Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

Erka parastina safgehên petrolê radestî polîs û hêzên Kurdistanê hate kirin

25ê Tîrmeh 2010/18:03

 

Di civîna civata wezîran de biryar hate dayîn ku erka parastina safgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê radestî polîs û hêzên hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin.

 

Dengê Azad/Hewlêr

Civata Wezîran a hikûmeta Herêma Kurdistanê di duyemîn civîna xwe de çend biryarên taybet bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo derve ragihand û li gor wê biryara civata wezîran ji vir û pê de parastina safgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê dê di destê polîs û hêzên hikûmeta Herêma Kurdistanê be.

 

Sekreteê civata Wezîran a hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Qeredaxî di daxuyaniyekê de ragihand ku ji bo rêgirtina her binpêkirinek ji vir û pê de parastina safgehên petrolê dê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve be û ew erk jî dê ji aliyê hêzên polîs û hikûmetê ve bê bicihanîn.

 

Heta niha parastina safgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê di destê hêzên taybet de bû.

Derheqê hinartina petrolê de jî Qeredaxî wiha got: “Ji vir û pê de hinartina petrolê bi hesab dibe û petrola xam jî bi tu awayekî bo derve nayê hinartin. Divê petrola xam bi rêya rizamendiya darayî û rêketin digel hikûmeta navendî bi rêya boriyê petrolê yên ku diçin Tirkiyeyê petrol bo derve bê hinardekirin.”
Sunday, July 25, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar