Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Li Denmarkê konsera Şivan Perwer
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Di yek hefteyî de nêzîkî 10 hezar koçberên Iraqê ji Suriyeyê reviyane
26ê Tîrmeha 2012’ê/14:45

Gotyarê Komîsyona Bilind ê Koçberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ragihand ku ji roja Çarşema borî heta niha nêzîkî 10 hezar koçberên Iraqê ji Suriyeyê reviyane.

Dengê Azad/Hewlêr

Navborî da zanîn ku koçberên Iraqê ji ber metirsiya canê xwe û xerabbûna rewşa ewlehî ya Suriyeyê reviyane.

Her wiha di vê mîjarê de Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê jî ragihand ku di maweya 5 rojên borî de 7 hezar koçber ji Suriyeyê vegeriyane Iraqê, bi rêya xala sînorê Welîde ve, ji bilî wê jimarê, bi rêya balefirgehê jî rojane welatiyên Iraqê vedigerin welêta xwe û hate zanîn ku rojane nêzîkî 500 -1000 Iraqî li ser xala sînorê Welîd li Parêzgeha Enbarê daxwaza vegera xwe pêşkêş dikin û ji ber wê yekê jî ji roja Çarşema borî heta niha 6 hezar û 977 welatiyên Iraqê hatine Iraqê.

Li gor Komîsyona Bilind a Karûbarên Koçberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî 218 hezar welatiyên Iraqê navê xwe wek koçberên Iraqê tomar kirine.
Thursday, July 26, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar