Heyamekê berî niha di bernameyeke TV da, ez rastî şirovekirina nuçeyekê hatim.
Bi rastî ji bo min gelek balkêş bû.
Bi gora wê nuçê di salekê da 4000 kes canê xwe bi sedema terora tirafîkê ji dest dayine.
Bi gotineke dinê rojê 10 kes ji civata Tirkiyê, ji hemû çîn û tojan, ji hemû miletan, mezin û biçûk, jin û mêr, dibine armanca reşekûjiya tirafîkê li vî welatî.
Em behsê vê jî nakin ku du cara ewqas ji mirov bi nîve ruhî canê xwe ji vî agirê reşekûjiyê xilas kiriye û bi kêm endamî hita mirina xwe di nava êş û kûl û kovana da dinalin.
Bê guman babê vê bela giran, xulqînerê vê rewşa aloz dewlet e.
Belê Dewlet e.
Ji ber ku dewletê erkê xwe bi gor pîvana dewletbûna xwe bi cih ne aniye û bi gotineke dinê “Cenawarê Tirafîkê” xulqandiye.
Loma qatilê, bikujê van mirovana Dewleta komara Tirkiyê ye.
Çawa?
Sîstema ku dewletê ji bo tirafîka welat darijandiye, sebebê bingehiya vê qetliyamê ye.
Di welatên Ewrupî da bi salane birahî li wê alozyana girtine û di çû welatekî Ewrupî da ne di salekê da belkû di 20 salan da ewqas xelk bi rêka tirafîkê canê xwe ji dest nadin.
Ji ber ku bi rêka qanun û yasa bername darijandine.
Destura lê xurîna otomobîla, piştî perwerde kirineke giran û bi cih anîna şertên bingehî hevwelatiyek dikare fermana lêxurîna otomobîla xwe bi dest ve bîne.
Perwerde di dema hêlîna zarokan da hita qutabxanên destpêkê da berdewam dibe û mirovan bi gora wan qanunana amade dikin.
Polîs û saziyên berpirs wî karê xwe bê rûderbazî, bê bertîl û bî qanunî dimeşînin.
Dewleta berpirs û xizmetguzar, rê û ban bi gora silametiya lêxuran, wesilan desteber dike.
Polîs kontirala xwe bi rêk û pêk dike û hemû rê û bana bi imkanên xwe li jêr çav digire.
Dema ku qezayek rûda rêk û imkana vê jî xulqandiye ku anbulans, polîs bi rêka esman û ser erd di demekî kin da bigihe wir.
Birîndarên bûyerê, bi lez dibene nexweşxana, bi lez rê li hat û çû vedikin.
Me got ku qatil dewlet e, ji ber ku wan erkên xwe bi cih neînaye.
Dewlet bi şerê qirêj ve mujul e.
Dewlet bi hemu imkanên xwe kevtiye ser rêka qatliyam û nehêlan û qirkirina Kurdan.
Dewlet li Kurdistanê ye.
Zîndan, zulûm leşker, top, balafirên cengî. qomando agir û terora wê dewleta 85 salî her li nava bajêr û gundên Kurdistanê da ye.
Di vî şerê qirêj da, di nava wan 26 salana da, dibêjin ku 30 hizar kes hatine kuştin.
Lê belê di nava wan 26 salên derbazbûyî da 104 hizar kes bûne qurbaniyên terora tirafîkê. Bi gotineke dinê 104 hizar kes bûne qurbaniyên terora sîstema rizî û dijî miroviya Dewleta Tirkiye.
Hemu roja 10 kes qurbaniyen terora wê sîstemê ne, di salê da 4000 kes.
Gelo ma ev ne qetliyam e?
Berpirisyarê wan mirovên hatîne kuştin kî ye?
Dewlet û polîsê xwe bi rêka bertil û bê qanuniyê vî agirî berfirehtir dikin.
Destura lêxurînê anku ehliyet gelek bi hêsanî tê wergirtin.
Sizayên têne dan, lêxuran natirsîne.
Rê û ban, li nava bajêr û derveyî bajêran da sedemê berbalavtir bûna vî terorê ye.
Gidî hita ku tu xwe ji vê rewşa giran xilas nekî, tu nikarî serê misqalekê jî pêşda herî.
Hita ku tu mesala Kurdan bi rêka gotûbêjê, li ser bingehekî wekhevî û bi hevra jiyaneke dilxwazî çareser nekî, we her ev terore di mala we da berdewam bibe.
Sermaye û hêza xwe ya mezin, ji serkot kirina tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê da bikêşin.
Hebûna xwe, imkan û delîvên heyî bêxine rêka bexteweriya hevelatiyan.
Eger hûn vî nekin, hûn dewletek qatil u mirovkuj ber bi neslên pêşerojêve diçin.
Hita niha we ev hoviye kir, her nebe ji niha wêda nekin.