|
Malikî spasiya Talebanî kir
|
10ê Hezîrana 2012’ê/15:40
Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî ji ber helwest û pabendbûn bi destûrê, spasiya Serokomarê Iraqê Celal Talebanî kir.
Dengê Azad/Hewlêr
Malikî îro di beyannameyekê de da zanîn ku pêşhateyên hefteya borî nîşan daye ku rêya çareserkirina arîşeyên pêşiya prosesa siyasî, tenê pabendbûna bi destûrê ye.
Malîkî teqezî li ser wê yekê kir ku birêz Serokomarê Iraqê Celal Talebanî bi berpirsiyarî wek parêzvanê desturê tev geriyaye û nehiştiye ku ezmûna demokrasiyê ji hev bikeve.
Malikî di beyannameya xwe de got; “Bi vê helkeftê ez sipasiyên xwe û rêzgirtina xwe ji bo rola ku birêz nîşan daye pêşkêş dikim”.
Malikî di dawiya beyannameya xwe de careke din bangewaziya hemû aliyên siyasî kir ku, ji bo gotûbêjkirina nakokiyan û destpêşxeriyan divê ew bi gihaneke berpirsiyarana niştimanî û bi hevre li ser mêza diyalogê bicivin û çareyên guncan bo avadaniyê û avakirina welêt bibînin.
|
|
Sunday, June 10, 2012
|
|
|