Guhertina tabîatê-xûyê meriva û sîyaseta ku hatîye damzrandin zû bi zû nayê guhertin, wexta ku ew meriv yan jî wana û ew sîyaset ne rasteqîn be, ew kes bimre der û dor ji wî/wê û wan tabîatê wanî xerab xelas dibin, ji xûyê qenc yan xerab jê xelas bibin.
Ezê divê nivîsa xwede, qala tabîat-xûyê me kurdan bikim; ez bawerim dîrokeke me kurda gelek kevnar heye, meriv dikare bêje ji wextê ku beşer, mirovatî li ser xaka vê cîhanê xuliqîye û bi teybetî jî li ser xaka navbêna çemên Dîcle û Firatê ev gelê Kurd hatîye xuliqandin. Li ser vê xakê genim û zadên ku meriv xwe pê jiyana xwe bimeşîne û pê bijî hatîye pêkanîn.
Dîrokek me kurdan heye gelek bi xir û cir hatîye dûmandin. Gelek serhildan ji hêla gelê kurd çêbûne, ji bo azadîya xaka bav û kalan, lê têkçûne û bi serneketin, çima?. Ez baverim ji me hemûçka eyan û ronîye, bê çima şoreşên kurdan çima bi ser neketine.
Lîsekek-senaryok divê demê de tê kirin, di rojhilatanavîn de, piştî ku dibêjin ”bihara erebî” vê bihara erebî welatê sûrî jî nesîbê xwe jêgirtîye xuyanî dibe. Lê paşperdê kî heye? Kî tune ne dîyare. Lê bav û kalên me dibêjin, ” şeva reş ji êvar de xuyanîye”, paşperdê di raya min de, Ingilîsî, Fransî û bi teybetî jî Emerîqî ne û di nav vê plan û projê de jî Îsraîl, Tirk û bi teybetî jî başûrê Kurdistan jî hene, ev yek. Ya dudan jî di projeya bo piştgirîya desthiledarîya Eseda, rûs, çîn, siûdî, hikmê Nûrî Malikî û hinik rêxistinên Kurdan ku ewjî apocîne, ji ber ku apocî û desthiledarîya Esad naxwazin here, dostên hevdû bi salanin…
Îca peymana HEWLÊRÊ di bawerîya min de peymanek pîroze; lê xûyên-tabîatên hinik partîyên ku xwedêgiravî wê Kurdistanê azadbikin, nayê guhertin. Di peymana HEWLÊRa paytext de, hemû rêxistinên kurdên sûrî hatin cem hevdû, PYD jî di navde. Lê PYD jî li ser çend xala li hev kirin, lê wextê ji civînê çûn dîsa ”aynî tas û aynî hemam” weke xwe kirin PYDê, ji ber ku PYD û serokê wê dibêje, pêvendîyên me apocitîyan re “ne organike, ideolojik girêdayê me heye”. Ev tê wê manê ku ji serî de şerê dijî hikmê Esad bi ser nakeve, ji ber ku nok û nîskên wan di nav hevdû denin, dostê bi salane, ana jî hikmê sûrî ji wan re kampa amade kirine. Lê bi ser hertiştîve jî divê ku PYD xwedî li peymana Hewlêrê bi serpireştîya serokê herêma Kurdistanê kekê Mesûd Barzanî, xwedî derkeve, heger xwe bide vîyalî û wîyalî hûyên xweye îdeolojîya apocitîyê bimeşînin, wêçaxê bawerî ji hevdû dişkê.
Lê desthiledarîya tirkan û bi teybetî jî hikumeta Erdoxan tu dibêjî qey bavê vê dinyayê ne, hîn bi çavê bav û kalên xwe yên împeratorîya berî sed salî xwe dibî nin. Serokwezîr û hikumeta wî hem xwe dikin demokrat û hemjî xwe dikin merivên mirov hiz. Lê di eslê xwede newehaye, Erdoxan û hikumeta wî û ekîba wî canbazîyê dikin, ”hem li naldixin û hemjî li bizmar dixin”,”xwe ne ji mizgeftê dikin û ne jî, ji dêrê dikin” ev jî ne tu siyasete. Bi vî hawayên xwe dixwazin dinyayê bi xapînin. Ev dinaya ne dinyaya berî sed salîye, ev dinya dinyaya dema teknolojîyê, internetê û heq hiqûqêye.
Berî hemû tiştî divê desthiledarîya Erdoxan û hevalên wî ku jê jî tê, heger rastîyê dixwaze, heqê Kurdên nav xwe bide, demoqrasîyeke rasteqîn li welatê xwe de pêk bîne, guhertina zagona nûh de heqê gelê Kurd bi cîhbikin . Erdoxan piştî vê yekê dawazîya heq û hiqûqa mirovan li Sûrî, li Libya, Misrê, li Iraqê, hemû derên vê cîhana ku em li ser xaka wê dijîn. Yanî Erdoxan û ekîba xwe û desthiledarîya xwe li hêlikê qerawatê dixwe stuyê xwe, li hêladinê jî cibhe û dizbîhê dixe destê xwe, bi vî hawayî sîyaset nameşe û ne li gor vê cîhana ku em tê denin. Erdoxan ya bi rastî cibe li xweke, yan jî weke mirovê medenî qerwatê di stuyê xwexe.
ENKS- di 2011.10.2 de hate damezrandin, vê encûmena pîroz gelek derban xwest ku PYD jî di nav de cîh bistîne, lê hertim ji gelek kanîya av tanî ku fitleh li xwedixistin. Lê dîsa xwedê bide camêr kurê camêra Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê kekê Mesûd Barzanî dast avêt meselê û peymana Hewlêrê civandin û li ser çend xala li hevkirin. Sekreterê PDPK-S kekê Ebdilhemîd Derwêş dibêje, divê ku peymana Hewlêrê têkve jiyanê, şerê birayetîyê divê ji nav Kurdan rabe, ev gotina kekê E.hemîd Derwêş bi serê xwe ye û pîroz e.
Leşkerên iraqê hatina wan ser xaka Kurdistanê bêyî ku ji desthiledarîya herêma Kurdistanê iznê bixwaze, serokwezîrê iraqê Nurî Malikî leşker şandina ser herêma Kurdistanê ne li gor destûra hikumeta federal ya iraqêye, bê destûrîye. İzina leşker divê ku parlamenta iraqê qebûl bike ku leşkerê iraqê here nav xaka Kurdistanê yan xakik dinê welatik cîran. Lê meriv fehmdike ku Nûrî Malikî ji ber çidike? Birayên Nûrî Malikîyên hikmê îslamîya Iran jêre dibêjin û divê tu wesîfa xwe pêkbînî, piştgirîya hikmê Esed bikî. Nûrî Malikî leşkerê iraqê ku anîye ber tixûbê Sûrîye yek jê ev e, wesîfa xwe pêk tîne.
Lê divê ku hemû Kurd vê dema ku em têdenin, ji gelê Kurd gelek demeke nazik û hesas û dîrokîye, herdem demên weha ji meriv ra nayê, vê dema hana bi hawayeke zanabûn, aqilik selîm û hesabike kûr û fireh, şertên hindur û yên derve hemûçkî bihesibîne û bi vî karê vê demêve rabe. Ya herî girîng jî dinav Kurdan de, hevkarî enî û yek deng hebe. Û peymana Hewlêrê bi Serokatîya Herêma Kurdistanê kekê Mesûd Barzanî pîroze û divê ku ew payman jî di jiyanê keve. Em ji dev xûyên xwe û serhişkbûna xwe berdin, em bi a hevbikin, çi biçûk çi mezin be, rêxitin be. Azadîya welatê bav û kalên me di ser hertiştên xweye şexsîre bigrin, ne ya şexsan...