Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

Şehristanî: “Hinardekirina petrola Herêmê bi her awayî neyasayî ye”
20ê Tîrmeh 2010/15:39

Wezîrê petrolê yê Iraqê ragihand ku şandina petrola Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bo derveyî welat bi her awayî karekî neyasayî û qedexe ye.

Dengê Azad/Bexda

Wezîrê petrolê yê Iraqê Hisên Şehristanî di daxuyaniyekê de bal kişand ser hinardekirina petrolê bo welatên cîran ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û diyar kir ku hinardekirina petrolê ji aliyê hikûmeta Herêmê ve bi her awayî neyasayî ye.

Şehristanî got: “Hikûmeta Iraqê bi tu awayî rê nade hinardekirina petrola Herêmê. Ev yek tenê dikare bi riya boriyên petrolê yên Ceyhanê bê hinardekirin.”

Di daxuyaniya xwe de wezîrê petrolê yê Iraqê daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, eger li cem rayedarên Herêmê belgeryên ku hikûmeta Iraqê rê dabe petrola Herêmê bê hinardekirin, bila aşkere bikin.

Ev daxuyaniya Şehristanî di demekê de ye ku rayedarên Herêma Kurdistanê ragihandine ku hinardekirina petrola Kurdistanê bi rezamendiya hikûmeta navedî tê kirin.
Tuesday, July 20, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar