Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

Banga rojnameya herî jiyandirêj ‘Rya Teze’

19ê Tîrmeh 2010/12:51

Navenda Nûçeyan

Îsal 80 salîya rojnameya herî jîyandirêj ya kurdî ya bi navê Rya Teze temam dibe. Berpirsyarê wê Grîşayê Memê bi bangeke berê xwe dide we.

Banga rojnameya 80 salî

 

Grîşayê Memê, berpirsyarê rojnameya ”Rya teze”

 

Dost û hevalên hêja!

 

Îsal 80 salîya rojnameya kurdî ya here jîyandirêj – “Rya teze” temam dibe. Em dixwezin bi tevayî û bi hevkarîya we wê roja bi nav û nîşan pîroz bikin.

 

Xwîşk û birayên hêja!

We kêm-zêde navê rojnameya me bihîstîye, hinek ji we hejmarên wê xwendine, hinek ji we di dema xwe da aboneyê wê bûne. “Rya teze” xwesma ji salên 60î heta salên 90î gulveda, dema 18 karmendên wê di heftêyekê da du hejmar çap dikirin û li tevaya cihanê bela dikirin, dema ew ji navê Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîst ya Ermenîstanê, ya Parlamêntoya komarê û hukumeta Ermenîstanê çap dibû û yek ji çar rojnameyên komarê yên sereke bû. Navê wê di kataloga navnetewî ya kovar û rojnameyan da jî hebû.

 

Kesên wisa bi nav û deng qîmet dane kar û barên rojnameyê, wek Mustefa Barzanî (dema sala 1958an seredana kurdên Ermenîstanê kir), Herekol Azîzan (Celadet Bedirxan, “Hawar” hejmar 8, sal 1932), Cegerxwîn (di hevpeyvîna bi Têmûrê Xelîl ra), Hejar û Îsmet Şerîf Wenlî (di dema seredanên xwe li Ermenîstanê) û yên din. Ew kesên, ku haya wan ji wê rojnameyê tune û dixwezin hejmarên wê bixûnin, dikarin hema bêje hemû hejmarên wê yên ji sala 1955an û vir da li Kitêbxaneya Înstîtûta Kurdî li Parîsê, li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê, li Sara Distributionê (FOUNDATION FOR KURDISH LIBRARY & MUSEUM. Bi kurdî: SAZENDEYA PIRTÛKXANE & MUZEXANEYA KURDÎ), li Kitêbxaneya kurdî ya ser navê Casimê Celîl li Vîênnayê bibînin.

 

Em hîvîdar in, ku hûn pêşnîyarên xwe ji me ra bêjin, ka em çawa dikarin wê roja bi nav û deng bi hev ra pîroz bikin. Eger hinek rêxistin, komeleyên kurdan, çi li Awropayê, çi li Kurdistanê, bixwezin wê rojê bi amadekarîya karmendên rojnameyê yên niha û berê bal xwe jî bidine derbazkirin, emê pir kêfxweş bin.

 

Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyet rewşa rojnameyê ya aborî bi carêka va xirab bû. Ew niha hewcê alîkarîya aborî ye jî. Di dema xwe da gelek rêxistin û kesan alîkarî kirin, wek hukumeta herêma Kurdistanê, Înstîtûta Kurdî li Parîsê, Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê, Mîrzeyê Çolo, du bira – Mêlsîk û Borîsê Mehmed. Niha jî camêrekî kurd yê welatparêz ji Îspanîyayê sê mehan carekê alîkarîyê dike û dibêje, ku ne hewce ye navê wî bê dayîn û pesinê wî bidin, ji ber ku ew wek erkekê dibîne. Lê bona bi rêk û pêk çapkirina rojnameyê, kirîna têknîka nû û dem û dezgehên redaksyonê, alîkarîya zêde lazim e. Kê ku bixweze erkê xwe pêk bîne û alîkarîyê bike, bira bi redaksyona ”Rya teze” û berpirsyarê wê Grîşayê Memê ra bê girêdan. Navê berpirsyar bi îngilîsî ha ye: Chatoyan Grîsha Mameevich.

 

E-mail: midia@netsys.am

 

Telefon: 0037410 529612 û 003749 3331545

Monday, July 19, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar