Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Li Denmarkê konsera Şivan Perwer
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Prof. Dr. Ilhan Kizilhan: Siyasetmedarên zikzak

Îro rewşa siyaseta Tirkiyê billî stratejiya dewletê, ya partiyan û hêzên Kurdan pir tevlîhev xuya dike. Gotinên duh îro bê mane ne. Sozê hatî kirin, bê şerm nayê bi cihanîn. Heta ki sozê xwe negirê, xwe ji prensîpan dûr bike, bê alî û bê raman be, ev wek siyasetmedarekî jîr û jêhatî tê pîroz û xelatkirin.

Niha jî ketine li ser şopên mijarên nû ku çewa dikarin mirovan mijûl, gêş û ya herî giring bê bawer bikin.

Ku hewce be, ev siyasetmedar dibin oldar, dibin parasvanên zikê jinan û keçên me.

Piştî ku serokwezirê Tirkiyê propaganda dayikbûna sê zarokan dike, êdî ez şaş namînim ku yekî dinê rabe û ji me re bibêjê hefteyê çend caran divê em herin li gel hevjînên xwe.

Ev tirkiyê bi kuderê ve diçe? Em vê pirsê û persiva vê ji wan re bihêlin.

Lê çi hatiyê serê hinek siyasetmedaran kurdan? Ji xeyna ku xwezayî hinekan ixtiyar û gêş kiriye,  an jî şikl û  cepha xwe  guhartine, ev siyaseteke ne zelal, caran di tariyê de, caran di nav mij û duman de, ya here were ji kuderê tê.

Her roj projeyan li ser Kurd û Kurdistanê xêz dikin, dixemlîn, bilind dikin û dîsa bi destê xwe wêran dikin.

An jî ev siyasetmedarên kurdan  jî xwe wek hevalên xwe yên siyasetmedarên tirkan dibîn û naxwazin xwe ji wan kêm bikin.

Siyasetmedarekî tirk dikare wiha bike. Çiqas ev siyaset şaş û ne ratsyonel be jî, welatî wî heye.

Lê kurdan çi xêr e?

Ku em wan hinekî jî rexne jî bikin, ji me re dibêjin „hûn ji siyasetê fêm nakin!“ Rast dibêjin. Ku alikariya kuştina kurdan bi alikariya hêzên dewletê bikî, fikirandina te wek tariqat û serokeşîran be, şer dijî hêzên kurdan bikî, ku ji aliyekî „şoreşger“û li aliyê dinê dewlemend û xwedî ahlaqê nizim bî, êdî rast e, ez ji siyasetê hîc û hîc fêm nakim.

Çima ev siyasetmedar wiha hatine guhartin, an jî ez kevneperest mame?

Bê guman guhartin pêwist e, lê berjewendiyên welatekî, mirovatî, rêz û xwedî nasnameyekê ne sêv û porteqal in, ku dilê mirov bixwaze mirovê bixwe, ku dilê mirov nexwaze mirovê biavêje.

Her roj ev siyasetmedar daxuyaniyên dijber û tijî nakokiyan belav dikin. Rojeke dost in, roja dinê dijmin in; rojekê demoqrat in, roja dinê zalim in …

Belkû jî ez hinekî bi melankolî û derd dema borî zêde xweş û xeyal dikim.

Di mejûyê xwe de ez bêriya mirovên merxas, xwedî soz, bi esil û prensîp û bi her awahî welatparêz dikim.

Ma gelo ev di vê dema globalizmê de xeyal e?

Siyasetmedarên me dixwazin xwe pirr mediyatîk, zane û xwedî pir alî diyar bikin. Ki her roj di têleviziyonan de derkeve, ki hevpeyvinekê di rojanamekê de bide ev îro „qehreman“ e.

Ku ev derfet jî tune be, xwedê razî û maşallah internet, facebook û twitter hene. Di vê derê de planan, projeyan ji bo azadiya mirovan û „cihanê“ vedihûnin.

Ev siyasetmedar ji xwe bawer in, çiqas di rojevê de bin hewqas baş e. Ji bo vê jî mijar û naverok ne hewqas giring in.

Enformasyon hevqas zêde bûne, êdî mirov gotin û kirinên baş û xirab ji hev zor cuda dike. Ev jî şanseke ji bo siyasetmedarên xwedî profîleke nû ye: Zikzak, an jî multiple.

Mirovekî multiple an jî zikzak dikare bibe xwedî pir şexsetiyan, her roj dikare kirasê xwe biguherîne: Bi dijim re dijimin e, bi gundiyan re gundî ye, bi rewşanbîran re rewşenbîr e, bi jinan re jin e, bi mêran re mêr e…

Niha hinek dê bibêjin, ev tiştekî baş e. Mirov bi kî re be, dibê wek wî be.

Baş e. Şexsetî, bawerî, prensîp li kuderê man?

Ez dizanim, hûnê niha jî bêjin:  Realite wiha ye.  Keka,  ji xewna xwe şiyar be!

Emê rojekê bibînin ka paşketî û pêşketî  çi ne?

Em jî wek her mirovekî qurbanê mejûye dîroka bav û kalên xwe, raman û hucre mejû xwe ne.

Ez çi bikim, bi heste, dil û xemgînî di nav gola ava şêrîn de tîyê mafê nasnameye xwe me.

www.agendakurd.com

Thursday, June 21, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar