Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

Kazim (Ep)Özdemir: Şerê Azadîyê

Şerê azadîya gelên bin dest dûr û dirêj e. Di şerê azadîya gelen bin dest da pêwiste gel bi her awayî, di her warî da, kesên wî gelî herkes di beşa xwe da li gorîya qeweta û mecalên xwe şerê azadîyê bi domîne.

 

Hin kesên gelên bindest bi çekdarî şer dikin û destê xwe davêjin tifingê. Hin kes bi pênûsa(qelema) xwe şer dikin. Hin kes bi canê xwe, hin kes bi malê xwe dikevin şerê azadîya gelê xwe. Hin kes di warê aborî, hin kes di warê çandî(kultirî), hin kes di warê şiyarkirina gel, hin kes di warê ziman da, hin kes bi kilam û sitranên xwe, him kes bi şano û sinameya xwe, hin kes bi Kurdîhiştina malbata xwe di şerê azadîya gelê xwe da ciyê xwe digirin.

 

Di dînê me da emir dike ku kesên Misilman di her halûkarî da dijî zilmê derkev e û zilma zilimdaran qebûl neke.  Heker kesê Misilman nikaribe dijî zilimdar derkeve, pêwiste bi bêdengîya xwe jî bide nîşandan ku ev dijî zilmê ye.

 

Heker meriv li dîrokê binêre gelê Kurd her tim di bin  zilma hin kesên zilimdar da jîyana xwe domantî ye. Ev zilimdar jî her tim Misilman in. Kesên xwe Misilman dinerxînin dijî vê zilma ku Misilman li gelê Kurd dikin dernakevin. Car car jî eşîr, beg, axa û mîrên Kurd zilim li gelê xwe kirine. Îro jî dîsa hin Kurd bi serên xwe an jî bi alîkarîya axa, şex, beg û serokên xwe li brayên xweyên Kurd zilm dikin.

 

Di şerê azadîya gelê Kurd da kesên ku dest avêtinê tifingê şerek dijwar kirin. Belê herkes dizanê ku di cîhana îroyîn da bandûra şerê çekdarî nema ye an jî gelek kêm bû ye. dewrana şerê tifingê borî ye.  Birêvebirin warê şerê tifingê jî gelek qenc dizan in ku şerê tifingê nikare bibe çarenûsa pirsgirêka Kurd. Belê dîsa jî hin heval û hogirên van çekdaran rastîyê nabînin, ji bilî xwe bi çawek neyartî li kesên dî  ku ne hevalê wan in belê di şerê azadiyê da cî girtin e dinêrin. Bi nêrandina xwe jî nasekinin, hicûm didin kesên şervanên azadîye.

 

Kesên ku min li jor anî ziman di warê xwe da, di şerê azadîya Kurd da cîyê xwe girtine. Kesê ku bi tenê bi nîşandana bêdengîya xwe jî dijî zilmê xwe nîşan bide ew kes jî şervanek şerê azadîyê ye. Belê mixabin kesên nezan, kesên ne Kurddost,  kesên alîkarên ne dilxwazên gelê Kurd, ji xeynî xwe herkes neyar dibîn in, ne Kurd dibîn in, heta xayîn dibîn in.

 

Berî çend salan, di meşan, xwepêşvedan, civînên şermezarkirinan da, di daxwazên xwe da me doza zimanê xwe dikir, digot ku dewlet di radyo û TV’an da zimanê me qedexekirî ye, nahele em kilamek jî bi zimanê xwe guhdarî bikin. Em niha li her cî û warî dibêjin ku dewletê zimanê me di dibistanan da qedexe kirî ye nahêl e zarokên me di dibistana da bi zimanê Kurdî bixwînin, nahêl e zarokên me di dibistanan da fêrî zimanê Kurdî bibin. Vê daxwazîyê her Kurd dixwest û dixwaz e.  Her komel, her hêz, her partî li vê dozê xwedî derdiket û derdikev e. Niha jî herpartî, her komel her rewşenbîr, welatparêz û pisporê Kurd, di dibistananda doza dersdana zimanê Kurdî dike.

 

Dewleta Tirk got win doza radyo û TV dikin ku bi Kurdî weşanan bike. Aha ji we ra TRT6, keremkin 24 saet bi Kurdî weşanan bikin. Bernaman çêkin. Bila merivên we En pispor werin bernaman amade bikin. Bangî Şivan Perwer kirin, bangî Rojîn kirin, bangî Nîlûfer Akbal kirin. Dema kesek newêribû bi Kurdî kilaman bêjê, dema li Swêd bi zorê bi Brahim Tatlıses du kilamên Kurdî dan gotin û Brahim Tatlıses di zivîre welat, îfada wî girtin. Di îfada xwe da inkar kir ku wî bi Kurdî gotîye. Ewî got ku bi zorîya temaşevan û guhdaran du kilaman bi Erebi gotîye.

 

Nîlûfer Akbal dihat Ewropê di şevên newrozan da derdiket ser dikê û bi Kurdî di sitirîya. Şivan Perwer seba kilamên xwe ji hevwelatîya Tirkîyê hat avêtin. Dewletê xwest Şivan di TRT6 da bernaman amade bike.

 

Ew kesên ku heroj li kuçe û kolanan di rodyo û TV’yan doza weşanên zimanê Kurdî dikirin, ji nişk va gotin: “Kesê here di TRT6 da kar bike xayîn e û bila kes TRT6 temaşe neke.”. Dê were şaş nabe. Dê were gêj nebe. Çima welatparêz bernaman amade nekin?. Çima Kurd zimanê televizyona bi zimanê xwe temaşe nekin?.. “Dewlet propoxanda xwe dike û Kurdan dixapîne.” Gotin.. Başe qurban, heyran dewlet bi zimanên Tirkî propoxanda xwe nake?. Bi sedan TV’yên bi zimanê Tikî hene ku hin ji wan alîkarê faşîzmê ne. Kurd temaşa wan dikin gelo çima temaşa TRT6 nekin?.  Ez nikarim ji nav vê ecêba giran derkevim...

 

  Heker dewleta Tirk sibê di dibistanan da  ji bo zarokên Kurd destûra dersa zimanê Kurdî bide ev hevalên hêja dersdarîya zimanê Kurdî jî  nexwazin bila kes şaş nemîne. Dersa zimanê Kurdî di dibistanên Tirk da bidin zarokên Kurd. Ev ji TRT6 jî xirabtir e. Tê ew kes bêjin “Dewlet propoxenda xwe dike zarokên xwe neşınin dersa zimanê Kurdî.”

 

Li Almanya eyaleta Zaqzena Jêrin(Niedersachsen) di sala 1993’iyan da di dibistanên Alman da ji bo zarokên Kurd biryara destûra dersa zimanê Kurdî hat girtin. Dewlet û Balyozxana Tirk bi her awayî hewl dan ku destûra dersdana zimanê Kurdî neyê bi cîanîn. Dewleta Tirk gelek astengîyan derxist, belê negihîşt armanca xwe.

 

Li Bajara Osnabrückê berpirsîyarên partîya çekdar bi hinek hevalbendê nezan va gefa dan malbatên Kurd, dê û bavan trisandin ku zarokên xwe ji ders zimanê Kurdî qut bikin. Ji tirsa, dê û bavên Kurd  zarokên xwe neşandin ders zimanê Kurdî.

 

Valîyê Osnabrückê bi dê û bavên zarokan ra civînek li dar xist. Berpirîyarên partîya çekdar ên bajara Osnabrğckê jî di civînê da pêşdar bûn û ji walî ra gotin ku mamoste ajanê Tirk e. Ji walî ra gotin ku di destê wan da mamosteyên Kurd hene, bila walî wan bide bedilandin(tayînkirin).

 

Mamosteyê Kurd li Osnabrğckê kesek welatparêz bû û di partîyek Kurd da kar dikir. Mamosteyên ku berpirsîyarên Osnabrücke didan pêş ne mamoste bûn. Walîyê Osnabrückê ji van kesan ra got: “Mamosteyê Kurd amade ye û kesek qenc e. Win dixwazin zarokên xwe bişînin dersa zimanê Kurdî va ye Mamoste amade ye. Win naxwazin zarokên xwe bişînin dersa zimanê Kurdî nexwazin heta win dikarin. Ez ji bo dersa zimanê Kurdî mamosteyek nû nadim bedilandin û ezê dersa zimanê Kurdî li bajara Osnabrückê bidim betal kirin’.

Dewleta Tirk nikari bû li bajara Osnabrücke ders zimanê Kurdî bide betalkirin belê mixabin hin kesên ne dostên Kurd ku xwe li bajarê Osnabrückê berpirsîyarên partîya çekdar, partîya herî mezin a bakûrê Kurdistan, dersa zimanê Kurdî li bajara xwe didan betal kirin. Gelo meriv wek mirîşka gêj şaş nebê, tê meriv çibe?..

 

Ez di civînek da li bajara Hannoverê pêşdar bûm. Birêz Zübeyîr Aydar jî pêşdarê wê civînê bibû. Min di navberê da ji Zubeyı Aydar ra got: “Hemşarîyê min, hevalbend û berpirsîyarê we ên bajara Osnabrückê weha kirin. Me ji cenabê te ra jî nameyek şand belê heta niha bersiv negirt. Fermo were Osnabrückê em bi Kurdan ra civınek li darxin bila dîsa dersa zimanê Kurdî destpêbike. ”  Zubeyîr Aydar bersivek gelek qenc û zana da min got:

“Hevalên me li Osnabrückê di nava xeletîyek da ne. Heker kesek ku ji bo dewleta Tirk MİT be jî, lê di dibistanê da dersa zimanê Kurdî bide ezê zrokên xwe bi dil û can bişînim  dersa wî, ji bo ew xizmeta zimanê Kurdî dike.”

 

Zubeyir Aydar gelek rast digot. Belê nikaribû hevalên xwe li bajara Osnabrückê bine ser reya rast. An jî tiştên ku Zubeyîr Aydar ji min ra digot ne ji dil bûn, ne bi bawerî bûn. Ji ber ku heta îro jî li bajara Osnabrücke dersa zimanê Kurdî tune.

 

Ez dîsa werim ser doza TRTşeşê. TRT şeş dest bi weşana bernamên Kurdî kir. Gelek kesên welatparêz di TRT6 da bernamên qenc amada kirin. Bi qewlê min, ji nav van bernaman ê herî qenc û bi feyde bernamê ROJÎN bû. Min ji sala 1993 heta sala 2003 deh sal di dibistanen Alman da ji bo zarokên Kurd dersdarîya zimanê Kurdî kir. Ez dikarim bi hêsanî li vira bêjim ku Rojîn, ne bitênê bername amadekar bû her wiha ji bo zimanê Kurdî mamosteyek gelek hêja bû. Rojîn xizmetek gelek giranbiha ji bo zimanê Kurdî dikir. Kesên mêvanê bernama wê dibûn, kesên di bernamêda peşdarbûn, dema dipeyîvîn û peyvek Tirkî dikirin nav axaftina xwe  Rojîn, bêî hayîdarîya wan di cîyê peyva Tirkî da mana peyvê bi Kurdî rastdikir û wergo dikir. Kesê dipeyîvî  jî bixweva dihat û peyvandina xwe rast dikir, bi vî avayî Rojîn dibû sedema peyvandina Kurdîyek xwerû û zelal.

 

Werin dîsa şaş nemînin ku ew kesên dewranek doza rodyo û TVyên bi zimanê Kurdî dikirin Rojîn jî rehet nehişitin û bûn sedema dev ji amadekirina bernameyên Rojîn di TRT6 da. Rojîn, dev ji bernamên TRT6 berda. Belê mixabin van kesan dev ji Rojîn bernedan. Nehiştin û nahêlin li Misêrbînê û bajarên ku heval û hogirên wan xurtin Kurdên dilxwaz herîn konserên Rojîn.

 

İnsanên ku ji xwe pêtir kesî Kurd nebînin, ew insan ne dostên Kurdan ne. Ew insan ne merivên Kurdewar in. Bila ew insan bizanibin Rojin ne bi tenê ye. Bila ew insan bizanibin ku Kurdên dilsoz bi Rojîn ra ne. Bila ew insan bizanibin ku ew insan zerar didin doza Kurd û Kurdistan. Bila ew insan bizanibin ku tê Rojin di nav Kurdan da kar û barên xwe bi dilsozî bimeşîne û ji bilî wan kesên neyarên Kurdîtîyê her Kurdek bi Rojîn ra ye..
           

ka-mi@hotmail.de
Sunday, July 18, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar