Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

Umît Firat; “Kesê ku vekirî bêje ez Kurdim û Elewî me, ewî nakin serokê CHPê”

18ê Hezîran 2010/13:45

Rojnamevan Seyîdxan Kurij hevpeyvînek bi niviskar û analîst Umît Firat re pêk anî.

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij

 

Piştî îstîfa kirina serokê Partîya Komar ya Gel (CHP) Deniz Baykal, CHP di 22ê Gulanê 2010 an de kongreya xwe pêk anî û di vê kongreyê de Kemal Kiliçdaroĝlu yê Kurd û Elewî wek serokê CHP hat hilbijartin. Tu vê pêvajoyê çawa dinirxinî?

 

Firkaya Îttîhat Terakkî (FÎT) di sala 1914 an de Dewleta Osmanî xist nav şerêkê cîhanî. Mustafa Kemal ji endamê FÎTê bû, lê ew kesên kû destên wî herî kêm bi xwîn bûn, ji wana yek bû. Ji ber wê ew şandin Anatolî yê û ewî Fikraya Komar ya Gel damezirand. Ew partî heta îro ji rola xwe dilîze.

Deniz Baykal 15 -16 sal serokatîya CHP kir, ewî Tirkîye nexist nav şerêkî, lê polîtîkayekê ûsa meşand kû edî bê wî berdewamkirina CHP ne mumkin bû. Kesên kû derdora Baykal bûn ji wana kes nikaribû serokatîya CHP bikin, lewra hemû wek Baykal gunekar bûn.

Kemal Kiliçdaroĝlu hem ji polîtîkayê pir fam nedikir, hem ji, ji ber kû di partîyê de nû bu, pir nebûbû şerikê gunehên Baykal. Ji ber wê Kiliçdaroĝlu hat hilbijartin. Ji hevalên Baykal xercî çend kesan, piranî yên din rêvabirîya partîyê de cîhê xwe parastin. Dewleta kûr û CHP ew krîz ûsa çareser kirin.

 

Lê dîsa ji ne mimkune kû di CHPê de guherînekê demokratîk pêk were. Lewra gava em dîrokê binêrin, em dibînîn kû demokratîzebûna partîyên totalîter ne mimkune. Yek partî çawa hatîyê damezirandin, avahîya wê ya bingehîn ûsa dimîne. Partîyên wek CHP cara caran li gor rewşa dinya xwe biguherîn ji rûhê wan ya bingehîn nayê guherîn.

 

Kemal Kiliçdaroĝlu bi xwe nabejê ez kurdim û Elewî me. Em dibêjin ew Kurd û Elewî ye. Kesê kû vekirî bêje ez Kurdim û Elewî me, ewî nakin serokê CHP. Li ser nasnameya wî pir tişt hatin nivisandin. Hinek dibejin ew ji Horasanê tê û eslê xwe Tirkmen e, hinek dibejîn ji Akşehîrê hatîyê newîyê Mela Nasreddîn e û di nav rêvabirên Dewleta Osmanî de pir mirovên wî hene.

 

Dibe kû ji ber nasnameya Kiliçdaroĝlu hin rayên Elewîya kû çûbûn Partîya Nîjatperesta Tirk MHP vegerin CHP yê. Lê serî de Îzmîr, pir cîhan de “Tirkên Sipî” yên statukoperest û nîjatperest  kû heta niha rayên xwe didan CHP, ew ji ber nasnameya Kilioçdaroĝlu piştgirîya MHP bikin.

Ûsa xûyaye kû Kiliçdaroĝlu ji nasnameya xwe ya Kurdîtîyê û Elewîtîye bide alîyekê û wek yên berê xwe li gor teza fermî kû “ Kurd li Tirkîye dikarin her tişt bin, lê nikaribin Kurd bin” vatînîyên xwe bi cîh bîne. Eger ew bi rastî Kurd û Elewî yê, vê gavê xeta CHP ji bingehê va were guherîn kû ez bawer nakim tiştekê ûsa çêbe. Ez dixwazim li vir gotina İsmet Paşa ya „Di vê welatê de tenê miletê Tirk dikarê mafên netewî û etnîkî daxwaz bike. Mafê tu kesê din yê ûsa nîne” bînîm bîr. Ew gotin baş xuya dike kû di CHP de mirov dikare bibe çi.

 

Gelo CHP bikaribe ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rolekê erenî bilîze?

 

Gava CHP bixwaze ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bernameyekê pêşkeş bike, divê berê dîroka xwe rexne bike û ji dîroka xwe sûd werbigre.

Berpirsîyara pirsgirekên îryin in ya sereke CHP ye. Lewra ji salên 1920 virva CHP li ser çarenusîya Tirkîye xwedîyê rolekê sereke ye. CHP heta ew gunehên xwe qebûl neke û xwe rexne neke, nikare ji bo pirsgirêka Kurd rolekê erenî bilîze. Hin ji tehemûla CHP rexneyên dema  Mustafa Kemal ve Înonu ra nîne. Lewra ez ji CHP yê tiştekî hevî nakim, lê dibe kû CHP wek berê ewqas tûnd dijî pêşnîyarên çareserkirina pirsgirêka Kurd dernekeve.

Di rojên dahatî de di navbera CHP û BDP de dikare hevkarîyekê pêkwere?

 

Di Serî de Abdullah Öcalan hemû partîyên wek  HEP, DEP, HADEP, DEHAP û DTP kû Partîya Demokrasî û Aşitî (BDP) xwedîyê mîrata wan derdikeve her tim dixwastin bi CHPê va hevbeşî an ji hevkarîyekê ûsa pêk bînin. Wekû tê zanin di hilbijartinên giştî yên 1991 an de SHP û HEP hevkarîyekê pêk anîn û bi vê hevkarîyê qasî 20 parlementerên Kurd ketin parlementoya Tirkîye. Lê piştra SHP ji ber vê hevkarîyê poşman bû. Bi salane di nav CHP de li ser vê hevklarîyê gengeşî tên kirin. Ji ber wê gelêk zore kû CHP dîsa xwe bide binê barekê ûsa.

Ji bo hilbijarên BDP yên Kurd hevkarîyekê ûsa pirsgirêk nabe, lê ew ji bo hilbijarên CHP yên Tirk,  keçên navik tazî kû li Îzmîrê kevir avetin qefîlêya DTP û Ahmet Türk, pirsgirêk e. Ez bawer nakim kû girseyên kû bi salane bi propagandaya dewlet û medya bûne duşminê Kurdan, hevkarîyekê ûsa qebûl bikin. 

 

CHP heta niha xetek nîjadparest û şovenîst parast û di vê çarçevê de duşmintîya Develeta Kurd ya Federal dikir. Li gor dîtina we di dema nû de dikare vê polîtîkayê de guherînekê pêk were?

 

Heta niha CHP her tim hembera polîtîkaya Partiya Dad û Geşedanê(AK Partî) derket. Ango AK Partî çi got, CHP dijî wê got. Ew ne polîtîka bû, bê polîtîkatî bû. Kemal Kılıçdaroğlu ne wek Deniz Baykal otorîtêr û xwedîyê xûyekê tuj e. Ew ne qasî Baykal karîzmartîk e û bi devleta kur va têkilîyên wî nînin. Herî girîng ji, ew bi xwe xwedîyê nasnameyekê cuda ye, ango Kurd û Elewî ye. Ew bi xwe derheqa Kurdîstana Başûrê de ne xwedîyê dîtinên erenî be ji, ji ber rewşa heyî, ango rewşa de facto, dikare hembera Kurdîstana Başûr polîtîkayekê nermtir rêva bibe.

 

Hem li gor raya giştî ya Tirkîyê hem ji ya Ewropa di vê dîtinê da ye kû li Tirkîyê hewcetîya Partîyekê Sosyal demokrat heye. Gelo CHP dikare partîyekê ûsa be?

 

Li hemû dinyayê Partîyên sosyal demokrat ji alîyê kî û çawa hatine damezirandin, divê li Tirkîyê ji partîyekê ûsa were damezirandin. Partîyekê kû ne demokrat e, bi dîktatorîya tek partîyê civak rêvabirîye, nikare bibe sosyal demokrat. Lewra ew dîroka xwe rexne nake, xwedîyê kirinên xwe derdikevê,lê ji alîyê din ji dibêje edî em bûn çepgîr. Divê mirov bawerîya xwe gotinên ûsa nayne û hembera wê helwestekê bigre. Lê mixabin li Tirkîyê hin ji xeletîyên ûsa didomînin.

CHP bi ew polîtîkaya xwe hembera damezirandina partîyekê sosyalîst an ji sosyal demokrat bû asteng. Sosyal demokrasîyê berde CHP nikare bibe partîyekê demokrat ji.

 

Abdulah Ocalan bi rêya Paraezgerên xwe da ragihandin kû “Kiliçdaruĝlu demokratîkbûna Kemalîzmê nûva pêk bîne”. Gelo Öcalan dixwaze çi bêje?

 

Öcalan di serî de li Tirkîyê çi pêk were,ew dixwaze jo bo wî ji hin tişt werin

dayîn/temîn kirin. Edî hevîya wî nîne kû AK Partî ji bo wî tişt bike. Lewra dixwaze bi CHP, MHP û leşkeran hin tiştan bin dest xîne. Di wan demê dawî de li Tirkîyê desthilatdarîya leşkeran kêm bûye, edî leşker nikarin di qada sîyasetê de pir tişt bikin. Ji ber wê dixwaze derveyî Ak Partî alternatîvekê derxîne orte. Ji alîyê din ji ew dibîne kû bê nermbûna CHP û MHP nikare ji serbest were berdan.

Lewra Öcalan her tim ji Kemalîstan daxwaza dike kû ew wek Kemalîsteke rasteqîn tevbigerin. Ew her tim dûbare dike kû ewî Kemalîzm baş fam kirîye, piranîya generalan ji Kemalîzm fam nekirîye. Serokê hêzên Erd yê berê Aytaç Yalman di wî warî de Öcalan fam kiribû. Aytaç Yalman destejkarîya Amerîka ya Iraqê wek Ocalan şîrove kiribû. Lê Yalman niha ji doza Ergenekonê tê darizandin.
Friday, June 18, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar