Bi gor medya Kurdi di dawiya vê mehê (Gulana 2012) da Konferansa Jinên Kurd li Hewlêrê dicive.
Niha va serfirazî ji bo Konferansa hanê dixwazim û kedarkên vê konferansê bi dil û can pîroz dikim.
Ne hewce ye niha li ser astengên li ber xebata hevbeş bisekinin. Lê divê bizanin ev yêk ne tenê nav me Kurdan, li her walatî û di nav her miletê da heye. Ji ber ku ne mirov, ne fikra mirov, ne perspektiva jiyana mirov û ne jî têgihiştina xebata mirov weki hev e. Ev cudahiya hanê yek ji sedemên proseya demokrasiyê û guhartinê ye.
Kurd jî hêdi hêdî vê yekê tedigihije û ji bo berjewendiya Kurd û Kurdistanê cehd dike, ku xebata hevbeş pêkbê.
Di quncikeka dilê her Kurdeki da hêviya xebata hevbeş û yêkîtiya gelê Kurd diji. Endazeya vê hêviya miqedes di dilê jinên Kurd da gelek bilind e .
Divê bê zanin li ser rêya tekoşina azadiya jinên Kurd di warê netewî, cinsi, çînî û şexsî tiji kelem, asteng, ramanên dij- mirovatî, demokrasî û azadiyê heye. Ji ber vê yêkê xebata hevbeş a jinan gelek pewîst e. Hêvîdar im Konferansa hanê bibe gaveka xurt di vî warê da.
Jinên Kurd ne tenê ji bo konferansan, herweha dibê ji bo armancên hevbeş jî bêne ba hev. Jinên kurd yên komunist, sosyalist, demokrat, walatparêz û dindar, ji bo zimanekî hevbeş, ji bo ala rengîn, ji bona azadî, demokrasî, edlayî û parastîna deskevtiyên netewî hêza xwe bikine yek û rengê xwe bidine xebata azadiya gelê Kurd.
Konferansa Hewlêr divê bersiv a pirsên jêrê bigere:
Di platformên internasyonal de em weki netewekî nayên naskirin, çima? Di çalakiyên international da em di nava delegasyona dagirkeran da beşdar dibin, an ji bi hustî xarî temaşe dikin, çima?
Çima Kurdistana Başur serxwebûna xwe ranagihine? Gelo astenga li ber wê roja pîroz, tenê dujminê der û dora Kurdistanê ne?
Gelo em kurd çima ji xelkê ra masîgir ji xwe ra kusîgir in?
Gelo çawa destê Kurdek diçe, ku Parlementoya Kurdistanê bide ber kevira? Ev çi vijdan e? Ev çi yêk e?
Dibê jin di Konferansê da dijî dek û dolabên, ku li ser Başura Kurdistanê hatine amade kirin, derkevin. Dengê xwe bi destê kê dibe bila bibe, dijî vê dujminatiya nav xwe bilind kin. Aktorên pilan û êrîşên hanê ya kîret bav, bira, mêr, kur û dilketî, ap, xal, nasê me jî bin, dibê em bi yêkdengî dijî vê namerdiyê derkevin, ji ber ku roj roja temaşe kirinê nîne! Bila destê jinan tu caran pêsira siyasetmedarên bê wicdan û xweperest bernede.
Ez hêvîdar im di Konferansa Jinan da, xalên ku ji bo berjewendiya jinên herçar beşên kurdistanê û jinên diyaspora ne, têne niqaş kirinê, biryarên pêwîst tê girtin encama serketina Kongre ji bona birûrayê giştî tê ragihandinê.
Ez her usa hêvîdar im, encama Konferansa Jinan bibe gaveka bi xurt ji bona Kongra Netewî. Êdi waxtê wi hatiye, ku halwesta „ez ezi“ cihê xwe bide tolerans, wekhevî û pirrengiyê.
Herusa hêvî dikim, ku di wê Konferansê da biryara amade kirina konferansa jinan ya navnetewî li Kurdistanê tê girtinê. Ji ber ku dibê em deriyê mala xwe ji bo xebatên international vekin, pira xebata hevbeş zêde bikin.
Divê em jî aliyê siyasî û aboriyê da Kurdistanê ji alozî biparêzin, rumeta Kurd û Kurdistanê li ser her tişti bigrin.
Ji ber ku Kurdistan Diya me ye!
19 Gulan 2012
Têbinî: Nivisa hanê berê destpêka Konferansê gihişti bû destê me. Lê belê ji ber problema tekniki ya serwerê em paş destpêka konferansê diweşinin.
Redaksiyona Dengê Azad