|
Li Wuppertalê şahîya Newrozê bi coş hate pîroz kirin
|
21ê Adar a 2012/15:00
IKV-KOMKAR îsal jî di 20 ê Adarê da li Wuppertalê cêjna netewî ya Kurd Newrozê, bi serbilindî û serfirazî û bi coşek mezin pîrozkir. Gelek Kurdên der û dorên Wuppertalê beşdarê şahîya Newrozê bûn.
Dema Nû Wuppertal
Bernameya şahîya Newrozê bi du ziman hat peşkêş kirin, modaratörê şevê endamê KOMCİWAN’ê Zînê bi kurdî û Ronas jî bi Elmanî hate vekirin. Berê, ji bo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê û bi xwendina sirûda Netewî “Ey Reqîp” despê kir.
Paşê ser navê IKV-KOMKARê axaftinek hat kirin. Berpirsiyarê IKV-Komkar, ser dîroka Newrozê agahdarîyek qurt da guhdaran. Paşê berpirsîyarê PDK û berpirsîyarê Corajê axaftinek kirin. Tev axaftwanan bi kurtî wuha gotin:
„Newroz di dîroka Kurdistanê da rojek bi rûmet e, rojek pîroz e.
Newroz sersala Kurdan e, destpêka buharê ye û cejna netewî ye.
Newroz bo me kurda Azadi û serfirazî ye.”
Şahiyê da mesajê Sekreterê Gistiyê PSK- Mesud Tek û mesajê Serokê KOMKAR-ÊU Kovan Amedî jî hat xwandin.
Şev bi Agirê Newroz, bi def û zirne gruba Eli Bakî û Özgür coş bu. Paşe şev bi coşek mezin bi kilamênên Zazakî Rabia , dengbej Yilmazê Seydo geş bû. Beşdaran di pêş salonê da der û dora agirê Newrozê da govend girtin.
Şahiya Newrozê di Radyo ya Denge Azadî da bi alîkarî ya DJ Ayhan va zindi hat veşandin.
Tev beşdaran, mêr, jin û zarok bi hev ra şevek xweş û bextewar derbaskirin.
|
|
Wednesday, March 21, 2012
|
|
|