Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Li Denmarkê konsera Şivan Perwer
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Salihê Omerî: Sîya Darê Weke Xwe Namîne…

Ev dinya gelek kevine, gelek desthiledarîyên zordest, barbar faşîst û împarator dem bi dem ji holê rabûne. Cîhê van desthiledarîyên zordest û faşîst desthiledarîyên demoqratîk û mirovatî girtîye, çerxa van desthiledarîyan zordest çiqas jî hêdî hêdî hate guhertin, lê em dinerin ku guhertinên gelek mezin di vê dinyaya ku em lê dijîn dibe.

 

Weke mînak, welatên Ewrûpan ku barbarîya li van welatan hebû li tu derê dinyayê tunebû. Mesele welatê swêdê ku bav û kalên wan Vîkingî bûn zulmik mezin dikirin, heta dibêjin ku goştên merivan jî dixwarin.

 

Lê em dinerin ku ana welatê swêdê welateke din dinyayê de herî welatê demoqrat û mirovane. Welatê Sowyeta mezin heftê û pênc (75) sal desthiledarîyek sosyalîst berdewam kir, lê rojik wê hat û çerxa dolaba vê sîstema wê hate guhertin û çardeh panzdeh (14-15) komar jê çêbûn û bi dehan jî otonom-ozerk xuliqîn.

 

Belê ev dinya çerxa wê têye zîvirandin, ”sîya darê weke xwe namîne” em îroj li welatên Ereban ku dibêjin, (bihara erebî) jêre dibêjin, guhertinên mezin têne kirin û pêk tê. Em li misrê, lîbya sûdan û ana jî di devê topê de jî sûrî heye, ku weke ava şelalê zû diherike, desthiledarî rejimên dîktator têne guhertin. Êdî ev çerxa dinyayê di vê dema herî nêzîk de guhertinên mezin têne kirin.

 

Bêguman li Tirkî jî, gelek guhertinên berbiçav heger têra gelê Kurd neke jî, lê meriv dikare bêje, piştî desthiledarîya hikmê AKPê û bi vir de,  trt şeş bîstûçar seet weşanaxwe dike, li çend bajarên Kurdistanê weke bajarê Mêrdînê, Colemêrgê, Wanê, Dêrsimê, D.bekrê hatine vekirin û meriv dikare bêje diwarê gelek kirîterên mirovan pêk tîne. Vana gelek tiştên başe, divê ku meriv jî bibîne. Dijminê meriv jî wextê ku tiştên baş kir divê meriv bêje başe, lê neyê lîskê. Tiştên ku hikmê AKPê dike ma têra gelê kurd û xwestekên gelê Kurd dike, bêguman na, divê ku gelê Kurd bighê heqê xweye netewî, heqê gelê Kurd çarenûsa xwe bixwe dîyar bike. Lê li gor şert û zirûfên dinyê û welatê xwe û herêmê komarek federatîf li ser asasê weke hev bê kirin li tirkî, feyda tirkan jî heye û ya Kurdan jî heye û ya gelê herêmê jî heye.

 

Ev hikma AKPê bi ser gelek dezgehên komaraêve yên dizî ku dibêjin, Ergenakonêve, dewleta kûr, generalên ku derbe çêkiribû û JÎTEMê failî mehçûlên ku hatine kirin çû. Ev jî berhemên vê hikma AKPê ye. Divê ku em Kurd jî vana bibînin. Ber ku bi salane partîyên me yê sîyasî yên Kurdan digotin, ana jî desthilatdarîya AKPê dike û bi ser van çavsoran barbaran de diçe, ev tiştên gelek başin, divê ku em jî bibînin van destkeftîyan…

 

Ez dibêjim ku ana dewlet ji apocîyanre bêje werin ha ji we hûn Kurdistanê bi rêve bibin. Lê wê apocî bêjin na em bi vî hawayî qebûlnakin. Divê ku şer hebe, devliheb´vî habe, însan bêne kuştin, herderê wêranbibe. Yanî apocitî û yên wan bi rêve dibe, nexema wane welat azad bibe yan ne be. Ji xwe ji kêre xizmetê dikin, tenê serkirdayeta apocitîyê dizane, yên bi dû wan de meselê nizanin, yên ku pê dihisin jî yan têne kuştin yan jî bê deng dibe…

 

Ana hinik rêxistinên ku ji xwere dibêjin emê Kurdistanê azad bikin hene. Ê başe daxwazîya rêxistinên me kurdan bi rastî jî azadîya gelê kurde, yan jî berovajî beravêtina azadîya gelê kurde. Ez tiştê ku dizanim hemû partî û dezgehên me Kurdan ku hene, gelekên wan weke hev difikirin di warê azadîya gelê xwe de. Hinik jê dixwazin serxwebûna kurdistanê û hinik jê jî di xwazin federatîf sîstem. Bêguman ev hemû nerîn û bîrûbawerî cîhê kêfxweşîyê û bawermendîyê nin. Lê rêxistina apocitîyê wexta ku derket holê serxwebûna herçarperçên Kurdistanê dixwest,  pêre digot jî digotin divê rêxistinên ku hene yê Kurdî  ji holê rabin wêçaxê em baş xurdibin, ji ber vê yekê jî şerê hemû rêxistinê kurdan kir û heval hogirên wan kuştin, şerê navbêna apocîyan û hevalên KUKê de bû sebebê bi dehan şoreşger hatin kuştin.

 

Desthiledarîya AKPê bi xwe dibêje, Newroza îsal divê ku di wextê xwede bêye pîrozkirin, ango di 21ê adarê de. Lê kurdên ji xwere dibêjin, em apocînin, wey çawa desthiledarîya hikmê AKP yê dibêje, na emê weke xwe bikin. Îsal di Newroza îsal de 2012 an de, li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê de, bi şêweyeke tevlihevî hate lidarxistin cejna Newrozê, di van bajaran û bajarokan gelek kes hatin girtin, hatin birîndarkirin û hinik jê jî, ji sivîlan û polîsan hatin kuştin. Başe ma ku di wextê xwede bê pîroz kirin cejna Newrozê ne baş tir bû… BDP ya gote ev çawa gotine ku desthiledarîya AKPê bêje û em jî weke wan bikin, ev ne di hizra medeye, em qebûlnakin, emê newrozê heft rojan berdewam bikin.

 

Bi raya min, alîyê BDPê ku ev tiştên weha kir nedicîye, divabûya ku ne weke AKPê bikirina û ne jî bi serê xweye hişk bikirina, divabûya ku BDP yan Newroz di wextê xwede, yanî êvra bistûyekê (21) adarê de, agirê xwe dadana û bîstûyekê adarê jî şahîya cejna Newrozê bibîna nebaştir bû. Ji dêvla ku kes hatin girtin û birîndar bûn, der û dor hate wêrankirin û mirov û polîsên hatin kuştin.

 

Em Kurd divê ku cejna Newroz di wextê xwede çêkin, ango êvara bîstûyekê Adarê agir tê dadan û bîstûyekê (21) adarê  sibehê gel derdikeve seyrangeha û çolê. Di bîstûyekê adarê de,   gelê amadekarîya xwe ku here çolê cejna xwe ya Newrozê pîroz dike, cil û bergên xwe ye xweşik li xwe dikin, kal pîr, jin mêr, keç û xort. Amadekarîya xwe ye xwarin û vexwarinê dikin. Ji xwere li seyranghê direqisin û govendan digerî nin.

 

Bi vê minasebeta cejna Newrozê ya sala 2012 an  li hemû gelê xwe ye Kurd pîroz dikim, serfirazî û xweşîyê daxwazdikim.
Saturday, March 24, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar