Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Li Denmarkê konsera Şivan Perwer
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Barzanî digel siyasetmedarên kurd yên li Bexdayê civiya
28ê Nîsana 2012ê/11:32

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî li Selahedîn digel nûnerên Herêma Kurdistanê li parlamentoya Iraqê û Hikûmeta Iraqa Federal civiya.

Dengê Azad/Hewlêr


Ajandaya civînê pêk hatibû ji behskirina rewşa giştî ya Iraqê û serdana vê dawiyê ya Serokê Herêma Kurdistanê li Amerîka, çend welatekî Ewrupî û Tirkiyeyê.

Derbarê rewşa giştiya Iraqê  de Serok Barzanî ronî xiste li ser encama hevdîtina şêwiriya duhî ku li navbera Serok Komar û Seyîd Muqteda Sedir û Serokê Lîsta El Iraqiye û Serokê Encumena Nûnerên Iraqê û bi amadebûna  wî ya  li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê birêve çû û bi hevdîtineke serkeftî wesif kir û teqez li wê yekê kir ku gelê Kurdistanê rola xwe ya berbiçav di berfirehkirina hevpeymaniya digel hemû pêkhatên dinê Iraqê da heye û carekî din jî dûpat kir ku ew rewşa li Iraqê heye ne bijardeya wan e û pêwîst e çareseriyeke rîşeyî ji bo bipiştbestina destûr û peymanan bê peydakirin.

Di mijareke dinê civînê de, nûnerên Kurdistanê li Bexda dîtin û nêrînên xwe yê sebaret bi rewşa aloz û tirsnaka Iraqê xistin rû û paşê jî serokên Fraksiyonên Kurdistanê yên li parlamentoya Iraqê (Hevpeymaniya Kurdistanî, Goran, Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê û Komela Îslamiya Kurdistanê) wan jî bîrûra û nêrînên xwe yê  li ser  heman rewşê xiste rû û piştî guftûgokirina hemû mijaran tekez li yek gotara gelê Kurdistanê kirin bi taybetî ya li warê ragihandinê da û hemû aliyek jî kok bûn li ser parastina yekrêzî û yek helwestiya gelê Kurdistanê û nûnerên li Bexdayê bi taybetî di asta meseleyên neteweyî û çarenûsazan da.

Li  gor beyanameya dawîn a civînê, di dawiya civînê de biryara van xalên li jêr hate dayîn:

1- Nirxandina wan pêşniyarên ji bo danîna mekanîzmekî xurt ji bo pêwendiya di navbera nûnerên Herêma Kurdistanê li Bexdadi gel Herêma Kurdistanê da ku ji aliyê Serokayetiya Herêmê ve hatibû kirin.

2- Ji bo danîna lîjneyeke bi dûvdaçûna karên aliyê Kurdistaniyan li parlamentoya Iraqê û Hikûmeta Federal de pêwendîkirina bi hemû Firaksiyonên Kurdistaniyan.
Sunday, April 29, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar