Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Li Denmarkê konsera Şivan Perwer
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Barzanî hêlên serekî yên stratejiya reforman eşkere kir
27ê Adara 2012ê/10:00

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hêlên serekî yên stratejiya reforman li Herêma Kurdistanê eşkere dike û amaje bi wê yekê dide ku hevwelatî, rewşenbîr, pispor û rêxistinên civaka sivîl dikarin bi nerînên xwe vê stratejiyê dewlemend bikin.

Dengê Azad/Hewlêr


Ragihandina serokatiya herêma Kurdistanê ya li ser hêlên serekî yên stratejiya reforman li herêmê:


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hêlên serekî yên stratejiya reforman li Herêma Kurdistanê

Derbarê projeyên çaksaziyê de ku me di Newroza par de xalên serekî yên wê ragihand û niha jî kar li ser çendîn dosyeyan hatiye kirin û berdewam e, îro ez dixwzim ji we yên birêz re rabighînim ku me qonaxeke baş derbas kiriye, ji ber pirseke girîng wek çaksaziyê bi hemû waran ve girêdayî ye û ji encamdanê jî pêdivî bi kar û xebata hemû aliyekî heye. Lewra ev demeke em bi amadekirina planeke stratejîk a niştimanî bo çaksaziyê ve mijûl in.

Îro ez hêlên serekî yên wê stratejiyê ji we re radighînim û piştre jî dê naveroka tevahiya stratejiyê bo raya giştî ya Kurdistanê bê ragehandin; Ji bo ku hevwelatî, rewşenbîr, pîspor û rêxistinên civaka sivîl bi bîr û nerînên xwe dewlemend bikin, dê nêrîn û fikra her kes û aliyekî bi girîngî bê wergirtin ku piştre jî pêşkêşî Hikûmeta Herêmê û aliyên peywendîdar dikin, da rê û şivîleyên pêwist bo cîbicîhkirina wê bên danîn.

Bê guman ew stratejiya nîştimanî pişta xwe bi çend hêlên giştî girêdide. Ew hêl jî ji xeynî ku dibin hevkar bo peydeçûna proseya çaksaziyê û berfirehkirina wê, di heman demê de sedemên çêbûna gendeliyê jî ji holê radikin. Bêguman evna jî bi hevahengiya di navbera hemû alî, sazî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê de dibe.

Yekem: Ev stratejî pişta xwe bi van bingehan girêdide:

1- Bidestanîna şefafiyet û peyrewkirina wê di hemû waran da.
2- Berfirehkirina bingehên beşdarbûna di îdareya herêmê de û cîbicîkirina bingehên lêpirsîn û peydeçûnê.
3- Karkirin ji bo pêkanîna desthilatdariyeke baş ku çaksazî ji jorê ber bi jêr ve bê kirin, li gel mîsogerkirina dadperweriya civakî.
Duyem: Hêlên giştî yên stratejiya çaksaziyê van waran li xwe digirê:
1- Reformên Siyasî:
Bihêzkirina proseya hilbijartina azad li ser bingehê şefafiyetê di temwîlkirina partiyên siyasî de û eşkerekirina jêderên dahat û peyrewkirina prensîpên pêşbirkê.
2- Desthilata teşrî'î û dezgehên çavdêriyê:
a- Çalakkirina çavdêriya parlamento li ser hemû astên desthilatê li herêmê û pêdaçûna wan yasayên ku pêwîstiya wan bi serrastkirinê heye.
b- Derxistina yasayên rûbirûbûna gendeliyê.
c- Rêkxistina Dezgeha Çavdêriya Darayî û damezrandina Dezgeha Nezahe ya herêmê da dest bi karên xwe yê rûbirûbûna gendeliyê bikin.
3- Serweriya yasa û serbixweyiya dadwerî:
a- Bihêzkirina serweriya yasa bi rêya xurtkirina serbixweyiya desthilata dadwerî û cîbicîkirina yasayan û peyrewkirina prensîpên dadperweriyê.
b- Rêkxistina desthilata dadwerî bi awayekî ku bi bandor û destpak be, parastina hevwelatiyan misoger bike ji wan kesên zêdegavî û tecawiza desthilata xwe dikin.
c- Bidestxistina serbixweyiya dozgeriya giştî û rêkxistina wê ku bi awayekî baştir xizmetê bike û kar û erkên xwe birêve bibe.
4- Reformên Îdarî:
a- Peydeçûna hemû sîstema xizmetguzariyên giştî ku ji aliyê hikûmetê ve bo hevwelatiyan tên pêşkêşî kirin wek; Tendirustî, perwerde û fêrkirin, nîştecîhbûn, bajarvanî, xizmetguzariyên bingehîn wek av û elektrîkê, rê û cade, veguhestin û gihandin, sotemenî, enerjiû hwd...
b- Rêkxistina wezîfeya giştî bi awayekî ku xwedan şiyan û jêhatîbûnê bike bingehê damezrandinê, pile bilindkirin û dabînkirina kirê û mûçeyên rasteqîne.
c- Mîsogerkirina mafê beşdarbûna hevwelatiyên Kurdistanê di rêvebirina karûbarê giştî de wek mafekî hevwelatîbûn û bidestxistina derfeta wekheviyê bê cûdahiya cor, çîn û alîgiriyê.
d- Şopandin û ji holê rakirina binpêkirinên di warê (damezrandin û bilindkirina pile û xanenişînkirinê de).
5- Çaksaziya Darayî û Aborî:
a- Dariştina siyaseteke aborî ya maqûl ligel aboriya bazarê.
b- Damezrandina sindoqa dahatên herêmê û baştirkirina îdarekirina budçeya herêmê.
c- Nehiştina bandorên du îdareyî li ser budçeya giştî.
d- Rêkxistina veberhênanê daku di xizmeta hevwelatî û aborî de be.
6- Rêxistinên Civaka Sivîl:
a- Di proseya çaksaziyê de beşdarîkirineke çalak a rêxistinên civaka sivîl.
b- Mîsogerkirina mafê gehiştina zanyariyan ji bo hevwelatiyan, kanalên ragehandinê û rêxistinên civaka sivîl.
7- Pêşmergeyên Kurdistan û Dezgehên Ewlekariyê:
a- Berdewambûna pêngavên niştîmanî bo yekgirtina Pêşmergeyên Kurdistanê û dezgehên ewlekariyê. Di vê derbarî de hewlên ciddî hene daku proseya yekgirtina van her du dezgahan berî dawî hatina îsal bigihe encamekê.
b- Girîngî pêdaneke hêja bi van her du saziyên niştîmanî yên girîng di warê pîşeyî û guzeranê de, ligel mîsogerkirina pêdiviyan, ji bo Herêma Kurdistanê damezrandina hêzeke berevanî û ewlekariyê ya nûjen.

Di dawiyê de daxwazê ji her kes û aliyekî dikim, ji dêlva li xwe û berjewendiyên xwe bifikirin, divê êdî li paşaroj û berjewendiyên bilind ên welat û nifşên paşaroja me bifikirin, ji ber bi bê parastina berjewendiyên bilind, tiştekî li vî welatî parastî nabe û her çi destkeftên me hene dikevin ber êrîşa jinav çûnê, evna jî ne mimkune ku em berjewendiyên bilind ên welat, berhema xwîna şehîdan û qurbanîdana bi dehan salan ên gelê xwe bikin qurbana berjewendiyên çend kesan.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
26/03/2012

Tuesday, March 27, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar