Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
B Î R A N İ N
ALÎKARÎ Jİ BO ŞENGAL
CİVİNA HEVNASİN Û DİYALOG
K O N F E R A N S
Malpera ‘Avrupa Halkın Sesi’ dest bi weşanê kir
Malpera Rojawelat.net Dest Bi Kar Bû

Ji Medyayê

Eseserd: Simko Şikak talanker bû

31 Cotmeh 13;  08:55

Hêmin Salih

Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ferîd Eseserd dibêje tu belgeyeke bihêz nîne ku hestê kurdayetiyê bi Simko Şikak re hebûbe û got: ‘‘Simko yekem serokeşîrê Kurêmin Salih (Silêmanî): Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ferîd Eseserd dibêje tu belgeyeke bihêz nîne ku hestê kurdayetiyê bi Simko Şikak re hebûbe û got: ‘‘Simko yekem serokeşîrê Kurdên Îranê ye ku bajarê Mehabad talan kiriye.’‘

Di gotarekê de ku di rojnameya Kurdistanî Nwê de belav kiriye, Ferîd Eseserd derbarê Simkoyê Şikak de wiha nivîsiye: ‘’Di tarîxa siyasî ya Kurdan de Simko Şikak di rewşeke dijwar de derketiye lê herçiqas çavakaniyên me yên dîrokî wî wek serkirdeyekî neteweyî binav dikin, lê ya rast Simko Şikak di hîç qonaxekê de rêberiya bizava Kurdayetî ya Îranê nekiriye û zêdetir wek serokeşîrekî îsyanker tevgeriya ye.’‘

Eseserd wiha dibêje: ‘’Şikestina dewletê li Îran û Tirkiyê di dema şerê yekem ê cîhanê de, derfeteke baş çêkir bo derketina Simko, bi taybetî ku desthilata wî li navçeyên ser sînorê Îran-Tirkiyê zal bû.’‘

Ferîd Eseserd îdîa dike ku di tarîxa Kurdên Îranê de dosya Simko ne dosyayeke paqij e û wiha berdewam dike: ‘’Simko yekem serokeşîrê Kurdên Îranê ye ku bajarê Mehabad talan kiriye, talana Simko di tarîxa Mehabad de wek mezintirîn talan tê jimartin, ya rast berî kuştina Mar Şemûn, Simko hejmareke berçav a Ermenî jî kuştine, ewên ku ji jenosîda serdema Osmaniyan rizgar bûbûn û reviyabûn Îranê, li newala Qutur di kemîneke Simko de hatin kuştin û kesek ji wan rizgar nebû.’‘

Eseserd ku di heman demê de Berpirsê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê ye wiha dibêje: ‘’Tu belgeyeke bihêz nîne ku hestê kurdayetiyê bi Simko Şikak re hebûbe yan siyaset û kurdayetî tevlî hev kirine. Li gor tevgera wî ya neşaristanî, derdikeve ku Simko ji Azerî, Mesîhiyên Urmiyê, Ermeniyên Tirkiyê û Aşûriyan aciz bûye û wek bîr û bawer Osmanîstekî radîkal bû. Herwiha dema İngilîzan ji Silêmaniyê Ebdulezîz Yamulk şandin ba wî daku senger biguhere û dest ji Kemalîstan berde, red kiriye û pêdagir bûye li ser dostayetî û xizmetkirina Kemalîstan.’‘

Hêjayê gotinê ye danîna navê cadeyeke serekî ya bajarê Hewlêrê bi navê ‘Simko Şikak’ bûbû cihê nerazîbûna Aşûriyên li Herêma Kurdistanê. Çendîn kesayetiyên Aşûrî ku di nav wan de Wezîrê Veguhestin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Jonsin Siyaweş jî heye, di beyannameyekê de daxwaz kirin ku navê cadeya Simko Şikak a Hewlêrê were guhertin. Ji ber tê gotin ku wî serkirdeyê Kurd di sala 1918’an de rêberekî olî yê Aşûriyan bi navê ‘Mar Şemûn’ kuştiye.

Xendan

Thursday, October 31, 2013


 
Comments
  Ro$ev Sîtav
 Mijarek û nirxandinek balkê$.. Ka em Benda nirxandinên din jî biwin.. Erê, bilanirxandinên wusam ser herkesî bên kirin ku, tevlihevîyên ku hene bila safî biwin.. Weki mînak; gelo tevgera $êx Seîd Kurdewar bû, an îslamî bû.!? Erê, ji peyamên vê tevgerê da, PIRRANÎ qala ji holê rakirina xîlafetê dike, ne ku qala Kurd û Kurdistanê..fb.

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Karîkatur

Nivîskar