Ev mirovên ku îşkence dîtibin, ma gelo çawa dikarin dîsa bibin perçeyek ji vê dinyayê?
Ji ber ku îşkence metodeke ku mirovatiyê dikuje… dij-mirovatiyê ye.
***
Mirovekî ku îşkence (hingavtin) hatibe serê wî, ev tucar nabe mirovêkî wek berê. Îşkence jiyana mirov ser û ber dike. Ev dibe birîneke reş û xedar, birîneke ruhî ya herdem, her roj, her seat li ber cavê wan mirovan ev wenê wek filmekî derbas dibe. Ev bûyer di nav mejûyê mirovan bi cih dibe û tucar jî winda nabe…
Ev mirovên ku îşkence dîtibin, ma gelo çawa dikarin dîsa bibin perçeyek ji vê dinyayê?
… ji ber ku îşkence metodeke ku mirovatiyê dikuje… dij-mirovatiyê ye.
Mirovêkî ku 12 salan di girtigeha Tirkiyê de maye û niha ji aliyê psîkolojî ve tê dermankirin li ser îşkencê û jiyana xwe wiha dibêje: „ez nikarim wan bûyeran ji bîr bikim. Ciqas ez sax bin jî, ez wek biyaniyan di dav malbat û gelên xwe de dijîm. Ez nikarim hinek ji hestên xwe bi mirovên ku îşkence nedîtibin parveve bikin. Ji wexta ez hevalên xwe yê girtî jî dibîm, em ji hev şerm dikin. Ev tiştên xirab ku hatibun serê me û me di nav şerm û bêdengê de dihêle. Ji sedemê vê îşkence ez germîtiya ziman, gotin û hevokan hîs nakim. Ez berê nivîskar bum. Her gotin ji min re wek kêreke tûj e ku zimanê min diqelêşîne… zimanê min, gotinên min bê mane ne, ev jî ji bo min mirin e.“
Rejima 12ê Êlûnê heta îro sazumaniyeke li ser tirs û zor, kotek û îşkenceyê amade kiribû. Ev sistemeke dij-mirovatiyê (deshumanisation) heta îro jî bandora xwe li ser hemu milet û koman li Tirkiyê hiştiye.
Nifşek, ango bavek, ku ev îşkence dîtbû, ji xwe rehabîlîte nebû. Piraniya vê nifşê niha jî cûye ser dilovanya xwe. Ev nifş bi kul û kederên xwe, travamayên giran, bê gotineke lêborin ji me veqatiyan.
Tito de Alencar, yek ji qurbanê rejima Pinocet dibêje ku wexta wi ji leşkerêkî pirs kir kû cima wî wiha diêşine, ev bersiv da: “Emê te di hundirê te de tune bikin, ji ber ku em dizanin, ku mirov çawa tiştên wiha dikin û ji derve jî laşê te vê pir baş xuya be. Ku tu di bin îşkencê de nemirî jî, tu tucar me ji bîr nakî û jiyana te ya paşeroje heta mirinê vê bibe cehnem.”
Ku mirovek bikeve baweriyêke ku hêzek an jî mirovek dikare li ser yekî zilm û zorê bike, laş û rihê wî perce perce bike û hêviya berxwedana jiyanê kem bibe… ev bixwe mirin e.
Herwiha bi îşkencekirina yek miroveki him eşkere him jî di bin zayinî de civak hemû tê îşkencekirin. Tirs, pasîfkirina gel, tunekrina ramanê mirovan û dijberî û afirandina dijminatî di nav gel û rêxistinan de xwe armanca vê rejimê bû.
Divê mirov rastiyê jî bibêje, ev rejim di pir waran de jî serket.
Em hemî dizanin ku rejima 12ê Êlûnê û pişt re jî, işkence li mirovan ne tenê ji bo destxistina enformasyonan dikir û dikin. Armanca polîs û lêşkerên ku işkence dikirin xema wan ne li ser axaftinan girtiyan bû. Wan dixwest wan mirovan hemdem bê deng bikin. Wiha jî, dixwestin ne tenê wan qurbanan bê ziman, bê deng kirin, wan dixwest civata Tirk, Kurd, hemû mirovan bê deng bikin.
Tabûyek wek şemziyeke reş, wek xewneke giran û kabûsekî xwe berdayê ser hemû civakên li Tirkiyê.
Wan dixwest milet di nava behra tirsê de bifetsînin.
Ev metodê tirsê jî bê guman ev rejîm ji aliyên „pîsporan“ , wek yê CIAê ve girtibûn. Di nivîseke pîsporê CIAê, Dirk Schrader, di sala 1978 an de li ser tirsê wiha nivîsandiye:
„Hemû mirov xwedî tirs in. Ev tirs ji zarokatiya wan peyda dibin. Ev tirs dive dîsa werin bîra wan. Minak hinek tirs hene, ku ev li gel hemi mirovan peyda dibin: Tirsa ku werin birîndarkirin, werin tecavuzkirin, kor bibin... . Hemî mirov reaksyon dijî behna xirab wek gû, qelaşkirina goştê mirovan, xwîn, nav û dil, gemarê ûhwd. nîşan didin. Her civak ku wan tiştan dizane, herwiha ji doxtorna jî ditirsin. Lewra mirov dikare bi dermanan jî, bi behna alkohol û dermanên dinê mirovan bitirsîne. Divê hûn ji bîr nekin, em li ser psikolojiya mirovan dirawestin… Zanebûna xwe li ser qebulikirina mirovan ku bawer dikin ceza heq kirine bi kar bînin.”
Dewleta Tirk bi hemi saziyên xwe ve amadeye ku dijî vê tirsê derkevin û dermanekî aşîtiyê û aramî ji bo hemû mirovan û miletên wek Kurd, ku bê sînor hat qurbankirin, bibînin?
Ez nizanim ku bi çiqas cesaret û dirustî dixwazin kirinên rejima 12ê Êlûnê bê sînor deynin li ser masê û hertiştî eşkere bikin.
Ev operasyoneke mezin e. Di ve operasyonê de ji xeyan Kenan Evren pir mirov, hetas sistema dewletê bixwe dikare têkeve nav koma yê.
Ma gelo dewlet dizane çi dike?
An jî tenê ev tenê dixwazin bi sembolîk perceyekî tarî di dîroka pirtûka dewleta Tirkiyê bigirin. Ku wiha ev, ev cîn û pêrî yê 12ê Êlûne we tucar bernadin.
Bila şaş neyê têgihiştin, dadgehkirina rejima 12ê Êlûnê tiştekî giring e û şans dide civakê ku hêdî hêdî dest bi rehabilitasyonê bike.
Lê ez bawer nakim, ku qurbanên vê rejime tucar dikaribin werin rehabilite kirin. Ji xwe jî piraniya wan mirovan cûne ser dilovaniya xwe.
Lê dîsa jî, ez ne Bawer im ku dewleta îro û civaka Tirkiye bi gelemperî têghiştiye ku çi hatiye sere wan. Heta mirov û kom li Tirkiyê hene ku rejima 12ê Êlûne diparezin. Bi sloganê “ji bo perjewendiya welat” her tiştî dipejrînin. Lê divê neyê ji bîr kirin, ku ev rejim heman deman perjewendiyên dewletê neparastiye. Ev rejim, mirov işkence kirine, mirov kuştine, malbat, cih û war tunek kiriye, çanda mirovatî û aşitiyê xistibû û xistiyê bin piyê xwe.
Dewleteke dij-mirovatî dibe dewlet?
Bê guman na!
Ev rejim çawa dikare vê hesabî bide?
Ev bê guman nikare.
Tu kes nikare hesabê mirinê, êşê, tunekirina raman û qirikirina hêviyan bide.
Ev prozesa dadgeha 12ê Êlûnê belkû hinekî, lê pir kêm, bibe hewldana dermankirina vê civakê ye.
Ev jî tenê sembolîk têr nake, lê ji nînê çêtir e.
Wiha tê xuya kirin, ku divê em hemû fer bibin bi wan êşan re, bi vê tradejiyê re bijîn.
Ku em dikaribin bi hev re, Tirk, Kurd, Ermenî, Laz, Cergez û hwd. li ser wan êşan, bê ideolojî, biaxifin, hev guhdar bikin, rêz ji qurbanên ve rejima dij-mirovatî bigirin, êdî ev serkeftineke mezin e.
www.agendakurd.com