Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Axaftina Serokê Komeleya ÇIRA li Duwemîn Konferansa Neteweyî a Ciwanê Kurd

Brêz Dîwan, Mêvan û Beşdarên Hêja,

Berîya axaftina xwe dıxwazım di serîde Komkûjîya Helebçe bi tundî şermezar bikim.

Şehîdên wê kerasetê bi rêzdari bi bîr tînim.

 

 

Mêvanên bi rûmet,

Hûn bixêr hatin Dûyemîn Konferansa Ciwanên Kurd a Neteweyî.

 

Spas bo wan birayên me yên ku ji rêyeke dûr hatine û beşdariyê di vê konferansê de kirine.

 

Wek ku em dizanin, gelê Kurd, gelê herî qedîm yê Rojhilata Navîn e. Di dîroka mirovatiyê de ciheke xwe yê girîng heye. Mixabin, ji bilî parçeya Başûr, parçeyên din hê jî di bin nîrê dagirkeran de ne. Gelek gelên dinyayê yên bindest hebûn ku bi qasî gelê me tekoşîn û bedelên mezin nedan û  azadiya xwe bidestxistin. Lê belê gelê Kurd bi dana ewqas bedêlan û têkoşîneke bêhempa hê jî azadiya xwe bidest nexistiye.

Her çendî, gelek sedemên bidestnexistina azadiyê hebe jî, lê bi ya min, ya herî sereke pêkneanîna yekîtiya tevgera siyasî ya Kurd e. Ji hevketin û belavbûna tevgera Kurd her tim bi kêrî polîtikayên dagirkeran hatiye.

 

Wek ku em dizanin, gelê Kurd neteweyek e ku welatê wê bidestezorê hatiye parçekirin û zêdetirî sed salî ye ku hemû daxwazên wê yên azadî û serxwebûnê, bi tevkuştin, zulm, zordarî, êşkence û nefîkirinê hatiye pelçiqandin. Her çendî Kurdistan ji aliyê dagirkerên cuda ve hatibe dagirkirin jî, lê gelê Kurd di hemû parçeyan de bi heman zilm û zordariyê re rûbirû maye. Mixabin, ev zilm û zordarî li sê parçeyên Kurdistanê hê jî didome.

Ew kiryarên hov û nemirovane ku li Qoçgirî, Geliyê Zîlan, Amed, Agirî, Dêrsîm, Mahabad, Barzan, Helebçeyê hatin kirin, niha jî, li Botan, Xerzan, Qamişlo, Roboskî û gelî û çiyayên Kurdistanê didomin.

Me bi van kiryarên hov û nemirovanê qet serê xwe netewand û her tim serbilind bûn û dê heta serkeftinê jî wisa bibe.

Li ser gelê me polîtîkayên asîmîlasyonê tê meşandin û di bin hemû zilm û zordariyek siyasî, civakî, aborî û kulturî de ye.

 

Em bi rûpelên reş û sipî yê xwe ve li dîroka xwe xwedî derdikevin. Ji bona ku dîrok pêşiya me ronî bike, divê em jê dersê werbigrin. Em ku xwedanê pêşerojê gelê xwe ne ji nirx û bayêxên gelê xwe hêz werdigrin, radigihînin ku bi vê hêzê ve dijî hemû kar û pêşveçûnên xirab radiwestin. Bi gor baweriya me divê ciwan mesûliyeta xwe bizane, erkê xwe cih bi cih bike, bibe xwedanê bîrê azad, helwestê rast û durist nişan bide. Divê ciwan bi riwangeha şoreşgeriyê ve pêşwaziya bûyeran bike. Eger duwaroj ya xortane divê ciwan dijî hemû tundûtijiyê derkeve û îcaze nede ku biyanî bandor li ser îradeya wî dabîne.  

 

Piştî ku rewşa heyî me li jorê nirxandî, divê em bizanin ku pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û perwerdeyî ya li hember ciwanên Kurd, ji hev nayên cudakirin. Sîstema heyî, polîtîkaya asîmîlasyonê bi aşkere li hember ciwanên Kurd bikartîne. Ciwanên Kurd ku li metropolan, bajaran û gundan dijîn, rastî polîtîkayên zilm û zordariyê yên cuda cuda dibin. Dewletên dagirker bi van polîtîkayên xwe dixwazin ku ciwanên Kurd ji têkoşîna gelê xwe dûr bikeve, tenê berjewendiyên xwe yên şexsî biparêze û bi zanetî ji fêrbûnê, perwerdeyê, ji mîsogeriya di nav jiyana kargerî û tendirustiyê de dûrdixin. Dixwazin ciwanên Kurd fêrî jiyaneke bê mane û maceraperest bikin. Ev jî dibe sedema dûrketina ciwanan ya ji pêvajoya siyasî û civakî.

