Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Li Denmarkê konsera Şivan Perwer
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Wezareta Pêşmerge: “ Çi binkeyên MOSADê li Kurdistanê nînin”
27ê Adara 2012ê/11:45

Wezareta Pêşmergeya Herêma Kurdistanê nûçeya rojnemaya îngîlîzî Sunday Timesê derew derxist ku îdia kiribû MOSAD binke li Herêma Kurdistanê heye û ji wir çavdêriya bernameya etomî ya Îranê dike.

Dengê Azad/Hewlêr


Wezareta Pêşmerge îro bi ragihandineke resmî, nûçeya Sunday Timesê derew derxist û diyar kir ku ew wan gotegotan red dikin ku dibêjin li herêmê binkeya MOSADê heye û ji wir diçin nav axa Îranê û çavdêriya bernameya etomî ya Îranê dike.

Wezareta Pêşmerge bang li rojnameya Sunday Timesê kir ku serdana herêmê bikin û ji nêz ve bi çavê xwe bibînin ku tu binkeyên MOSADê li herêmê nînin.

Li gor ragihandinê, ku ji zarê Cebar Yawer hatiye belav kirin, herêm çi têkiliyeke dîplomatîk, leşkerî, bazirganî û ewlekarî digel Îsraîlê nîne û kengî Iraqê têkilî bi Îsraîlê re danî ew jî dê digel wî welatî têkilî daynin.
Tuesday, March 27, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar