17ê Tîrmeh 2010/11:28
Yekîtiya Zarok û Ciwanên Kurdistan-KOMCIWAN, li Elmanya, bajarê Wuppertalê buroya xwe ya navendî vekir.
Dengê Azad/Wuppertall
KOMCIWAN ji bo kar û xebatên xwe projeyek du salîn amade kiriye û ji Daîra Federal ya ji bo Koçber û Penaberan alîkarî û pişgirî girtiye. Buro jî di çarçûva vê projeyê de wek navenda têkilî û xebatê karê xwe dimeşîne.
Ji bo danasîn û vekirina buroyê, ji aliyê KOMCIWANê ve resepsiyonek hat amade kirin. Ji bo resepsiyona ku di 16.07.2010´an de hat li dar xistin, rêxistin û kesên Elman yên bi kar û xebatên ciwanan mijûl in
hatin vexwendin.
Şaredara bajarê Wuppertalê Sitî Schultz, Berpirsê Beşa Civakî, Entegrasyon û Ciwanî ya bajarê Wuppertalê Dr. Stefan Kuehn, Berpirsê Beşa Koçber û Entegrasyonê ya bajarê Wuppertalê Sitî Christine Roddewig-Oudnia, Berpirsa Platforma Ciwanan ya Eyaleta NRW Sitî Britta Duckwitz, Berpirsê Saziya Ciwanan ji bo Ewrupa, ku kar û xebatên xwe di bin siya Yekîtiya Ewrûpa-YE de didomîne, Christof Kriege, Berpirsa Navenda Pisporî ya Kar û Xebatên Ciwanan ya Navnetewî a Elmanya Federal Sitî Claudia Mierzowski, Berpirsê Platforma Ciwanan ya Bajarê Wuppertalê Eisenblaetter, ji Rêxistina Ciwanên Elman li Ewrûpa beşa NRW Sitî Susanne Koch û Serokê KOMKAR.eu Kovan Amedî beşdarî resepsiyonê
bûn.
Resepsiyon bi axaftina Seroka KOMCIWAN û Rêxistina Ciwanên Elman li Ewrûpa-djo, Hetaw Tek despê kir. Tek, xêrhatin li mêvanan kir û ji bo hatin, alîkarî û pişgiriya wan spasdariya xwe pêşkêş kir.
Piştî Hetaw Tek, Şaredar Sitî Schultz axaft. Sitî Schultz jî ji bo vexwendinê spasî KOMCIWANê kir û ji bo ku navenda KOMCIWANê li Wuppertalê ye kêfxweşiya xwe eşkere kir. Sitî Schultz weha got: „Em baş dizanin, ku Kurd fermî wek gel nehatine qebûl kirin û ji ber vê yekê jî kar û xebatên KOMCIWANê giring dinirxînim.“ Sitî Schultz pît kir, ku hevkarî, alîkarî û pişgiriya wan wê her dem berdewam bike.
Divê bê gotin, ku ciwanên Kurd bi libasên netewî pêşwazî li mêvanan kirin. KOMCIWAN her weha di resepsiyonê de xwarinên Kurdî pêşkêşî mêvanan kir û piştî sohbeta nêzikî du saetan mêvan bi kefxweşî xatir xwestin û resepsiyon bi serkeftî bi dawî bû.