Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Seyrana Kurdî
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Kemal Tolan: EZDA navekî Xwedê ye

û EZDAHÎTÎ jî maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz e!

Em ji dîroka kevn dizanin ku peyva Xwedê(yê xwe da yî) *1, di nav zargotina gelek gelên li Cihanê hene û bi taybetî jî di nav piraniya kevneşopiyên netew, ol û civakên li Rojhilata navîn da gelekî hatiye bikaranîn.

Di EZDAHÎTÎ yê de naskirina Xwedê,  ji hinga destpêka mîtologî peyda buye û heta vêga hêjî di nav gelek ilm, qewl, duha, çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ku alim, zane, nivîskar, partî, rêxistinên Kurd(Êzdiyan) û dagirkerên Kurdîstanê nivîsandine de zelal tê ye xwanêkirin. Em Ezdaî ji dema ku mirovahiyê xwenaskiriye û heta vêga hêjî ji xaliq(ezda)ê xwe bixwe dayî(xuliqandiye) XWEDA- XWEDÊ û Ezraîl(Cebraîl-TAWİSÎ-MELEK-binêren li naveroka:*3) bawerdikin.

Bi dîtina min, di naveroka „ehda dînê me ya ku dibêje;

„Şehda dînê min yek Xweda ye

Emîn Cebraîl evîniya Ezdaye ye

Bergeha min roj û mergeh e - berdewam di : *2“ û di “Qewilê Tawisî-Melek *berdewam di: *3” de tê xwanêkirin ku, Tawisî-Melek bi xwe ji XWEDÊ ra gotiye; “ya EZDA yê dilovan“ berdewam di:*3.

Gelek ji me jî dizanin ku peyva EZDA, di zimanê Kurdî de navekî XWEDÊ ye. Ez jî lewma timî weke ku di zargotina me dide xwanê dibêjim, EZDAHÎTÎ*4 maka hemû Xwedawenda(Xwedan)ên mîtologiyên xwezayî(yên ku tereziya oldariya xwe bi ser ya tu kesî naxînen) û pirtûkên pîroz „Tevrat(Kitêba Honak, Tekivîn), Zend Avesta(Buhdaehiş, Vendidad), Zebûr, Încîl, Quran û hwd.“e.

Hinek lêkolîneran jî di nav çîrok, nêrîn, efsane û romanen xwe de kifş kirine ku, xwezayî û dewlemendî(pir rengînîti)ya EZDAHÎTİYÊ(Ezdayetiyê) bingeha piraniya kom, civak û netewên ku li ser axa Mezopotamiya(mekanê buhstanê Eden û sekana Gehştiya Nuh*5) yê dest bi jiyanê kirine.

Lê mixabin, piraniya dîrokzane, oldar, lêkolîner û pisporên Keldanî (Asûrî), Kaldahî, Mecûsî, Zerdeştî, Mazdayî, Sabî, Manî, Farizî, Tirk, Ereb, Yahudî, Xirîstiyanî, Misilmanî, Hinduyî, Hurmuzî, Şamaşî û hwd. ji ber berjiwendiyên merivên desthilatdar û kesayeta xwe nexwastine/naxwazin vê dewlemendî û kevnariya dîroka EZDAHÎ(Kurdî)TİYÊ eşkere bidine naskirin.

Pêşniyarî dikim ku rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî, „Înstîtut“, „Orientalistik“, „Akademî“  û hemû rêxistinên Kurdî û bi taybetî jî em bawermenden ÊZDÎTÎ(Êzîdî, Êzdiyati û hwd.) vê dewlemendiya „KURDÎTİYA RESEN“ baş nasbikin û biparêzin. Em nehêlin êdî tu pispor, zane, ilimdar, nivîskar, rewşenbîr, lêkolînvan, ramanvan, dîroknivîsar, oldar û desthilatdarên cîhanê, di gotar, nêrîn, lêkolîn, arkolojîk, roman, dîrok, berhem, ragihandin û hwd. xwe de,  wateya peyva EZDA ji bo berjiwendiyên Şah, Xelîfe, Sultan, Paşa, Mîr, Beg, Walî, Axa, Jendirme û berpirsiyarên Baylozxanên dewletên dagirkerên Êzdîxan-Kurdistanê biguhêzin.

Em bi hemda xwe nehêlin êdî tu kes bibêje; nijada EZDAHÎTİYÊ ji “Yezid”, „Jeziden“, „Jesidi“ , „Yesid“, “Êzd”, "İzd", İzadî”, “Yezd-navê bajarekî”, “Yeziden”, “Ezdan”, “Êziden”, „Yazd“, “Yazad”, “Êziyan”, “Yêzad”, „Yêzîdîtî“, “Xwudahî”,  “İzed”, "Yezdân",”Yezdan”, “Yezîdî”, “Yazdan”, “Ezdî”, „Ezida“, „Ezdia“, „Êzida“, „Azaday“, „Azday“, “Ezdîkî”, „Êzîdî“,“Ezdiki”,“Yazatan”, ”Ezidi”, ”Ezidia“, ”Yezidi", „Jezidi“ , “Yezîdê Muavî -Yezid Bin Muavî- Yezîdê siltanê Şamê - Yezîd Ibn Mu`awiya”, “Yezid Bin Unays”, ”İzed”, ”Ezidi”, „Yazata“, “İzidi”,” İzdi”, “Şeyh Adiy Bin Musafir”, “Şêx Adî”, “Shekh Adi”, “Êzid”,  „Yazidi“ , „Yazîd“ , “Êzidî”,  “Yezdanê Îlahî”, “Êzîdîtî”, “Yezdanetiyê”, “Yezdanî”, “Yezîd”, “Êzîdî”, “Yezdanîbûn”-Sumerî, Hurrî, Hattî, Hetîta, Gotî, Mîtanî, Arî, Lulî, Marî, Kassitî, Urartî, Medî, Babilî, Keldanî (Asûrî), Kaldahî, Mecûsî, Zerdeştî, Mazdayî, Sabî, Mervanî, Manî, Farizî, Yahudî , Xirîstiyanî, Misilmanî, Hinduyan, Hurmuzî, Atonî, Mardukî, Şamaşî, Hadadî, Xuda(Xwe Dayî), Dumuzî û whd. zêde buye.

 

Hêvîdarim ku min di vê berhevkirina xwe de jî, hestê tu kesî ne êşandibe û karîbû hinekî ji rastiya dîroka EZDAHÎ(Kurdî)TİYÊ bi we hêjayan bidime naskirin !

Çavkanî*:

1.      Kemal Tolan,Peyva Xwedê di zargotina Kurdên Êzdî de- 16.04.10”di vê gotarê de didime xwanê ku, tu civak û netew mîna me Êzdî-Kurdan peyeyva Xwedê di nav zargotina xwe de bikar nayne !

2.      Şehda dînê me : http://lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=67

3.      Kemal Tolan-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê, Weşanên Perî- Çileyêpêşîn 2006 Stenbol. Rûpel: 41- 44 .

4.      Bi dîtina min, ji ber ku baweriya EZDAHÎTÎ hurmetê dide jiyana azad, pir rengîniya bîr, bawariyên mirovatiyê û  di zargotina xwe da dibêje , “kî ji bo Xwedê be, Xwedê jî ji bo wî ye “, lewma ew maka hemû mîtologiya ye. 

5.      Andrew Collins, Meleklerin küllerinden rûp.:277

6.      Ali Meshko Muhsen û Kemal Tolan 29.11.2009 - Ezdahiti-

 

Tuesday, March 13, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar