Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Rê û resma salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo li Goristana Père-Lachaise birêve diçe
Wênekarê kurd Mehmûd Celayir li Bonê Pêșengeh vedike
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Li Kurdistanê mezintirîn otela 5 stêrk hate vekirin
3ê Gulana 2011’ê/14:33

Li Herêma Kurdistanê  mezintirîn otela 5 stêrk hate vekirin ku nêzîkî 100 mîlyon dolar  tê çûye û ji 23 qatan pêk hatiye.

Dengê Azad/Hewlêr


Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, jimarek berpirsên hikmû karsazên navxwe û biyanî, konsol û nûnerên welatên dinyayê otela Divan li bajarê Hewlêrê hate vekirin ku budceya avakirina wê nêzîkî 100 milyon dolar e.

Piştî vekirina wê otelê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana hemû beşên Otela Divanê kir.
Otela Divanê 5 stêrke û ji 23 qatan pêk tê û gelek markayên dinyaye di nav de hene.

Rizgar Hesen Berpirsê Grûpa Şîrketên Sîma ku hevparê grûpa Şîrketên Eleganê ye, di vê mîjarê de got, “Karên avakirina vê otelê di sala 2006ê ji aliyê grûpa Şîrketên Elegan City ku ji jimarek şîrketên navxwe û Tirkiyê pêkhatiye, dest pê kir.”

Hesen teqezî li ser wê yekê jî kir ku ew otel li ser rûbera 43 hezar donim erdê ducar hatiye avakirin û ji 23 qatan û 228 odeyan pêk hatiye tevî 9 holên civînan û 4 xwaringehên dinyayî û nêzîkî 100 milyon dolar tê çûye.
Thursday, May 03, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar