. Sibehê kesik nerin qutê xweyî zivistanê.

 

Defa hewarê lêxin, hemû kes li ser kuna-qula mûristana xwe bîsekinin.

 

Netirsin, diranên xwe tûjbikin û bi kîn bin li benda şêr bisekinin, bi tevayî êrîşî ser şêr  bikin.

 

Bû sibeh, şêr ji mal derket û berê xwe da çol û çepela,  dîsa di welatê bindesta ra derbas bû.

 

Wextê derbas dibe, gêrgêrîk ban dikin û defa hewarê lê dixin:

Ey şêrê Nebî, heta ana bes e, jî destê te û mezînê te.

 

Xwe bigir, em hatin, em hatin.

 

Gêrgêrîka  hemûya bi hev ra êrîşî ser xulamê Nebî Silêman kirin.  

 

Hinik ketin pozê wî, ê ketin guhê wî, tofanî ji şêr re anîn, şêrê Nebî Silêman poşman bû ku ji dîya xwe çêbû..

 

Talî şêr ser serî xîstin erdê, nepîxandin, werîmandin û şêr ji wî halî xistin halikîdinê û talî û şêr mir.

 

Erê, bû êvar, şêr venegerîya malê, bû sibeh, şêr tune.

 

Nebî Silêman bangî dîk ( ku dibêjin, dike nebî Silêman) xwe kir, gotê: Tu here binere şêr ji doh de çûye çolê û venegerîyaye, ew çi hewal hatîye serê şêr.

 

Tirsa min ji wê tirsê ye, ku gêrgêrîka wî kuştîye.

 

Dîkê Silêmanî rabû, bi du şêr ket, ha li vir, ha li wir, dîk nerî ku şêr werimîye û ser tije gêrgêrîk in.

 

Dîk vegerîya ji Nebî ra got:

Nebîyê min, bi serê te kim, şêr mirîye û ser tijî gêrgêrîk bûne.

 

Wê çaxê Nebî Silêman ji xwe ra got:

Talya zulmê tune, talî, talî  aşitî û azadî ye. Wan camêra jî me ra gotîn, lê belê me bi a xwe kir. Te dît çi hat serê şêrê mîn?

 

Gelî heval û hogira, ev çîroka hana  di welatê me de bi gelek hawayî tê gotin. Lê hemû cûre jî qala tifaqê û yekîtîyê dikin.
Tuesday, March 13, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar