8ê Tirmeh 2010/22:22
Navenda Nûçeyan
Çapa pêncan a "Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim" derket. Her çar çapên pêşî di nav mehekê de temam bûbûn û vêga çapa pêncan jî derket.
Rojnameya îspanî El Pais: Li Kurdistanê serkeftina galisyanî
Çapkirina kitêbê di medya galisyanî de ciyekî baş girt û vêga di medya îspanyolî de jî cî digre. Yek ji rojnameyên îspanî a herî mezin El Pais roja 02.07.2010 bi sernivîsa “Egzito galego no Curdistan“ (Li Kurdistanê serkeftina galisyanî) rûpelek cî da kitêbê. Diana Mangia di nûçeya xwe de bi nivîskarê kitêbê Séchu Sende û yek ji wergêrên kitêbê İrfan Güler re jî peyiviye.
.jpg)
Nivîs, destpêkê agahiyên derheqê kitêbê de dide û balê dikişîne ser konsepta taybet a kitêbê. Belavbûna 3000 kitêb “bi zimanekî ku bi fermî ne qedexe ye lê hê jî di rêveberî, perwerdahî û warên kulturî de rastî zehmetiyan tê, zimanekî ku ji aliyê 20-30 milyon insan ve tê axaftin“ wek serkeftinekê dibîne. Séchu Sende diyar dike ku ji vê serkeftina kitêbê şaş maye û li bersivan digere: “tiştin hene ku me galisyan û kurdan digihîne hev: pirsgirêkên zimên û bêderfetî.“ Sende vê problema ku li gelek aliyên dinyayê heye, bi îronî û fantezî tîne ser ziman. Bo kitêbê dibê, “xebateke hevkariyê ye, gelek deng bo wê hatine ba hev.“ Di kitêbê de xeyaletên malê diyar dibin, wek; serdestiya kesekî duzimanî li ser ê din, kêmbûna axaftina galisyanî… Nivîskar, li ser dramên kesên din ku wekî me ne, disekine. Piştî gereke Kapadokya, rewşa zimanê kurdî bala wî dikişîne û di encamê de çîroka gundekî dûr ê Kurdistanê Varba, ku dema zimanê wan qedexe dibe êdî heta hetayê bi tu zimanî napeyivin; “Warekî lal“ dinivîse.
İrfan Güler dibê “me hizir kir ku ev kitêb pêwendiya xelkê me a bi zimên re biguhere.“ Zilm û zordestiya li welatê wan, kiriye ku kurd ji xwe nefret bikin. Güler dibê hedef ew e ku heta sersalê ji vê kitêbê 10 hezar bê belavkirin û ev yek jî ê bibe “bûyereke dîrokî.“ Bi bîr dixe ku nêzî 10 salan e li Tirkiye kurdî ne qedexe ye lê derfeta ku zarok bi zimanê xwe perwerde bibin tune ye: “Wergera ji galisyanî bo me ji ingilîzî, fransizî û îspanyolî gelekî bi qîmettir e, ji ber ku gelek aliyên me yên hevpar hene.“
Ekîba wergerê a “Made in Galiza“ jî pir cihêreng e. Osman Özçelik, parlamenterê kurd ku li meclisa Tirkiyê ye, zimanzan Ergîn Opengîn, yek ji dengên herî naskirî Şivan Perwer, ji ber ku zilm û zora li ser milletê xwe bi stranên xwe vedigot, ji sala 1976an ve li surgunê ye, çend ji wan e. Sende dibê sansûra ku milletê kurd pê re rûbirû bûye nayê qebûlkirin. “Ev kitêb ji bo kesên din hatiye nivîsandin. Ne tenê kêmbûna temsîliyeta siyasî, di eynî çaxê de kesên bi wî zimanî dipeyivin jî kêm dibin û ev fenomen ne kit’a ne jî zimanan dinase.“
Kitêba Séchu Sende wek ku beşdarî Fuara Kitêban a Diyarbekrê bû, ê dawiya meha cotmehê li Fuara Kitêban a Stembolê be. Sende gazinan dike, dibê; “gelek kesên ji vê meselê re hessas hene, lê gelek caran kesên di bin zordariyê de wekî zordar nîşan didin.“ Kurdî, -kurd li dinyayê milletê herî mezin ê bêdewlet in- li bajaran û di nav gêncan de her roj kêmtir tê axaftin û rêveberî jî destûr nade ku pê perwerdahî bibe. Sendeyê mamoste û nivîskar dibê, “dewlet hez ji perwerdahiya bi zimanên ekaliyetan nakin. Li vir û li Kurdistanê sîstema perwerdahiyê wekî wasiteyeke zordariya kulturî û civakî tê bikaranîn.“ Nivîskar vê mînakê jî dide: 5 salan berê Şaredariya Santiago ji bo zarokên kurdan kitêbeke bi zimanê kurdî şand. Û çi pê bû, kes nizane.
.jpg)