Hinek caran birînek ku di cîhekî laşê insand a peyda dibe, divê ew birîn hê ku mezin û xedar nebûye bi dermanekî lêhatî û bi destên pisporan qenc bibe.
Eger ew birîn di waxtê de qenc nebe, an jî bi destên nezanan, an jî bi destên dilnexwazan ku li qenc kirinê bigerin, birîn hingî diçe mezin û xedar dibe, laşê wî insanî hemû dide ber xwe û bi xwera nexwaş dixe û bê feyde dike.
Da ew birîn bi xwe mezin û xedar be jê re dibêjin birîna azirî. Lê ew birîn ku bi destê hinek kesan bi zanebûn an jî bi nezanî ku mezin û xedar bibe, dibêjin filankes an jî filankesan ew birîn azirandine.
Mirov dikare kêşeyê civakî jî her waha wek birînan binirxîne; Civak, ji serdema koletîyê heta îro jî bi çînê cuda cuda çêbûye, bixwazî jî nexwazî jî, di nav civakan da kêşeyê çînî, civakî û sîyasî her dem rûdidin. Divê ew kêşe di waxtê de bên çareser kirin. Eger di waxtê de bi olexên gunce û kêrhatî neyên çareser kirin an jî bikeve destên nezanan û dilnexwazan, ew kêşe wek birînan mezin dibe xedar dibe û diazire an jî tê azirandin.
Kêşeya Tırkîye ya Kurd wek birîneke azirandî mirov dikare binirxîne; 100 salî zêdetir e kêşeyî kurd li Tirkîye wek birînekî ku bidin destê nezanan û dilnexwazan, ku heta îro jî pê lêyîstine nehîştine ku qenc be, hingî çûye azirandine û bandora wî gîhîştîye hemû gelên li ser vê erdnîgarîyê dijîn bi xwer e nexwaş xistîye. Ji ber vê yekê jî çareser kirina kêşeyê Kurd gelek dijwar e û zehmet ketîye.
Em dikarin navê kêşeyî kurd daynin "Birîna azirandî" ji ber ku ewa birîna bi xwe bi xwe ne azirîye, bi destên hinek kesan hatîye azirandin
Ew kesên ku ew birîn azirandine ma dikarin ewê birînê qenc bikin?
Bi bawerî û zanebûna min nikarin. Eger ew birîn ji destên wan xişîm an jî dilnexwazan dernekeve û nekeve destên pispor û dilsozan qenç kirinê bidin alîkî, wê birînê hîn pirtir biazirînin dawîyê da wê bibe şêrpençe ku qencbûna vî jî tu car nebe.
Bi salane kêşeyî Kurd (Birîna azirandî) alîkî va dewletê, alikî din va jî, hinek rêxistin û partîyên nezan an jî dilnexwaz, wek hirçan hildane nav lepên xwe pê lêyistine û hê jî pê dilêyîzin, her waha jî xistine wek gilokeke tevlihev û vekirina gilokê jî gelek zihmet e. Divê ewê ku ev birîn azirandine xistine rewşeke xirab, jiborîna xwe ji gel bixwazin daku gel jî wana bibaxişine.
Ger rêxistin bin, ger partî bin an jî kesê sexbixwe bin, ku vê rastîyê qebûl nekin, hê jî bêjin em rast in û pispor in, çareserîya vê pirsgirêkê wê bi destê me pêk bê, Bawer bikin wê ewê birînê hingî herin pirtir biazirînin, ku tu kes nikari be qenc bike, ji ber ku di destê tu kesî da çoyê bi sêhir tuneye.
Birîneke ku hatibe azirandin carekî da û bi derbekî nayê qenc kirin, Divê ew rê û olexên berê ku ew birîn azirandîye bên terk kirin, ji bo qenc kirinê, jêre rê û olexên nû û gunce bê dîtin da ku qenc kirina wê birînê pêkbê. Berê her tiştî ew tiştên ku li birînê bandora azirandinê kirîye, divê ji wan tiştan da destpêbikin, birînê ji bandora wan tiştên ne baş xilaz bikin, piştra dest bi tedawîyê bikin.
Ew birîna ku bi salan hatîye azirandin bi lez û bez qenc nabe, ji ber ku birînê ew laş gelek qels û lawaz xistîye. Ku ji bo qenc kirinê bixwazin bi lez û bez bikin, ew birîna azirî dikarê laş bi xwe ra bikuje jî.
Hemû pirsgirêkên vî welatî, bi taybet pirsa Kurd wek birînekî ku, bi destên nezanan û dilnexwazan hatîye azirandin,
Divê ewê ku ev pirsên vî welatî heta îro azirandine dest jê bikşînin, rê li pisporan û olexên kêrhatî vekin.
Eger di dawîyê da vê qencîyê bi gel re nekin, bi qasî ku ez dizanim ew birîna ku azirandine wê bikeve laşê wan bi xwe ra pûçke.