Dema ku ew çû goştê sîpî kişiya ser deqa çavên min, herdû çavên min sîpî bûn.
Dema ku ew çû, min bi çûyîna wê bawer nekir, çavê xwe geş vekirin li derdora xwe mêze kir.
Çi qas hêviyeke vala be jî, hêvî, dîsa hêvî bû, di nav ramanê min de, bawerî hebû da ku dibe ez disa wê bibînim.
Bi sedema vekirina geş, çavê min perçifin, mezin xuya dikirin li suretê min.
Lê roj bi roj baweriya min bo careke din ditina wê li min sist bû, perçîna çavên min damirî, hêviya dîtina wê, min hêdî hêdî bihûrî.
Çavê min piçûk bûn, li suret da, kûr de çûn û pûçbûn.
Hêsir di çavên min de, wek lehî û sêlava havînê bêwext hatin xwarê.
Laşê min wek axa havinê, ay ku di bin bandora tîrojên rojê de qeliyayî, xwest hisrên di çavên min da tên bimije.
Lê hêsir û lêhiyên çavên min jî wek çûyîna wê bêwext bûn.
Çûyîna wê; çûyina bêwext, por li serê min sîpî kir.
Li suretê min şaxên nu derketin holê, bin çavên min daliqîn, bejin li min tewat, ling li min bê qidûm kirin û ez stûxar hiştim.
Çûyîna wê; nêrîn û dîtinên min guherandin.
Bû wek ewrekî reş kete ber tîrojên rojê, êdî jiyan gewre bû li ber çavên min.
Êdî ez gewr dibînim tîrojên rojê, erd û esman li ber çavên min gewirîn.
Berbang gewre, nîvro gewre, êvar gewre, şev gewre, şevîn gewre, tarî, ronahî, gerdûn gewirîn.
Çûyina wê tema devê min guherand.
Xwarin û vexwarin li ser zimanê min êdi tenê temeke tel dihêlan.
Şor tel e, şirinahi tel e, tirş û tûj tel in.
Şekir tel e, xoy tel e, hingiv û dims tel in, nan û av tel in.
Çûyina wê sitar li min nehişt.
Gava ku şiyar im bi pencikê xwe, xwe li jiyanê digrim.
Lê di xewên giran de, dîsa dikevim bin bandora çuyina wê ya bêwext.
Çi qas dê şiyarbûna xwe ya nav rojê de, wê ji nav ramanê xwe dûr dihêlim, di nav xewnê şevê de ew heyfa xwe usa zû û giran digre?
Beriya niha min tenê cûrekî mirinê dizani bûm, ser rûyê wê dinê,..
Dil diçilmise, xwîn disekine, laş sar dibe, têkilî bi hemû derdora diqete û dawiya jiyanê tê.
Lê niha dizanim mirin du cûre ye.
Cûre yê duymîn tim xeter e.
Dil davêje, xwîn dikişe, laş germe, têkilî bi hemû tişt re heye.
Lê jiyan çilmisî û miçiqiye...