Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Li Denmarkê konsera Şivan Perwer
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

HAK-PAR; “Divê Veysel Çelîk bê berdan”

17ê Gulan a 2012/09:00

 

Navenda Nûçeyan

Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PAR şaxa Amedê, ji ber revandina serokê AKPê a navçeya Pasûrê ji aliyê gerîllayên PKKê ve daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku beyî ku jiyana serokê AKPê yê navçeya Pasûrê Veysel Çelîk hêj zêde bikevê bin riskê, divê Çelîk ji aliyê gêrîlayên PKKê ve bê berdan.

Daxuyanî bi vî awayî ye;

 

 

JI RAYA GIŞTÎ Û ÇAPEMENIYÊ RE

 

Gerîlayên PKK-ê li devera Şênê ku di sînorê navçeya Pasûrê ya Amedê û Mûşê de ye, kontrola rê kirine û Serokê AKP-ê yê Navçeya Pasûrê Veysel Çelîk bi xwe re birine.

 

Wek kurdên welatparêz û hêzên demokrasiyê ku bi salan e metodên têkoşîna sivîl, demokratîk û aştiyane diparêzin; em nikarin li himberî astengkirina  azadiya takekesan, xistina jiyana wan a nav xeteriyê, bêdeng bimînin.   

 

Çawa  ku me bi salan e helwesta zîhnîyeta milîtarîst a desthilatdariya vî welatî ku dixwest me Kurdan derxe dervayî qada siyaseta sivîl û demokratîk; faşîzane û nedemokratîk didît, em helwesta gêrîlayên  PKK-ê ya bi vî rengî jî li dijî mafên mirovan û nedemokratîk dibînin.

 

Em wek Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) di vê bûyerê de xwedî fikareyên mezin in, beyî ku jiyana Serokê AKP-ê yê Navçeya Pasûrê Veysel Çelîk hêj zêde bikevê bin riskê, divê Çelîk ji aliyê gêrîlayên PKK-ê ve bê berdan û em daxwaz dikin ku hemû alî ji helwestên ku siyaseta sivîl dike nav alozê dûr bisekinin.

 

Em vê yekê bi rêzdarî pêşkêşî medya û raya giştî dikin

 

Vasıf KAHRAMAN

HAK-PAR

Partiya Maf û Azadiyan

Serokê Şaxê Amedê

16.05.2012
Thursday, May 17, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar