|
Nivîsgeha serokomarê: ‘Axaftinên Ellawî berevajiya rastiyan in'
|
16ê Hezîrana 2012’ê/12:26
Nivîsgeha Serokomarê Iraqê Celal Talebanî di ragihandinekê de bersiva Serokê Lîsteya Iraqiyê Ayad Ellawî da ku wî ragihandiye ku qaşo serokomar pêşniyar kiriye bawerî ji Malîkî bê standin.
Dengê Azad/Hewlêr
Nivîsgeha Serokomarê amaje bi wê yekê kir ku Serokomarê Iraqê Celal Talebanî daxwaznameya standina bawerî ji Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî îmza nekiriye û daxwaz jî ji hevalên serkirdeya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê kiriye ku wê daxwaznameyê îmza nekin.
Her wiha hate zanîn ku eger Hevpeymaniya Niştîmanî an jî serokwezîrê Iraqê pabendbin bi pirensîban û çarçoveya rêkevtinan red bike, serokomar dê daxwaz ji Parlamentoya Iraqê bike bo standina baweriyê ji wî.
|
|
Saturday, June 16, 2012
|
|
|