24ê Tîrmeh 2010/22:00
Navenda Nûçeyan
Nivîskarê rojnama Agirîyê Dara Natiq bi hinceta raya çend heval, hevbîr û hevçeperên Dr. Qasimlo ku bi salan pêre jiyane, li ser bîr û hizrên wî li dor mijarên cur bi cur stand.
Hevpeyvîn: Dara Natiq
Xwendevanên hêja û birûmet, wek dizanin di 22’ê Pûşpera îsal de 21 sal bi ser terorkirina rêberê karîzmatîk û pêxemberê aştîxwaz yê kurd Dr. Qasimlo, Sekreterê giştî yê wê demê ê PDKÎ bi destê rejîma Mirovkuj û terorîstperwer a Komara Îslamî a Îranê re derbas dibe. Lewma me bi hewce zanî bi vê hincetê raya çend heval, hevbîr û hevçeperên Dr. Qasimlo ku bi salan pêre jiyane, li ser bîr û hizrên wî li dor mijarên cur bi cur bistînin.
Dr. Qasimlo herdem digot ku min xirabtirîn demokrasî ji baştirîn dîktatoriyê baştir e
Rêzdar Teymûr Mistefayî, endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ nêrîna Dr. Qasimlo ji bo xebat li dijî kevneşopî, dîktatorî û faşîstê bi wî awayî şirovekir.
Kevneşopî di nêrîna Qasimlo de pêk hatibû ji hercure bîrtengî û hişik bûn ji hizr û bîr û xwegirêdan bi rewişt û tîtalên kevn re. wî digot divê siyasetekî serkevtî û bîr û hizrekî pêşkevtî, li gor zeman bihê guhertin û nûkirin.
Di çarçoveya vê bîr û bawerê de bû ku dijberiya dîktatoriyetê dikir û bawer bû ku faşîzm û kevneşopî bi hegera wan taybetmendiyên ku hene asteng û berbestên sereke yên pêşveçûna civakê ne, lewra bi awayekî micid dijberiya wan dikir.
Wî herdem digot ku min xirabtirîn demokrasî ji baştirîn dîktatoriyê, pê baştir e. Bîra min tê ku di civînekî Komîteya Navendî de li sala 1365’a Rojî de, yek ji hevalan piştgirî ji mijarekî ku ji pirtûkên partiya Tûde wergirtibû dikir, Dr. Qasimlo jêre got hevalê hêja! ew pirse niha êdî kevin bûye û ev hevalê me bi wê gotinê nerehet bû û got yanî tu dibêjî ez kevneperest im! Qasimlo jêre got ku tu ne kevneperestî, lê ev mijara ku tu bas dikî kevin bûye çimku cîhan hatiye guhertin û em jî dibe vê guhertinê berçav bigrin eya ku parve nemînin.
Di nava partiyê de jî cehd dikir ku biryarên partiyê bi pirraniya dengan werin pejirandin û pêşî ji tekrwiyê bihê girtin. Dr. herwisan derheq guhertina tîtalên paremayî yên civakê bawermend bû ku hewce ye beriya herkesî hevalên partiyê ji xwe ve dest pê bikin heya ku bikarin xwedî bandor bin li ser xelkê din.
***
Tim hewil dida ku rêberiyek bihêz, bedeneyek hişyar û çeleng, partiyek modern û pêşkevtî li gor yasa û pîvanên cihanî perwerde bike
Rêzdar Rostem Cehangîrî, endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ jî taybetmendî û karêkterbûna Dr. Qasimlo di warê modîriyet, bi rêveberî û îdarekirina PDKÎ de wiha analîz kir.
Dr. Qasimlo di rewş û zirûfekî pir sext û dijwar de rêberiya tevgerek azadîxwaz û çekdarî a gelê kurd li rojhilata Kurdistanê de dikir. Di zirûfekî de ku nebûna kadir û pêşmergên pispor û xwedî zanist ku bikaribin siyaset û armancên PDKÎ bibin nava xelkê û bersivderê zirûfa wê demê bin.
Navbirî herdem li dij kultûra tak perestiyê di nava PDKÎ bû û hertim hewil dida ku endamên partiyê bi awayekê perwerde bike ku şiyana îdarekirin û rêvebirina vê tevgerê di her zirûfekî dijwar û nemaze di dema nemana wî de jî hebin.
Dr. Qasimlo, serbarê îdarekirin û rêxistin a siyasetên partiyê di asta cîhanî û hundurî de, nemaze di zirûfa wê demê de ku Kurdistan û hêza pêşmerge berbirûyê şerekî sext û dijwar de hatibû bûn, herdem pêwendiyên berdewam tevî organ û bedena partiyê hebû û rênivînî ya wan dikir, Navbirî her dem dijî rewişt û tîtalên kevneşop bû û berdewam pêşmerge han didan ku xwe li gor zanist û teknolojiya serdem teyar bikin û bi çanda demokrasî û serbixweyî û piştrastbûn bi hêz û îradeya xwe perwerde bibin. Tekezkirin li ser serxwebûna partiyê eslek bû ku navbirî kire rêçik û rêbazek bingehîn di nava kadir û pêşmergên partiyê de.
Girtina Konfirans, Kongire û civînên partiyê û organîzekirina rêxistinên partiyê li gor bername û pêrewa navxwe û di dema diyarî kiriye xwe de, serbarê hebûna zirûfa sext û dijwar awê demê, nîşaneya birêveberî û demokratbûna wî rêberê mezin bû.
Dr.Qasimlo baweriyek kûr bi nifşa ciwan hebû. Lewma berdewam hewl dida ku di dema hilbijartin û organîzekirina partiyê de nifşek ciwan û ektîv bibin berpirs û birêveberê organên partiyê. Navbirî seh bi wê çendê dikir ku temenê wî kurte, lewma bi hemû avayekê cehd dikir ku rêberiyekî bihêz û bedeneyek hişyar û çeleng û partiyeke modern û pêşkevtî li gor yasa û pîvanên cihanî perwerde bike daku bikarin li ser pêyên xwe bisekinin û bersivderê her cure rewş û zirûfekî cîhanî û herêmî bin.
Ew hewl û mandîbûna Qasimlo di vê warê de karî bandorek mezin li pêvajoya pêşvebirina xebata partiyê de bicih bihêle û niha piştî derbazbûna 21 salan bi ser şehîdbûna navbirî de, rivîngên rêbaza wî berdewamin li ser wergirtina mafên berheq ên gelê xwe.
***
Dr. Qasimlo li ser vê bawerê bû ku diviya bo nifşa ciwan û jinan di nava partî û civakê de derfetên azad û demokratîk pêk werin ku astê zaniyarî û hişyariya wan li ser bingeha hez û maf û erkên xwe û civakê jêhel bibin
Rêzdar Husên Nazdar, endamê Komîteya Nawendî ya PDKÎ jî bîr û bawerên Dr. Qasimlo derheq lawan, jinan û pêgeha wan di PDKÎ de wiha nirxand.
Dr. Qasimlo li ser vê bawerê bû ku law milê bi qawet yê xebat û berxudaniya gel e, çavkaniya hêz û moralê ye, hêza xwîngerm û bizvandin û xwedîbandor a welat e, hêza sereke a kar û berhem û avakirina jiyanê ye, alîgirê guhertin û nûbunê ye, hertim bi cangorîtî û xwe gorî kirinê ve beşdarî her cure tekoşîn û tevgerekî azadîxwazî û mafxwazî û wekheviyê dike. di pêwenidiyên mirovî de alîgirê niyetpakî û rastbêjiyê ye, çavkaniya seh û xweştevî bûnê ye. Law nifşa nû û hêviya paşeroja gel û welat e.
Di pêwendî tevî mafê jinan de, Dr. Qasimlo dijî zulim kirina mirov bi destê mirov bû, baweriyekî kûr bi mirovtewerî û yasa serweriyê hebû, ew li ser vê bawerê bû ku dibe bi yasayekî demokratîk û dadperwer û bi avayekî zelal û eşkere rê û cihê maf û erk û huremt û kerameta mirovan bihê diyarî kirin û bi kiryar pêngav ji bo cî bi cî kirina wan werin avêtin, baweriyekî kûr bi mafê wekhev di navbera jin û mêran de hebû.
Dr. Qasimlo li ser vê bawerê bû ku diviya bo nifşa ciwan û jinan di nava partî û civakê de derfetên azad û demokratîk pêk werin ku astê zaniyarî û hişyariya wan li ser bingeha hez û maf û erkên xwe û civakê bilind bikin û bi kiryar temrîn û rikeberêya azadî û demokrasiyê bikin û fêr bin ku çavan ji fersed û delîveyên jêhatî mifahên hewce werbigrin û li ser qedera siyasî a xwe û gel û welatê xwe bi avayekî serbest biryara xwe bide, zirûf û delîveyên baş ji wan re pêk bên ku di serwerî û deshilata partî û civakê de, li gor şiyan û jêhatîbûna xwe xwedî rol bin.
***
Ligor Dr. Qasimlo, mebest ji karên terorîstî, alozkirin û tevlîhevkirina civakê, serdestkirina tirs û wehşetê di nav xelkê de ye daku terorîst bikarin bigihîjên mebestên siyasî û îdeolûjîkên xwe
Herwiha derheq, nêrîna Dr. Qasimlo li ser tetor û terorîzmê de Mamosta Hesen Şîweselî, endamê Îftixarî yê Komîteya Nawendî ya PDKÎ wiha axifî.
Di bersiva pirsa we de dibêjim, demek bû ku min peyva terorîzmê bihîstibû, dema ku min bîr ji manaya wê dikir, min jêve bû ku bi manaya peyva kurdî a têrohatin ê ye, anku ji cihekê hilgirtin û birin bo cihek din e. Lê pişre ku hevalên me bi taybetî Dr. Qasimlo yê nemir bas ji terorîzmê dikir, pêtir manaya wê bo min zelal bû û ez berfirehtir û kûrtir ji manaya wê têgîştim. Ewa ku min ji hevalê xwe û Dr. Qasimlo bihîstiye eve ku, terorîzim weke diyardeyek qirêj di nav civaka mirovî de her di destpêka çêbûna civakên mirovatiyê ve heya niha her hebûye û bi qonaxên cur bi cur de derbaz bûye û şikl, şîwe û bîçmên cur bi cur bi xwe ve girtiye. Terorîzm jî weke hemû diyardeyeke din ên civakî di warên cur bi cur de geşe kiriye û ber bi pêş ve çûye. Her wek niha em dibînin Elqaîde û girûpên din di warên cur bi cur de şiyaneke zaf bidest xistine. Her wek me di salên dawî de dît ku terorîstan bi çend balafirên tejî ji jin, mêr, zarok û hemû alav û îmkanatên xwe ve, xwe bi burcên Cemik de kişandin, ew jî di welateke mezin yê senetî ê weke Amerîkayê de.
Peyva teror û terorîzim, ew peyv bûn ku Dr. Qasimlo zaf caran bas jê dikir û bi nîgeraniyek zêde ve di piraniya rûniştin û kombûnan de dianîn ber bas û di zaf ji gotarên Dr. Qasimlo de basê teror û terorîzmê bi hûrî hatiye kirin. Ez nikarim bêjim ku hemû gotinên Dr. Qasimlo li ser teror û terorîzmê di hizra min de mane, lê beşek zaf ji wan di mejiyê min de mane. Min jêva ye ku di bêsedem nine ku em vegerin ser wê pênasa giştî ya ku Dr. Qasimlo li ser terorîzmê dikir. Ew pênase ev bû ku terorîzim bi şîweya micid û neasayî, ji rêya tirsandin, gef, tundûtûjî, girjî û aloziyê ve, ku ji aliyê tak a carna ji aliyê girûpan ve û carna gelek berfirehtir ji aliyê dewletan ve çi di hundrê xwe û çi li derve dihê encam dan. Terorîzim hin caran riha mirovan dike armanc, hin caran jî bi bumbe û alavên teqemeniyê, binke û binyadên dewletî û nedewletî wêran dike û heta heyî û îmkanatên mirovên bê guneh jî jinav dibe. Ligor boçûna nemir Dr. Qasimlo, mebest ji encamdana karê terorîstî, alozkirin û tevlîhewkirina civakê, serdestkirina tirs û wehşet û tirsandina xelkê ye ku terorîst bikarin mebestên siyasî yan mebestên îdeolûjîkîn ên xwe, êca bi her nirxek be yan ji her kesek be, çi tak, çi civak çi dewlet, bi zorî di riya girjî û aloziyê ve bidest bixe. Dema ku Dr. Qasimlo bas ji terorîzmê dikir, bizav û aksiyona terorîstî weke niha nehatibû organîze û sîstematîzekirin. Lê dîsan Dr. Qasimlo yê nemir bawer bû ku terorîzim dê bihê organîzekirin û hêdî hêdî pêtir dê belav bibe, û eger hewleke navxweyî û cîhanî li hember terorîzmê de nehê dan, ew diyarde dê pêtir sîstimatîze bibe û bi awayek sîstematîk akinciyên ser wî erdî dê tûşî tirsan û beicandinê bike. Ewa ku min ji gotinên Dr. Qasimlo di hizra min de mabin, wî jêwa bû ku terorîzim di 3 cihan de serî hildide. Di çarçûveya malbatê de, di çarçoveya civak û welat de û di çarçoveya navnetewî de. Gelek cinayetên mezin ên terorîstî piştî koça Dr. Qasimlo di cîhanê de rû dan, ku bi bawera min Dr. Qasimlo bi terzekê hest bi wan cure metirsiyane dikir. Dr. Qasimlo alozî, newekhewî û bêedaletî a di nava malbatekê de bi curek ji terorê dihesiband. Wî gelek caran bas ji şîweya jiyanê di malbanên Kurdî de dikir.
Bêdesthilatiya jinan, bikaranîna wan weke alavek, azardana zarokan di nav malbatê de, guhnedan û bawerî nekirin zarokan, cudahî danan di navbera keç û kuran, marekirina mezin bi biçûk û biçûk bi mezin, bi zorî bi mêrdana keçan, xwe kuştin û xwe şewitandina wan, bi gorîbûn û kuştina jinan, bi karê terorîstî dizanî. Ewa bû ku bi bandora bîr, boçûn û pêşniyarên Dr. Qasimlo, di demê ku Partiya Demokrat di kurdistanê de desthilat hebû, parêzgarî ji jinan di kir, parêzgarî ji zarokan di kir, bi tundî pêşî ji mezin bi biçûk, biçûk bi mezin û bi zor bi mêrdan girt û sizaya çiyaw di wî warî de diyarî kir. Kêrhatî.
Ew bizav, ew kar û kiryar hemû di encama pêdagirî, givaş, bîr, û boçûna Dr. Qasimlo de hatin encamdan. Dr. Qasimlo li ser kêm û kurtiyên nav civakê û şopa çanda jehrayî a dujminan, her ji zû ve heya niha gelek tişt gotine ku li vî îmkan û cihê wê yekê nine ku hemûyan bas bikin û gelek tişt jî li ser wan cinayetan ên ku dujminan li himber gelê Kurd kirine nivîsandiye. Dr. Qasimlo jêra bû ku di civaka Kurdewarî de gelek karên terorîstî bi taybetî di dewrana erbab û reyetî û milkdarîtî de hatine encamdan ku hemû di encama sîstema fikrî a wê demê de qewimîne û bawer bû ku bi hemû şîweyek û bi hemû alavek pêşgirî li zîndîkirina vî sîstema fikrî bihê kirin. Bîr û boçûna Dr. Qasimlo di peywendî digel terorîzmê de, bîr û boçûneke cîhanî bû. Wî civakên Rojhilata Navîn dîtibû, civakên welatên Ewropa û dinyaya derve jî dîtibû, agadariyek baş ji dîroka cîhanê bi taybetî dîroka Kurdan hebû. Di warê zanista maf de şarezayî hebû, di zanista aborî de mamosta bû, wî seba şarezayiyek zaf di warê zanista aborî, temisandina mirov bi destê mirov, gelek pisporane şirove dikir û ji bo zelalkirina wan pirsgirêkan, bi hemû şiyana xwe, cangorîtî û xebat û tekoşîn dikir. Ew bawermend bû ku terorîzmê di dîrokê de berfireh bûye û di hemû qonaxên dîrokê de bi şîweyên cuda û rengên cur bi cur, derketiye Di dewrana tarîtiya dîrokê de, di rojgarên sedsalê navîn de heya digîje dewrana serhildana marksîzim, lînînîzim û sosyalîzim û pêştre jî bi roxsar û bîçmên cur bi cur xwe nîşan daye. Di nav çepan de, di nav rastan de, di nav nasyonalîstên tunajov de, di nav regezperestan de û heta di nav şoreşgêrên cîhanê de, bi awayek zeq û aşkera tê dîtin.
Dr. Qasimlo weke şoreşgêrên rastbîn ên cîhanê hizir dikir.
***
Dr. Qasimlo li ser vê baweriyê bû heya em bi xwe di meydanê de nebin, em di qada navneteweyî de nikarin xwedî bandor bin û tu kes guhdariya me nake
Derheq girîngiya siyaset û dîplomasiyê li dîtingeha Dr. Qasimlo û rolê wî di nasandina tevgera rizgarîxweaz a gelê Kurd di cîhana derve de, Şaho Husênî, endamê Komîteya Nawendî ya PDKÎ wiha raya xwe anî ziman.
Dr. Qasimlo bi nîsbet çareserkirina doza Kurd bawermend bû ku beriya hertiştî divê netewa Kurd hevgirtî be û li ser bidestveanîna mafê berheq yê xwe ku daxwaz û xwastekên berheq û demokratî in micd û pêdagir bin, helbet Dr. Qasimlo di vê qadê de bandorek hêja hebû û di berfirehkirina xebat û tekoşîna PDKÎ û bihêz kirina vê partiyê de xwedî rolek berçav bû.
Navbirî hertim jêvebû ku heya em bi xwe di meydanê de nebin, em di qada navneteweyî de nikarin xwedî tu bandorekê bin û tu kese guhdariya me nakin, Ku wisan bû beriya hertiştekî bo her pêngavekî di asta herêmî û cîhanî de, ji derwazeya pêgeha Kurd û asta şiyan û jêhatîbûna tevgera Kurd ve, mêzeyê pirsan dikir.
Jêhatîbûn û pisporiya Dr. Qasimlo û herwiha hebûna hevalên xuya û berçav ku bandora wan di darêtina siyaseta welatên xwe de xuya bû, harîkariya navbirî dikir ku bo nasandina doza Kurd, reyên taybet bibîne û ji hemû delîveyekî bo nasndina doza Kurd mifahê bistîne.
Dr. Qasimlo bi eşkere ji hikûmet û kesayetiyên Rojavayî re digot ku dema ku em bombeyan nadanên, mirovan bi rehîn nagirin û bo gehîştin bi armancên mirovî yên xwe ji kiryarên terorîstî mifahê wernagrin, dibe li gor pirensîbên navneteweyî hûn piştevaniya siyasî ji me bikin û hûn nikarin xwe ji vê piştevaniyê dûr bigirin.
Lê cehed û tekoşîna berçave Dr. Qasimlo bû ku karî bala dost û kesatiyên berçav di asta cîhanî de bo berevanîkirin ji Kurd û xwastên berheqe wan rabikêşîne.
***
Hunera Dr. Qasimlo ya siyasetê di şiyana wî ya pirralî de bû. Ew siyasetvanekî hûrbîn û kesayetiyek dûrbîn bû
Derheq astê zanistî û hûrbîniya Dr. Qasimlo di warên cur bi cur û nemaze di warê zanista siyasî, abûrî û civakî de rêzdar Ebdula Hicab, Şêwirmendê Komîteya Nawendî ya PDKÎ jî wiha raya xwe anî ziman.
Hunera Dr. Qasimlo ya siyasetê di şiyana wî ya pirralî de bû. Ew tenê bi mekanîzmên kilasîkên deselat û biryardanê ve girêdayî nebû. Di dema pêwîst de wek fermanderekê bi biryar bû, paşan dibû edîbek xwediyê hestên nazik û bi helbest û edebiyatê meclîsa ku tê de bû dixemiland. Gelek warên kultûr û kevneşopiya welatê xwe nas dikir û hin caran bi henek û laqidiyekê serdestiya xwe di civata ku tê de bû, nîşan dida. Ew bi rewşnebîran re rewşenbîr, bi gundiyan re gundî, bi siyasetvanan re siyasetvan û bi zaniyaran re pisporê abûriyê bû. Her ew kultûra vekirî û pirralî karîzmayek dabû Qasimlo ku bi awayek xwezayî, li her ku ba ev dikire pêşeng. Bi kurtî Qasimlo rewşenbîrek siyasî û siyasetvanek rewşenbîr bû.
Siyaset û birêvebirina tevgera neteweyî li Rojhilatê Kuridstanê derfetek wisan neda Dr. Qasimlo ku şiyana xwe di warê zanista abûrî de ji bo demek dirêj bikar bîne. Lê Dr. Qasimlo zanist û pisporiya xwe di wî warî de jî xistibû xizmeta doza neteweyî. Dersên ku di fêrgeha partiyê de ji kadro û xebatkarên partiyê re digot heya korsên ku ji endamên Komîteya Navendî û siyasetvanên derdora xwe re datînan, hemûyan nîşan didan ku Dr. Qasimlo hewl dida zanebûna xwe di wî warî de derbasî nivşa nû û xebatkarên siyasî yê netewa xwe bike. Teza wî ya doktorayê jî her di heman çarçoveyê de bû. Di wê meydanê de jî Dr. Qasimlo hewl daye abûriya Kurdistanê li ser bingeha nêzîkbûna sosiyalîstî li abûrî û civaknasiyê bi awayek zanistî pênase bike heya ku bi wê riyê ve xizmeta neteweya xwe bike.
Dr. Qasimlo hem siyasetvanek hûrbîn bû hem jî kesayetiyek dûrbîn bû. Tu gav ji bo qazanca demê pîvan û prensîpên ku bawerî pê hebû nekirin qurbanî û wisan bi hişkî jî bi qalibên kilasîkên siyasetê ve xwe girê neda ku rê jê bigre heya di dema pêwîst de nekare manovrên siyasî bide.
Lewma bi micidî ji armanc û daxwaziyên gelê xwe xwedî derdiket û bi şiyarî di dema pêwîst de nermî ji xwe nîşan dida.
Qasimlo derfetnas û dijminnas bû, lê mixabin her ev nasîna bû bela serê wî.
Hejmara 139 ya Rojnama Agirîyê hatiye wergirtin