Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Li Denmarkê konsera Şivan Perwer
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Newroz Bawer: Nameyekê servekirî ji bo cenabê Ahmed Tirk.

Piştî ku min nivîsa xanim Sevîlay Yükselir xwend, ku bi heq di dumahîya nivîsa xwe da ji Salahatîn Demirtaş dipirse, ka te çi bedel daye? Hatime ser wê bawerîyê ku nameyekê vekirî jî cenabê Ahmed Tirk ra bişinim.

Belê cenabê Ahmed Tirk ragihandîye ku naxwazim navê min û Burkayî bi hevra bin! Heylaa li minê,werine vê şermezarîyê .

Rêvebera pirogirama TV ji vê helwêsta Cenabê Ahmed Tirk şaş û mehtel maye.

Lê belê ez li vêderê da çend pirseka lî cenabê Tirk dikim.

Erê gelo tu, ku li hemberî Bahçelî, serokê partîya regezperest û faşîtê Tirkan, MHPê da tu bejna xwe ya tayê rihanê wekû serê gopalên şivanên botanî xar kir, û li hember da pişkojkên cekêtê xwe girêda, lê çima naxwazî navê te tev navê Burkayê bê .

Erê gelo Bahçelî yan Kemal Burkayî xebatkarên doza Kurd û Kurdistanê ne?

Dema Kemal Burkay bi navê Xidir Murad, li Bakura Kurdistanê da, ji bo we û hemû welatperweran çawatîya kolonî bûna Kurdistanê bi zimanekî zanistî şirove dikir, hingê serokê te û serwerên te û cenabê te, hûn li kuderê bûn gelo?

Dema rojnameya Roja Welat, ku di Bakura Kurdistanê da, ji bo cara ewil rojnameyekê wusa bi Kurdî û Tirkî ku tiraja wî, xwe li 40 hezara dida, Kemal Burkayî û hevalên wî derdêxist, hûn li kuderê bûn cenabê Tirk? Burkay û hevrêyên wî, endamên PSK di qada meydanê da bûn, lê belê kerema xwe dikarî ji min ra bibêjî li kîjan deverê bûyî û te çi dikir cenebê Tirk?

Dema PSK û hevsengerên Kemal Burkayî Li bajêrê Amedê û li bajêrê Agirî serokê şardarîyâ mezinê bajêran bi destve dînan, hûn li kuderê bûn birêz?

Erê ez dizanim hûn li kuderê bûn, heman wî demî pere û çek hindeka dane destê serok û serwerên we û xwina welatperweran rijandin. We Mustefa Çamlîbel da ber gulan û serwer û serokên te destên xwe bi xwîna welatperweran sor kir, êrîşî ser hemû rêxistin û welatperwerên Kurd kirin, bi dehan û bi sedan camêrên Kurd bi fermana serokê te qetil kirin.

Hûn bi vê jî razî nebûn, serokatîya we destdirêjî kar û barên parçên dinê ye Kurdistanê kir, li wan derana jî xwîna wana rijand. Li rojhelat û Başur û Rojavayê Başura Kurdistanê bi kiryarên we yên kirêt tejî ne, cenabê palementer Tirk.

Belê ji ber vê ku Birêz Kemal Burkayî leyîstîkên qirêj û tarîyê serokê we û rêxistina we ya ku ser ne zelal e, aşkira dike, hûn xwe jê dur dêxin û bi gotineke dinê hûn direvin.

Navê vê helwêstê, ji rastîya revîn e birêz Tirk. Hûn hita kengî dixwazin wusa xwe ji rastîyan veşêrin? Hun hergav dibêjin aşitî û dîyalog, baş e aşitî û dîyalog ji bernameyek, gengeşê û gotûbêjê revîn e?

Belê hûn nikarin biryara xwe bidin û bi camêrî bir û bawerîyên xwe biparêzin. Ji ber ku kesatîya we hatîyê qeyd û bend kirin. Bi gotineke dinê hûn wek êxsîr û dîla di nava girtîgeha Apoîzmê da fetisîne. Ez hergav dibêjîm PKK ankû kuştina kesatîya serbixwe û bawerî bi xwe heyî ye. Dezgeha perwerde kirina endaman ya PKK her wekû partiya BAAS hemû kesatî û reng û xasiyetên endam jê tê wergirtin û dibe mirîd û robotekê, ew tê ser wê hizrê ku her tişt jî bo serok e û bê serok jîyan nabe. Dema ku wusa bû cenabê Tirk jî nikare bê serok û bê pastarên Serok hita mizgevtê jî here. Evê mîras û xelatên berhema bexçê Apoîzm bo me kurdan e. Her wek me li Kamboçyê da jî bi destê Polpotîzmê da dît.

Belê dema ku wesîle bû armanc û armanc jî wunda dibe.

Kemal Burkayî ji ber ku di temamîya jîyana xwe da ew rêbaza ku lê bawer bûyê, bi dengekî bilind û dilêrane li hember dagîrkerên Kurdistanê da parastîye. Ew her tim hazire ku gel û dîrok hesabê jê bipirse û li nava qada meydanê da sengerê rumetîyê girtîye. Evê hûn jî dizanin û dost û dijmin jî. Ewî çu caran negotîyê dayîka mîn Tirk e cenabê Tirk. Negotîye min nekujîn ezê xizmeta we bikim. Ew bi bîr û bawerîya xwe li qada berxwedanê da ye.

Ewî cu caran xwe nekirîyê hevalê Doxû Pirencek û Yalçin Kucikê serwerên ergenekonê, ew her serok û serwerê we bû ku her tim jêra digot "Hocam. "

Kemal Burkayî bi rastî pispor e li ser kesatîya cenabê serokê we û wê sîyaseta ne zelel û tevilhevê partîya we.

 

Cenabê Tirk ez bawer im ku tu ji ber van hegeran ji Kemal Burkayî revîyayî. Hizar cara heyf û mixabîn ji tera cenabê Ahmet Tirkan.

Bawer bikin hita kesatî xwe rizgar neke û bawerîyê bi xwe neyîne, ew bê rengî nikare reng bide civatê.

Rêzdar Ahmed Tirk kerema xwe li rengê xwe lî xesyet û bawerî û xîret û camêrîya xwe xweyî derkevin. Ji ber ku mirovên mirî nikarîn jîyanê vêjîn bikin.

Li temamîya Kurdistanê da hemû endamên gel, sivîl an jî pêşmerge, dikarin rexne li serokê partî û rêxisitina xwe bigirin, ji ber ku ne rêxistina wana ne jî endamên wana rengên xwe ji nav birine. Pêşmerge û her kurdekî sivîl dikare rexnên xwe bi aşikirayî li Serokê Hêrêma Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî û Serokkomarê iraqê rêzdar Mam Celal Talabanî bikin, li Mustefa Hicrî Sekreterê HDK-îranê bigirin, rexne li Mesud Tek Sekreterê PSK û kesatîya rêzdar Burkayî bigirin. Ji ber ku endamên wana ne hatine dîl girtin û ew dezgeh jî ji wana ra ne girtîgehe. bi gotineke din serok ne dîktato rin û endam jî ne mirîd in.

Kemal Burkay careke dinê jî xwe da selimandin ku rastî çeka here mezin e mirovên bi rumet in. Bila çekdar û parlementer û serokşehredarên wî nebin, bila ew û mistek ji mirovên pakrewane doza Kurd û Kurdistanê di sengêrê berxwedanê da bin.

Ji ber ku ew rastîyan diparêzin.

 

Thursday, June 14, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar