Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Seyrana Kurdî
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Barzanî: “Çi nakokiyeke min ê şexsî bi Malîkî re nîne”
28ê Tîrmeha 2012’ê/20:00

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, ragihand ku kurd li Iraqê, take garantiya pêkvejiyanê ye û got; “Çi nakokiyek min ê şexsî bi Nurî Malikî re nîne, ji ber ku Malikî berê gelekî li Kurdistanê maye û xwe bi dostê kurdan nîşan dida”.

Dengê Azad/Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, di daxuyaniyeke nivîskî de ku di Malpera resmî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hate belavkirin, derbarê arîşe û aloziyên navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de axivî.

Barzanî di wê daxuyaniyê de da zanîn ku kurd pêkhateyeke serekî ya Iraqê ye û rola serekî di avakirina Iraqa nû de heye ji ber wê yekê jî take garantiya pêkvejiyanê ye.

Barzanî got; “Nakokî û aloziya navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Iraqê ji ber sedema pêkneanîna destûr, budceya pêşmerge, madeya 140, qanûna petrolê û bicîhneanîna rêkeftina Hewlêrê ye. Hinek kes wiha nîşan didin ku navbeyna min û Malikî de arîşeyên şexsî hene. Bila herkes vî rastiyê baş bizane ku çi arîşeyeke min digel Malikî de nîne. Em zihniyeta ku li dijî diyalogê ye û alîgirê çek û zordariyê ye, qebûl nakin, ji ber ku ew zihniyet bo xelkê Kurdistan û Iraqê metirsî ye.”

Barzanî derbarê arîşeya standina baweriyê ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî de jî got; “Pêşniyara standina baweriyê ji Malikî ne pêşniyara min e, ji ber ku wî pêşniyar kir reformên bingehîn di sîstema Iraqê de bê kirin lê piştra hinek aliyên din digel birêz Serokomarê Iraqê civiyan û standina baweriyê ji Malîkî anîn rojevê û min jî piştgiriya wê yekê kir. Lê ez ji helwesta xwe poşman nînim û min ev yek bo berjewendiyên xelkê Kurdistan û Iraqê kiriye.”

Barzanî, di daxuyaniya xwe de bangewaziya hinek aliyên kurdî jî kir ku alozî û arîşeyên navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê wek amrazên siyasî li dijî hev bikar neynîn û hemû aliyek berjewendiyên xelkê kurd berçav bigirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî derbarê rewşa guhertîna rojhilata navîn de jî got; “Herêm tê guhertin û dê gelek guhertinên din jî rû bidin, em piştgiriya serkeftina îradeya xelkê navçeyê dikin lê divê di vê qonaxê de yekrêziya kurdan bê parastin.
Saturday, July 28, 2012


 

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar