Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

Yêkitiya Federasyonên Demokratik a Kurdistana Serbixwe li Vienna
19ê Tîrmeh 2010/12:43

Roja 17’ê Tirmeh da li paytaxta Avusturya Vienna da ji bo 21êmin salvegera şehid bûna Dr. Qasimlo û hevalên wî, ku bi destên hovên rejima Îranê berî 21 salan hatibûn şehidkirin, hemû hizb û komelên Kurdistaniyan ji bo merasimê bîraninê hatin cem hev.

Metin Can

Ji bo wê sedemê ji min ev ser nivisa nivisanand, bi rasti hemû nûnerên rêxistinên her çar parçêyên Kurdistan di merasime da cih girtin û hemûyan jî bi zimanekî neteweyi mesajê xwe anin ziman.

Ya herî giringtir jî li cihê ku Dr. Qamislo û hevalên wî hatibûn şehid kirin bîrdarîyek (monumentek) bi zimanê elmani hate çêkirin û bi amade bûyina xanim û kurê Qasimlo bîrdarî hate vekirin.

Monument jî bi gulan xemilandin û dura ji li ser jiyan û tekoşina Qasimlo seminarek pek hat. Bi rastî jî heger Kurd bixwezin yêkitiya me ne çetin e û azad bûna Kurdistana serbixwe, demokratik, sosyal û federe ne dur e. Ev atmosfera ku di navbera kurda da li Vienna çêbû, hevidar im ji bo pêşerojê dibe bingeh.

Monday, July 19, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar