Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

Eskerê Boyîk: Şekroyê Xudo Mihoyî

Di lêkolînên Şekroyê Xudo Mihoyî da Pêwendiyên neteweyî û olî wek şertê girîng di pirsgirêka tevgera Kurda ya azadarîyê da

“Divê em ji bîr nekin, ku em miletin û Kurdin.” Şekroyê Xudo

 Pirsgirêkeke girîng, ku dîrokzan Şekroyê Xudo di lêkolînên û karên xweyî piraktîk da li ser radiwestîya ew di nav gelê Kurd da pirsa pevgirêdana netewê û olê bû.  Wî ev pirsgirêka  navxweyî li ser rêya tevgeraa kurdaye azadîxwezyê wek şertekî girîng didît.

Di nav kurda da çend bawarî û mesheb hene. Tiştekî veşartî nîne û heta roja îro jî rind tê xanê, ku di nav vî gelî da dindarî xurte û navê olê di fêza netewetiyê da tê danîn. Gelek caran ne ku bi netewî lê bi bawariyê xwe nav dikin.

Û pêra jî, ew ol û mesheb, bawarkî tev jî dijî hevin. 

Nexwez û neyarên Kurdan, wê djîtiya bawariyê ji kurda çetir zanin. Wekî tifaq û yekîtya Kurdan ya netewî biteribînin, çawa ku cî tê,wê faktorê bi hêsanî, ji bo berjewandiyên xwe, dijî gelê Kurd didne kêranîn. Van panzde-bîst salên dewî, me di wî warî da gelek malwêraniyê dilêş bi çevê xwe dîtin. Ew nexweşya gelê Kurd ji dewrana tê, serhatîk e dûr û dirêj e. Gelek bûyarên xûnrêje reş li nava wanda qewimîne û dexma xweye êş dilê hev da hîştine…Ev pirsgirêka cîyê fikirandinê ye û gerekê ji guhdarya rewşenbîrya Kurda der nemîne.

Şekroyê Xudo ev yek rind zanî bû, çawa lêkolînên xweye zanyarî usa jî jîyana rojane da guhdarya mezin dida li ser wê pirsgirêkê. Ew şexsyetekî pirr merivhiz, întêrsyonalîst dûrî îdêayên mîletçîtyê û olperestîyê bû. Hurmet dida bawarya her civakekê, erf-edet, eyd-erefatên wan. Lê gilî dema dihate li ser bêtifaqyê û dutîretyê, astengyên li ser rêya tevgera Kurda ya azadaryê bi temamya hêza xwe radibû dijî çewtyan û sextekaran. Di wî warî da her bûyareke dijî berjewendiyên gelê xwe, netewa xwe gelekî nêzîkî dilê xwe didît û rex wan ra bi kerrayî yan bêxemî nikaribû derbaz bibûya.  

Gerekê bi rastî bê gotin, rewşrnbîrên Kurdê sovêtê, ew jî nivşê ji pey salên şêstî, ne atêîst, ne jî olperestên fanatîk bûn, bi îdêyayên hûmanîstyê, dûrî olperestyê, eşîratyê perwerde bûbûn, hurmet hemû bawarya ra digirtin. Şekroyê Xudo û pêşîkêşên çand û kûltûra meye mayîn bi çavê zanyaryê bawarî, çand, kûltûra û dîroka gelê xwe dinhêrîn. Bi  bawarîya wan, her hebûneke gel, ew ol be, çand, hunur gotî ji bo azaya welêt, li nav cihanê da naskirina kurdeyetyê û xizmeta pêşdaçûyîna gel bê kêranîn.

Dewya salên heyştêyî,despêka, salên nodî dema dewleta Sovêtê hildiweşya civaka kurdan Ermenistanê kete halekî dijwer. Tevî xiravbûna halê sîyasî -aborî, miletçîtiyê, nijarperestîyê jî çawa komarên welatê Sovêtê yên din, usan jî Ermenistanê da serî hilda. Pêra jî dutîretî kete navbera civaka kurd. Ku bêtifaqiyê bikin di nav kurdên êzdî û musulman, hêzên ermeniyaye xêrnexwez, pirsgirêkên kurdaye dijîtya bawariyê dîsa anîn meydanê. Têza êzdîîzma sexte serî hilda. Êzdî çawa miletekî ji Kurdan cude derxistin navê. Birrek Êzdîyên cahil û dûrnedîtî wek peyayên xwe derxistin dijî kurdeyatîyê û rewşembirên Kurd. Dezgehên rewşenbîrî, kûltûrî-zanestî yên kurdan, ku Ermenistanê da ji alyê deshiletdarîya Sovêtê da hatbûn avakirin ketin halê aborî û moralyêyî xirab. Rojneme û kovar, radyo û têlêvîzyonên Ermenistanê da êrîşeke nijarperest e-şovûn dijî gelê Kurd û rewşenbîrên wûr dest pê bû. Êrîşa here mezin dijî Şekroyê Xudo bû. Piropaganda dijî kurdîtyê da hîmlî navê wî dihate dayîn. Rewşebîrya bi eslê xwe êzdî bi pêşîkêşya Şekroyê Xudo bi temamiya hêza xwe, yekdengî rabûne dijî wê heja dijî berjewandiyên gel û civaka xwe. Şekroyê Xudo tevî nivîskar Nado Maxmûdov gotareke pirr barkêş, ezê bêjim dîrokî nivîsî û RYA TEZE da çap kir. Wê demê komîtêya rewşenbîrên Kurd bi serokatya wî hate demezirandin. Komê, di wî halê dijwer da xebatine berbiçev kirin ku pêşya êrîşên nijarperesta bigrin, komên ermenya ye dost û xêrxwez, rewşembîr û zanyarên wen e mezin rakin pişta xwe û nehêlin bêtifaqî di nav Kurdên êzdî û musulman da çê bibe. Bi saya xebata rewşembiraye rast pilan û meremên xêrnexaz û neyaran nehatin cî. Her kesî êdî zanibû, ku ew êzdîyîzma tezî, ji alyê hêzên der e xêrnexwez va hatiye di nav civaka me, ji meremê bêtifaqyê, ji hev qetandinê ye, tu berjewandiyên gelê Kurd tomerî, usa jî yê civaka Êzdiyan têda nîne.

Lê hêza rewşenbîrya welatparêz hindik bû ku karibe li ber derketina Kurdan ji Ermenistanê bigrin. Di nava demeke kin da Kurdên musulman kişyan ji Ermenistanê derketin, h’eja Êzdyan jî berbi Rûsyayê bi lez bû. Ew malbeta kurdaye rewşembîrî ya rengîn, ku Ermenistanê da çê bûbû ji hev bela bû.

Dîrokzan jî çû bajarê Moskvayê.

Dîrokzan hevpîvîneke xwe da wa dinivîse: “Nêzîkî têkçûna sîstêma sovêtê, îlahî paşî herifandina wê, pirsên netewetîyê û pêwendîyên nava mileta da tevlihev û xirab bûn. Nasîonalîzmê pêl da û gelek xirabî pêşda anîn. Di pirsa êzdîtîyê, cî û rola wê di nav Kurd û Kurdistanê da karekî gelekî xirab kir Partîya tevgera ermenîya ya hemnetewyê û hinek girûbên ermenîya yên paşverû. Bi hêlana deshiletdarên dîwana teze girubeke êzdîyên cahil e nîvxwendî, raberî Kurdan û Kurdistanê kirin, gotin: “Em ne kurdin”, dijî rewşenbîrên Kurdên êzdî şer-dew kirin, cî-ciya ajotine ser wan”.

“Çi bû mana vê yekê?-dîrokzan berdewan dike,-dîwana teze xwest Kurdên êzdî û musulman ji hev biqetîne û wan berî hevde.”

Qedirê Pirofêsor li Ermenistanê  çawa di nav gel usa jî di nav zanyar û rewşenbîrya ermenyan da bilind  bû, evê yekê destê xêrnexwezan digirt.

Dîrokzan dinivîse:“PrîzîdêntêAkadêmîya zanestî ya Ermenistanê, ulmdarê mezin û dinêeyan Vîktor Hambarzûmyan gazî min kir, kirinên vî cûreyî gunekar kir û got; “Eger di vê pirsê da çi alîkarî lazime ezê bidime we”.

“Pirofêsorê Ermenî Parûyr Mûradiyan derheqa vê pirsê da miqaleke baş nivîsî”. “Lê mixabin dîwana teze ev sîyaset berdewan kir û îro jî li Ermenistanê girûbeke piçûk, ala “êzdîtîyê” ji xwera kirine karê tucaretîyê, destê dîwanê da bûne faktora perçekirina olka Kurda-êzdîya”(16)

Tê bîra min, bi însyatîva koma rewşenbîrî ku Şekroyê Xudo rêvabirya wê dikir rewşenbîrên me nehî, gund û bajarên kurdên êzdî û musulman le dijîtin digeryan, xelkê ra rastîya dîrokî ronî dikirin, mena wê “êzdîyîzma” sexte eşkere dikirin, rasthatin û civîn komên ermenîya û kurdara çê dikirin  ku bûyarên xirab nebin.

Dîrokzan dinivîsî: “Dîroka vê pirsê eşkereye. Paşî pêjdahatina dînê Mehmediyê (qurna VII an) piranîya Kurdan, hîmlî bi destê zorê dînê îslamê qebûl kir. Êzdî ew perçe Kurda ne, ku ew dîn qebûl nekirine û mane li ser dînê xwe yê berî îslamê-êzdiyatîyê. Ji bo parastina dînê xwe hezar û yek xezeb dîtine. Sed mixabin usa jî ji terefê beşekî netewa xwe: Kurdên musulman da. Lê şikir ew yek îdî derbazî paşila dîrokê bûye. Îro li ser esasê femdarîya netewatîya Kurd û Kurdistanê tedekirin li êzdiyan nayê kirin, û ew kesên Êzdîyan başqe dikin û wan û Kurden Musulman radikin dijî hev, ew hesab dibin dijminê him Êzdîyan, him jî Kurden Musulman”. (17)

Hinek girûbên Êzdiyan bi ala “êzdîîzma” sexte ku heta niha jî him Ermenistanê, him welêt (Kurdistana başûr), him jî li Ewropayê bi alîkarya hêzên dervaye tarî-neyare Kuedan dimeşînin, ziyaneke mezin didin hema tifaqa civaka êzdiyan.

Borcê deshiletdarya Herema Kurdistanê, dezgehên kurdaye perwerdeyî, rewşenbîrî, sîyasî, oldarîye  netewî ye, ku çawa zanyar dinêje li ser esasê femdarîya netewatîya Kurd çareserîkê wê nexweşyê ra bibînin, rê li ber xwefros û neyarên gelê xwe bigrin .

Di gotara xwe ya zanyarî ye  bi navê „ Faktorên Kurdîtiyê“ da (18) hûr gilî balê dikşîne li ser xişûsiyên dijwarya pirsgirêkên Kurd. Nisan dide ku şertekî  giring ku li ser rêya pirsgirêka gelê Kurd sekinîye ew faktora olî ye. 

Eyan e, ku Kurd ji sedî nod, hela nodûpênc îslam in, musulman. Dagerkirên Kurdistanê jî dewletên musulmanî ne. Ew dewlet jî serkêş- mîratxwer ê vê olêye here sereke ne. Derge-dîwanên vê bawarîyêye hîmlî destê öldarên wan dewletan da nin. Usane şerkarîya Kurdaye miletîyê- azadarîyê dijî dîwan-dewletên bi ola wan bi xwe ne. Pêra jî em rind zanin di nava gelê Kurd da hukumê ola îslamê pir xurt e û şertê îslamêyî sereke “biratîya musulmana” gelek cara li ser rêya tevgera Kurdan dibe asteng,.. Şekroyê Xudo di serkarya Kurda ya miletiyê-azadariyê da roleke mezin dide vê faktorê.

Di lêkolînên xwe ye “Faktorên kurdayetîyê”, “Îslam û tevgera kurda ya netewî”, “Derheqa pirsên aktîvbûna îslamîîzmê li Kurdistanê”, lêkolîn û gotarên din da, dîrokzan li ser bingeha xisûsyên ola musulmanyê û bûyarên dîrokî, rola wê bawaryê di qedera gelê Kurd da dinirxîne û nîşan dide: “Rola îslamê di pêşdaçûyîna kurdaye dîrokî da gelekî firq dibe ji wê rolê ku wê ji bo netewên navçêye mezin, yên wek ecem, tirk, xazma ereba lîstiye.” (19) Rola îslamê ya erênî bi tebyetî di dîroka ereba da pir mezin bûye û niha jî mezine. Saya vê olê ereb bûne împêratorîke xelîfatêye here mezin, bi seda netew û civak di nav wan da helyan, ziman, çand û kûltûra wan gihîşt asta waye bilind. Roleke usan ya erênî jî, îslamê di emirjîyana tirka û ecema da lîstiye. Îslam ji bo demezirandin, mezinbûn, bihêzbûna împêratoryên Îranê û osmanyê faktora here sereke bûye. Ev yek derheqa gelê Kurd da nayê gotin û hewcê ronîkirinê ye.

Dîrokzan dinivîse, ku nenihêrî musulmanbûna Kurdan dîrokê da demeke dirêj kişand, lê dîsa jî Kurd di nav netewên ku misulmanî hildane cêrga ewlin da ne û ji wê bawarîyê ra teva gelektir xizmet kirine.

Hema ji despêka xwe da îslamê şertê bawaryê kire bingeh û ser wê bingehê netew û dewletên cuda gihande hev, di nava împêratorîyeke oldariyê mezin da.

Ewî şertî îslam pêş xist û di nava demeke ne ewqas dirêj da împêratorîya ereba (xelîfet) ya xurt û mezin li ser xerîta cihanê pêşda hat.

Şertê herî esasî ku îslam gîhande wê serketine ew biratîya netewa îslamê ye. Dema meriv şertên musulmanyê yên biratî û wekehevyê, di nav xweda întegrêkirina gelan û gelek fikirên wekehevyê ye din ra dibe nas,dinhêre himberî olên din îslam bawarîke hûmanîst e, pêş e, tu cudatyê danayne nava gel û civakên musulman, derheqa alîkarî, yekîtî, tifaqa gel û cîvakan da tê gotin,

Li ser navê biratya îslamê gel û civakan digîhîne hev.

 “…lê,- dîrokzan dinivîse,- bi rastî derheqa wekehevyê da tu xeber nikare hebe. Wa, dema xelîfeta ereba, ew “birati” ji bo deshilatiya ereba bû, dema Osmaniye da ya Tirka”.(20)

Ji bo ziman, kûltûra, zanyarî, hukum ê gelên deshiletdar rola îslamê pirr mezin bûye û niha jî mezin e, lê ji bo pêşdaçûyîna gelên wek kurda di nava împêratorya da bûye asteng.

Dîrokzan guhdaryê dikşîne li ser îslama şîyasî, geşbûna fanatîzm, nasîonalîzm û şovûnîzmê û cîyê gelê Kurd û tevgera wêye azadîxwez di cihana musulmanyê da destnîşan dike.

Di nav bawaryên cihanê da ya here sîyasî îslam e. Ji pey altindarîya rêjîma îslamê li Îranê sîyasîbûna îslamê hê qewî bû. Ayatule Xûmêynî dinivîse: “Îslam oleke sîyasî ye ji bo hukumdariye. Îslamê da hukumdarya sîyasî ji ya olî pirrtire”. Serkêşekî ola îslamêyî din(Muhemed Nasîm Maxdî) dinivîse: “ Gelek dixwezin sîyasetê û olê ji hev başqekin. Ji bo îslamê ew tê wê menê, ku sûr gerekê bibe çend perça. Îslama nesîyasî mirye û nikare ji cî biheje”. (18)

Wekî di dema îroyîn da, cî û rola îslamê di qedera gelê Kurd da, wek neteweke musulman e kevn bide nîşandan, dîrokzan analîzeke hewaskar dike û şerkarya Kurdan himberî ya Kosova, Çêçêna, Bosno-hêrşogovîna û yêd din dike. Çiqas jî ev şerkarya gelên dewî ji piroblêma îslamê pêşda nehatin û paşê dewlet û organîzasyonê îslamî ew îslamîze kirin, tiştekî eşkere ye jî bi her çûreyî (madî, moralî, çekdarî, sîyasî) piştgirya wan dikin. Gelê musulmanî tek û tenê, ku ji alîkarî û piştgirya dewlet û organîzasyonê îslamê der dimîne ew Kurdin. Ne ku tenê der dimîne lê şertê “biratîya musulmanyêye” şerkarya Kurdan ra ji bo azayê dibe asteng. Menî zelale, Kurd dixwezin nîrê sê deshilatyê musulman, yên here bi hêz xilazbin û mafê xweye netewî biparêzin.

Ji sala 1974 girtî heta salên nodî Partîya bass û Sedemê xûnxur zulma ecêb anîn serê Kurdên başûr, 1222 gund wêran û bêkes kirin, 700 hezarî zêdetir Kurd ji cîyê wan derxistin, bi deha hezaran bê ser û berate unda kirin, sala 1988 a 8000 jin û zarokên herêma Barzan, ku li kampa li rex Hewlêrê cî kiribûn, kes nizane kuda birin,çawa kirin, sala 1988 a 16 adarê, bi êrîşa çeka kîmyayî Helepça 70 hezarî bû cenima rastî…Eva genosîda rastî bû, ku di çarçova biratiya musulmanyê da dihat serê kurdan. Li cihanê ji bo tirajêdya Helepçê pêla nerazîbûna hindava hêz û organîzasyonên navnetewî dest pê bû û ya ecêb ewe, ku ji “cihana îslamî”, organîzasyonê Islamî tu deng derneket. Tek Îranê, ew jî ne ji bo kurda, lê dijîtiya himberî Sedeb Huseyn Helepçe xwera kire ala piropagandayê şexsyeta Seden û rêjîma bassya çavê cihanê da rûreşke.

Dîrokzan hûr gilî li ser şert û mercên geşbûna fanatîzmê di cihana îslamê da disene û wan di pirsgirêkên aborî, sîyasî û civakî va girê dide.

Hilweşîna welatê sovêtê, kirîza îdêayê sosîalîzmê di cihana bîr û bawariya da  valayîk çê kirin, cî miletçîtyê, fanatîzmê ra vekirin.

Dewletên îslamêye dagerkir û serkêş, bi propaganda “biratîya musulmanîê”,  geşkirina fanatîzmê u nijarperestiyê xelkên musulman yên binbindest  mijûl dikin ku pirobilêmên xwe yên navxweyîye sosyal-aborî nebînin, berê nerazîbûna wan ji rastyê diguhezin. Rûva nîşan didin, ku giva ji bo mafê musulmana tev digerin, lê bi rastî  ji bo di nav qewatên cihanêye gewre da cîyê xwe qewîkin, tevger û azadîxwezya netew û welatên bin nîrê xwe bi destê wan qewata bixeniqînin, bitemirînin. Pirsgirêka wan ne bawarîye lê xweyîkirina deshiletdarya wane.

Dîrokzanê welatperwar  bûyarên Kurdistana Başûr, demezirandina avtonomîyê, tevgera  Kurdaye azadarîyê, nakokyên navbera hêzên kurdaye sîyasî, destdirêjya hêzên der li nav tevgera kurdan, kûr û dûr analîz dike û destnîşan dike ku kurd bi şerkariya xwe gihîştinê pêngaveke usa, ku êdî pêşîgirtin ji bo neyarên Kurdan xiyalin. Qîmetekî bilind dide wan guhestinan: Demezirandina “ Avtonomîya Kurdistana Başûr, li dewleta Îraqêye Fêdêral da, li ser dereceke ewqas bilind, cêribandina çareserkirna pirsgirêka miletîyêye  ewlin e li temamya cihana musulmanyê da”. Dîrokzan dide kifşê, ku ew yek acizaya qewatên dijî gelê Kurd li ser navê cihana îslamê pêjda tîne. Bi texmîna me ew acizayî ne ya gelên musulman, lê ya dagerkirên Kurdistanê Ereb, Tirk û Eceman e, kîjan li ser navê cihana musulmanî pêşda tên û her yek ji wan ji bo perçên welatê Kurdayî dagerkirî ditirsin, kîjanî dibînin wek perçek ji erdên  xwe . Dagerkir ne ji bo rêalîtêya herêma Kurdistanê lê ji bo tevgera Kurden cem xwe ditirsin û li ser navê îslamê her tiştî dikin ku di nav şerkarî, yekîtî û tifaqa kurda da, bi destê kurda nakokya çêkin, ku kurd nikaribin bigihîjine armancên xwe. 

Fikira dîrokzan ewe, ku gelê kurdî sade, li ser esasê femdarîya netewîtîyê, tê bigihîje, ku serketina tevgera wan e netewî dijî tu bawaryê nîne, ew dijî zulm û zora dagerkirane. Berovajî wê tek qewlê dêmokirasyê, wekehevtiyê, azayê, serbixwe û dewletbûnê da gelê Kurdê bi rastî karbe xweyî welatê xwe, bawaryên xwe, erf-edet, cîyên xweye pîroz, ziman û çanda xwe, kûltûra xwe derkeve. Weke her gelê xweyî dewlet bijî.  

Ji bo wê jî, çawa dîrokzan gotye: “Divê en ji bîr nekin, ku em miletin û em Kurdin!”

1.Kemal Tolan: “Hevpeyvîn bi pirof.Şekroyê Xudo Mihoyî ra”; Nasandina Kevneşopên Êzdîyatîyê; ru 373-382;Weşana Pêrî-2006.

2. Dîsa li wur,

3. Pirsa Kurda di hezara salan; bi rûssî; rû: 101;  Moskva-2004.

4. Dîsa li wur, rû 102.

5. Dîsa li wur, ru 109.

6. Rojnema Dema nû; Hejmar 63; 15 Çirîya Pêşin-2003.

20.05.2010

Friday, June 04, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar