Ber êvê ku em behsa xewna xwe bikin, dest li ser wê nuça ne rast û bê bingeh ku di medya Kurdî da û her wusa di medya Tirkan da cihekî berçav girtibû, bînin bîra xwe.
“ Yekîtiya Futbolê ya Cîhanê (FİFA) piştrast kir ko Yekîtiya Futbolê ya Kurdistanê ne endama wê ye. Serokê Yekîtiya Futbolê ya Kurdistanê jî diyar kir ko rêxistina wan ne endama FİFA yê ye û ne jî doza endametiyê kiriye.”
Beşa kurmancî ya malpera Aknewsê, di nûçeyeke xwe de nivîsand ko Sekreterê Yekîtiya Futbolê ya Kurdistanê, Selam Husên gotiye, ko FİFAyê taxima futbolê ya Kurdistanê "bi fermî qebûl kiriye". Lê belê Selam Hisên ji Rûdawê re eşkere kir ko ev yek ne rast e û got:
“Min got ko taxima Kurdistanê dê li Filistînê beşdarî dewreyeke futbolê bibe û ko ev dewre li jêr sîwana FİFAyê tê kirin. Min negotiye ko em ji aliyê FİFAyê ve hatine qebûl kirin.”
Selam Hisên got taxima futbolê ya Kurdistanê dê ji 13 ta 22’ê Gulanê li Filistînê beşdarî pêşbirkeke futbolê bibe. Ji bilî taxima Kurdistanê, dê taximên Filistîn, Tunis, Urdun, Pakistan, Endunezyayê û Murîtanyayê beşdarî vê pêşbirkê bibin.
Peyvdarê FİFAyê ko navenda wê li bajarê Zürich yê Swêsrî ye ji Rûdawê re piştrast kir ko Kurdistan ne endama FİFAyê ye û got: “Em Kurdistanê nasnakin. Tenê İraq endama me ye.“
Ev nuçeye bûbû sedemê vê tirsekê, ku di ser pêykerê hêzên dagîrker ê Kurdistanê da dagirtibû û bi hevra rabûne ser pîyan û bi hevra digotin: Aha Kurdistana serbixweyî avabû, Kurda dewleta xwe ragihandin…
Lê belê gelek nekêşa, ku FİFAyê aveke sar di laşê wana yê kelî da reşand û ew vegerandine ser rewşa xwe ya caran.
Dîsan hemûyan bî vêkra gotin; şukir ji Yêzdanê mezin ra ku ew ne rast bû. Hemîyan berê xwe dane hevdu û hevdu hêbêz kirin, cejna ne rast bûna wê nuçeya belabexş li hevdu pîroz kirin.
Lê her dîsa hemû hizr û hişên wana li ser bizavên Hewlêra qela û minare û Parlemana Kurdistanê ye.
Dema ku Serokê Dewletên Yêkgirtîyê Emerîkayê Obama pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir, ku bi fermî gazî kiribûn û rêzdar Mesud Barzanî wek serok dewlet hate pêşwazî kirin, xewa dagîrkerên Kurdistanê revandibû, her wusa bi tirs û lerz guhdarîya nuçên taze dikirin.
Belê ez neveşêrim, ez jî wekû her Kurdekê dilsoz û welatperwer bi vê nuçeya ne rast dilgerm û serbilind bûm. Lê belê dema ku Rudavê rastîya nuçe desteber kir û belav kir, min jî got heyif xwezî rast ba.
Ji ber ku xewna her Kurdekê ye, ku netewa Kurd ji bindestî û perçebunê da rizgar bibe û çarenivîsa xwe bi destê xwe bigire.Ew jî bikeve nava rêza dewletên serbixweye cîhanê.
Belê ev ê heviya me hemû Kurdan e.
Belê her wekû min got, eger ev nuçe her niha ne rast be jî, wê rojekê rast be û FİFA jî wê Kurdistanê û leyistîkvanên Kurd binase û Ala Rengîn wê bejna xwe hilde di nava alayên gel û netewên bira da.
Evê rastîyê dijimin bizdandîye û ew bizavên, ku dikin jî wek ku Soranî tê gotin peleqejîya mirina wana ye.
Ji ber ku pêlên berfireh û pir bi hêza tevgera netewa Kurd û doza Kurdistanê, bi çu hêzek û bendavekê nayête ragirtin.
Ev nuçe îro ne rast bû lê bê guman vê roj w ê bê.
Bila ew camêrên ku wan cure nuçana belav dikin, hişyartir bin, ne bi gora dil û miraza xwe, bi gor rastîya nucan belav bikin.