Zarokên Kurd hêj di dema dibistana serekî de bi zimanekî biyanî dest bi perwerdehiyê dikin û di dema ciwaniyê di nav jiyana civakî de ji ber perwerdenedîtina bi zimanê zikmakî, tûşî gelek pirsgirêkên civakî dibe. Ev pirsgirêk di dema xwendina zanîngehê de jî kûrtir dibe. Ciwanên ku zimanê xwe yê zikmakî bikarneyne; jixwe, ji dîroka xwe û ji mirovahiyê dûrdikeve.

Di encamê de derdikeve holê ku di nav jiyanê de zimanê zikmakî mafekî dest jê nayête berdanê ye.

 

 

 

Mêvanên birûmet

 

Piştî ku min li jor behsa rewşa giştî ya gelê Kurd û welatê wî Kurdistan kir, niha jî, dixwazim derbarê çareserkirina van pirsgirêkan de pêşniyarên komeleya çandî û hûnerî, ÇIRA bînim ziman. Em wek ÇIRA dıxwazin pirsgirêka Kurd bi rêya aşitî(hêminî) û demokratîk çareser bibe.

Herçendî di van salên dawî de em ji hev dûrketibin û di nav hevkariyê de nebin jî, lê ew xetên siyasî ku em di nav de dixebitin, ji hevkarî û yekîtiyê re ne xerîb in.

 

Perspektîfa ciwanên komeleya ÇİRA ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li bakûr, Federasyon e.

 

Komara Tirkiyeyê ku li ser bingeha înkar û tunekirinê hatiye avakirin û bi şiklekê unîter hatiye vesazkirin, bi vê siyaseta xwe ya hov, nemirovane, li gel pirsgirêka Kurd çi pirsgirêkekî xwe yê din jî çareser nekiriye.

 

Tirkiye welatekî pirnetewe, pirziman, pir ol û mezhebî ye. Ji bo welatekî bi vî rengî jî sîstema herî guncaw û baş jî Federalî ye.

Tirkiye bi sîstema federaliyê wê demokratîktir û aramtir bibe.

Federalîzm di nava yekîtiyekî de hewandina pirrengiyê ye.

Di sîstema federaliyê de mafê bingehîn û azadiya hemû ol û gelan, bi destûra bingehîn têne mîsogerkirin.

 

Mêvanên birûmet

Bê guman rola ciwanan di nav civaka Kurd de gelek girîng e. Ciwanên Kurd di têkoşîna neteweyî de her dem di rêza pêşiyê de cih girtine. Ciwan hêzeke dînamîk û pêşeng in. Girîngiya vê konferansê jî ji ber vê çendê ye. Armanca vê konferansê ew e ku di nav meydana siyasî ya Kurdan de polîtîka û bîrûrayên cuda cuda bêne cem hev. Herweha, bidestxistina encameke erêniye ku ji berjewendiyên neteweyî re xizmet bike.

 

Em, bi ferq û cudahiyên xwe ve hene û divê em ji hev têbigehin. Em dikarin xewna gelê Kurd; yekîtiyê pêkbînin. Ji bo vê yekê jî em berjewendiyên neteweyî daynin pêşiya hemû berjewendiyên îdeolojîk û rêxistinî.

 

Divê bê zanîn ku me ev pirsgirêk ji xwe re kiriye xem û emê çareserbikin. Di vê tekoşînê de kesên ku berjewendiyên xwe yên şexsî û îdeolojîk di pêşiya berjewendiyên neteweyî de bibînin, wê hebin, lê divê em guh nedin wan.

 

Bi ya min pirsgirêka herî sereke ya li pêşberê tevgera siyasî ya Kurd ku divê bi lezgînî bê çareserkirin, yekîtî û hevkarî ye. Lewra, em dizanin ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye, ji ber vê taybetmendiya xwe jî ne mimkun e ku ji aliyê rêxistinek an jî xeteke siyasî ve bête çareserkirin. Divê em hêzên xwe bikin yek, li ser rastiyên hevbeş em kar bikin û em vê nîşanî dost û dijminan bidin.

 

Bi vê minasebetê, spasiya xwe pêşkêşî hemû beşdarên vê konferansê û wan kesên ku keda wan di amadekariyên vê konferansê de heyî, dikim û serkeftin dixwazim.
16.03.2012

 

Ramazan MORAY

Serokê Komeleya Çıra ya Diyarbekir
Monday, March 19, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar