Şevên Tarî avisî tîjkên roja geş in.
Her dema ku tevgera kurd ber bi asoya serkevtin dice, li ser parastina destkevt û hevgirtina hevxebatî ya navxweyî da pêgir dibin, di cepê dagirkeran da tevgereke hov û dijî Kurd bilind dibe.
Bê guman desthelatdarên dewleta Komara Tirkîyê li ser bûyera Roboskî yê, gelek vekirî û zelal pêgirbûne li wê dîroka xwe ya ku li ser xwîn û wêranî û inkar û pişavtina netewe û kêmnetewên ne Tirk û ne îslamî da nişan dide.
Serokkomar û serok wezîr û bi giştî wezîr û gezîr û fermander û paşa û walî û aqilmed û oldar, bi kurtî rast û çepên kemalîst , li ser kuştin û mafnenasîna netewa Kurdan da hevdeng in.
Bi gotineke dinê nevîyên wezîrê navdarê Tirk Mamud Esad Bozkurt, her îro jî li ser kar in û wê stirana xwe bi rengekî din û bi dengekî dinê distirên.
Her wekû hûn jî dibînîn Idrîs Naim Şahîn wezîrê navxweyî yê Tirkîyê kuştin û qetlîyama Roboskî yê rewa dibîne û gefên xwe berdewam dike.
Serokwezîr dibêje : “Her beravêtinek, bûyera Roboskê ye “. Her wusa ev cenabê dibêje kêşa Kurd nemaye û hindek girîkên hevwelatîya Kurda heye û em wana jî safî dikin,“
Ez vê careke dine jî dubare bikim, ew helwêsta “ Belê, le ne bes e “ li hemberê pêngavên kû AKP avêtinî da rast û di cih da dibinim û mirov dibê rastîya bibîne û bi hunera mumkîn tev bigere.
Her gaveke ku di xizmete pêşve birina demokratize kirina civatê be û di rêka çareserîya girpêçkên sîyasî û civakî û netewî û çandî û çînayatî û cinsî da be, em piştgîrî bibin û wana wek destkevt bibînin, her wusa li dijî kiryar û helwêstên ne demokratîkî û şoven û dagîrkerî da berxwe bidin û helwêsta xwe bi zelalî nîşan bidin.
Ne her rojekê li bayekê lî miqamekê bibêjin.
Xweragirîya peykerê mirov ne li ser kezî û hestîyan leşê disekin, belkû li bawerî yê ye.
Dema xewn û bawerî û hîvên mirov wunda be, ew nikare berxwe bide û hebûna xwe beyan bike.
Dema ku pêlên xebata gelê kurd, xwe li singe berê qela û bejina desthelatdarên dewletên dagirker dikeve, dewletên dagirker, bê rawestan li ser pelixandin û ji beravêtina bizava rizgarîxwazîya netewa Kurd, bi hevra diêwirin û hevxebata xwe nîşan didin.
Helwêsta serokwezîrê Iraqî Nurî El Malîkî û Helwêsta Îdrîs Naîm Şahîn û Cenabê Qasimpaşayî, desthelatdarên Tahran û Şamê, wek em dibînîn her yêk tişt e.
Her çiqas bi zimanên Erebî, Farsî û Tirkî bê gotin , her yêk tişt e.
Eger ku Erebên Şîa îslamî be, Tirkê henfî mezehbê Islamî be, Ecemê fêhlbaz be. Her yêk gotinê dibêjin.
Ew jî li ser vê biryara xwe mukur dibin Ku kurd nebine deshelatdar û Kurdistan rizgar neb e.
Kurd di welatê xwe da qedera xwe bi destê xwe birêve nebin, Azad û bextewer nebin.
Mafê çarenîvîsa xwe bi destve ne înin.
Desheltdarên Şamê li ser xetên başura Kurdistana Azad da 15 xortên Kurd kustine, ev nuçe di van rojan da belav bûye. Tawanê wan xortana, ew e ku naxwazin bibine serbazên leşkerê Baasîyan û direvine Kurdistana Azad.
Serokê Meclîsa rikeberên Suryê, Burhan Xelîyûnî jî ev dijminkarîya li hemberê Kurda beyan kiribû gotibû li Suryê Kurdistan nîne.
Belê wekû em dibînîn deshelatdar û rikeberên wan dewletên kû Kurdistan di nav xwe da parvekirîne û li qeyd û benda dayîne, hema yêk reng û deng in.
Em pir dilgerm û bi serbilind in ku di Başura dilêr û azad da, yêkgirtina Kurda û helwêsta deshelata sîyasî ya hukumeta herêma Kurdistan ê û bi giştî bizava pir bi hesta netewî ya gelê me lî Başûrê, li hemberê Bexda û misoger bûna wan li ser parastina destkevtên netewî da.
Eger ku em kurd di mala xwe da tifaq nebin û rêzên xwe paqij nekin û li hev bawer nebin, wê terzên wek Mahmud Esed Bozkur û El Malîkî û hevbîrên wana wê her ya xwe bikin.
Ew jî pelixandina tevgera Kurd a û nenasîna mafê çarenivîsê ye.