Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Seyrana Kurdî
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Talebanî: “Min nameya jikardûrxistina Malikî îmza nekiriye”
6ê Hezîrana 2012’ê/22:02

Serokomarê Iraqê Celal Talebanî red kir ku wî nameya jikardûrxistina Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî îmza kiriye.

Dengê Azad/Hewlêr


Talebanî di daxuyaniyekê de ew nûçe derew derxist ku qaşo Serokomarê Iraqê nameya jikardûrxistina Malikî îmza kiriye.

Talebanî da zanîn ku wî lîsteyek bi navê parlamenterên ku daxwaz dikin bawerî ji Malîkî bê standin, wergirtiye û komîsyoneke serokayetiyê jî ji bo zanîna rastiya wan îmzayan pêk aniye.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî duhî di beyannameyekê de ku daxwaz ji Serokomarê Iraqê Celal Talebanî kiribû ku berevaniya destûra Iraqê bike û îmzayên parlamenteran ên ku hatine komkirin radestî lêkolîna tawanê bike ji bo ku  lêkolîn li ser rastiya wan dengan bê kirin.
Wednesday, June 06, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar