Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Li Denmarkê konsera Şivan Perwer
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Newroz Bawer: Înkar û nenasîn li ser kar e

Hewar û dengê Baasîyan li jêr her reng û dengekê da bin her kifş e.

Naverok û navka wana li ser nenas kirina çarenivîsa Kurd û welatê Kurdistanê ye.

Niha ji du alîyan ve bo me aşkiratir dibe ku ji ber çi Tirkîyê cih dide SNC (Meclîsa Niştîmanî ya Suryê).

Dibê careke din jî em li ser Kuştina Mîşel Temo bifikirin.

Pelixandin û piştguh êxistina tevgera rastexweya gelê Kurd û teror kirina kesatîyên serkirde di vê dozê da, miraz û armanca wana ye.

Ev bê sedem nebû ku tevgera netewa Kurd xwe ji nava refên SNC ê vekişand. Ji ber ku ewan her wekû Baasa şoven û regezperst li ser nenasîn mafê rewaye Kurdan hevdeng bûn.

Keremken serokê Meclîsa Niştîmanî ya Suriyê –SNC Burhan Xelîyûnî bi aşkirayî û bê tirs û şerm radigihîne, dibêje ;“li Suriyê deverek bi navê Kurdistana Surîyê nîne. … Her wusa Federalî jî xewnek e… filan û fîstan…

Ma gelo çi ferqek di navbera bîr û hizrên Serokê Meclisa Niştimanî ya Sûriyê –SNC cenabê Burhan Xeliyûnî û serokê dewleta Surîyê Beşar Eshad heye.

Ne xêr,çavkahnîya herdu alîyan jî vejîyandina baasa faşîst û şoven e.

ENKS û hemû Kurdên li Başura Rojavaye Kurdistanê dibê bersîveke law û şundaner bidine cenabê Xelîyûnî.

Hemû Kurdên Başura Rojavayê Kurdistanê dibê bi yêkdengî bersîva vê hizra genî û dem di ser da buhorî bidin.

Ew bersîv jî hevxebatîya hemû hêz û partî, kom û civatên sivîl yê kurdan e, lî wî parçeyî.

Her wusa dibê em Kurd li her cihê ku lê ne bi xasima lî derveyî welat dibê zextê lî wê hizra wana ya çewt û xeternak bikin, wana şermezar û rûreş bikin.

Eger ku ew îro wusa bi dengê bilind, ku hêj nebûne desthelatdar wan gefan li netewa Kurd dikin û Kurdistanê nasnakin, dema ku bibine xudan ferman wê çi bela bi serê me Kurd bînin.

Cenabê Xelîyûnî bi serê te û babê te Kurdistan heye û hem jî çar parçe ye û parçeyek jî ku em dibêjin rojavayê Kurdistanê, ew jî di bin destê bab û kalên te da dinale.

Belê dema tifaqa me hebe, emê bersîva wan bêbext û zordaran bidin.

Hita em hevkar û hevxebatîyê bi hevra nekin, em serdar û rizgar nabin.

Remzê serkevtina gelê me û rizgarîya Kurdistanê her tifaq e.

Yêkitî , yêkitî, her dîsa yêkitî….
Thursday, April 19, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar