Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

Ebdulla Hîcab: Li wir maf e li vir sûç, temaşe wî aqlê pûç!

Azadiya olî ji bo bisilmanan li welatekê ku xwe bi parêzerê pîvan û nirxên dînê Îslamê dizane, dibûya cihê nîqaşê nebe. Lê nayê înkar kirin welatên ku herî zêde mafê oliye bisilmanan binpê dikin, hema welatên bisilman bi xwe ne. Li welatên ku piraniya xelkê wan alîgirê meshebê Sunnî in, mafê Şîeyan tê binpêkirin, li welatê ku Şîe tê de serdest in, alîgirên meshebê Sunnî ji ber bêmafiyê hawar dikin. Li çarçoveya sîstemên siyasî bi der, nakokiyên nava civakê bi xwe jî weke asteng li ser riya bihevre jiyana alîgirên dîtinên cudaye olî di çarçoveya welatên bisilman de xwe nîşan didin.

Serkêş û pêşengê bêedaletî û binpê kirina mafên olî di cîhana Îslamê de, îrorojê rêjîma Komara Îslamî ya Îranê ye. Di heman demê de, gava mijara bikar anîna dîn weke emrazê siyasetê jî tê rojevê, dîsan her Îrana Îslamî di rêza herî pêşîn de ye. Ji dirûşm û siyaseta rojane ya Îranê di hundirî welat de bigre heya bernameyên rêjîmê di asta cîhanî de, her pêgavên ku rêjîm bi navê siyasetê an bi nave diyanetê radike, nîşan dide ku Îran bi çi awayî dîn weke emrazê pêşvebirina siyaseta xwe bikar tîne. Ew yek jî bi dîtina îdeologên Komara Îslamî re bi tewayî hev digre ku hertim dibêjin “diyaneta wan eynî siyaseta wan e û siyaseta wan jî her eynî diyaneta wan”.

Ev nêzîkbûna dîn û siyasetê li Îranê tê wê manayê ku her çawan di siyasetê de îmkana danustan, netifaqî, lihev kirin, serketin û binketinê heye, bi wî awayî dîn jî dikare bikeve nava bazarê. Lê weke çawan îro bazara siyaseta Îranê kesad e û ne di navxweyî welat bi xwe de û ne jî di asta cîhanî de tu bawerî jêre nemaye, her wisan jî bazara dînê dewletî li Îranê êdî ciyê baweriyê nîne.

Rêberên Komara Îslamî di heman demê de ku basî biratiya navbera bisilmanan dikin, ya destê wan tê dikin heya birayên xwe yên bisilman ku têgehîştinek cuda ji ya wan li dînê Îslamê hene bêhêz bikin û ji meydanê derxin. Li navxweyî Îranê zirbirayên xwe yên bisilmanê sune ji hemû deselat û derfetên siyasî, abûrî û birêveberiyê bêpar dikin. Li Efxanistan, Îraq, Lubnan û li Pakistanê jî çek û teqemeniyê didin komên belengaze şîe heya li dijî birayên xwe yên sunne bikar bînin.


Di asta îdeolojîk de jî ayetullahên ku îro bi dîn û dîndariyê dilîzin, ferman û fetwayên dînî li dijî “birayên” bisilman yên sunne derdixin. Bi riya tundajoyên weke Mehdî Danişmend re ku bi xwe bûne koka netifaqî û ajaweyê, bêrêzî û bêhurmetiyên herî mezin bi bisilmanên sunne dikin, lê di heman demê de jî basî biratiya bisilmanan dikin. Ji wê hê bêşermtir, rêberên Komara Îslamî her tim dersa bihev re jiyan, parastina mafên olî û xwedî derketin ji mafên bisilmanan didin rêberên cîhanê.

Ev çend roj in ku mijara avakirina mizgevtek mezin li “Manhattan a New York” ê, nêzîk ciyê ku 9 sal beriya niha Navenda Bazirganiya Cîhanî (World Trade Center) lê bû û bi destê endamên El-Qaide hate teqandin, ketiye rojevê. Di wê navberê de Komara Îslamî bi hêceta parastina mafên bisilmanan ketiye nava tevgerek xurt û li dijî kes û aliyên ku naxwazin navendek wisa bê ava kirin propagendê dike. Ji propagendê hê zêdetir, Komara Îslamî hemû hewlên xwe yên dîplomatîk û siyasî bikar tîne heya bide selimandin ku Amerîka çiqas dijminatiya bisilmanan dike û rê nade ku mizgevtek bisilmanan li “New York” were ava kirin. Weke qaşo bi xwe hemû mafê bisilmanan parastibin, dest avêtiye şîret û nesîhet kirina rêberên DYA ê.

Lê beriya ku Komara Îslamî bikaribe banga xwe ya xapînok bigehîne ciyekê, karbidestên Amerîka bi xwe rêbaza siyaseta Amerîka di wê derheqê de diyar kirin. Li gor pilana ku ji aliyê karbidestên bajarê “New York” ê ve hatiye pejirandin û birêveberiya Obama jî ew pilan erê kiriye, biryar ewe ku li nêzîk Manhattan bînayek (awahiyek) ku ji 15 qatan pêk tê ji bo mizgevt û navendek Îslamî bê ava kirin. Manhattan ji bo xelkê Amerîka sembola êrişa terorîstî a 11’ ê îlona 2001’an e. Lewma hin kesayetî, sazî û dezgehên siyasî, kultûrî û civakî li Amerîka li hember ava kirina navendek Îslamî, ew jî li ciyê ku li wir dîn weke emrazê siyasetê ji bo kuştina kesên bê guneh hate bikar anîn, rawestiyan.

Li hember wê dîtinê Serokkomarê Amerîka, bi fermî ragehand ku azadiya olî li welatê wan ji bo her dîn û meshebekê weke hev heye û kes nikare pêşiya ava kirina navendek Îslamî ji bo bisilmanên “New York”ê bigre.

Bi wê niqaşê re, bi cî ye ku ji karbidestên Komara Îslamî bê pirs kirin ka gelo heya ku ewan bi xwe rê dane ku li bajarên mezin ên Îranê, ku li her yek ji wan bi dehan hezar bisilmanên sune dijîn, mizgevtek suniyan bê ava kirin! Di gel ku li bajarê Tehranê pitir ji yek miliyon bisilmanên sune dijîn, lê hê rê nehatiye dan ku bi tenê yek mizgevta suniyan jî li wir were ava kirin. Li bajarê Meşhedê heya sala 1993 tenê avahiyek piçûk weke mizgevta suniyan dihate bi karanîn. Lê di wê salê de ew avahî jî hate wêran kirin û ji wê demê ve suniyên Meşhedê bê mizgevt in. Îro herî kêm li 16 parêzgehên Îranê bisilmanên sunî dijîn, lê rêjîma Komara Îslamî li derveyî gund û bajarên Kurdistan, Belûçistan û Turkmen Sehra, mafê ava kirina tenê yek navenda olî jî ji bo ibadet û Xwedaperistiya bisilmanên sunne yên Îranê bi rewa nabîne.


Azadiya olî û azadiyên din heya ku li DYA, welatên rojava û di sîstemên demokratîk de tên parastin ne mijara wê kurte basê ye. Gotin ewe ka gelo bazerganên ol û diyanetê bi çi awayî dîn weke emrazê siyasetê bikar tînin û heya ku li ser azadiya dîn û bihevre jiyana mirovan disekinin!

Di çarçoveya Komara Îslamî de hemû ew maf û azadiyên ku mirov weke tak, ji ber însaniyeta xwe pêwîstî pê heye bi suç tên dîtin. Hemû pîvanên mafê mirovan, azadiya ramanê, azadiya olî û heta azadiya kinc li xwe kirinê li Komara Îslamî ya Îranê qedexe ne. Lê dema mijara bazirganiya bi dîn û siyasetê re tê rojevê, Komara Îslamî li derveyî sinûrên xwe û ji bo xelkê din îdiaya parastina wan mafan dike. Di heman demê de rêjîm wisan nîşan dide ku di asta navneteweyî de tenê ewe ku piştgir û parêzvanê mafê bisilmanan e.

Rêjîma ku di nava sinûrên xwe de mirovan tenê ji ber ku daxwaza mafên bingehîn ên xwe dikin, ji ber ku dixwazin bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe ibadetê bikin, ciyekê ji bo taet û nivêjên xwe ava bikin, digre, dikuje û kesayetiya tak dişkêne, di heman demê de îdiaya xwedî derketin ji mafên bisilmanan li ciyek din tîne rojevê. Lê ji wê yekê nafikire ku bazerganiya bi dîn re êdî di civakê de kiryar nînin. Mafê ku li welatekê ji bo komek mirovan rewa ye, li welatek din û ji bo komek ji mirovên din yên xwediyê baweriyek cuda jî her rewa ye. Ger kes, alî an deselatdarek hebe ku bawerî bi wê pîvanê nebe, dibe bêjin “mejî betal e û aqil pûç”.

 

Hejmara 141 ya Rojnama Agirî hatiye wergirtin

Wednesday, July 07, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar