26ê Tîrmeh 2010/14:21
Girtiyekî girtîgeha bajarê Sine, bi navê Luqman Ebdulazade Muqedem bi tawana diro a firotina madeyên hişber bi cezayê darvekirinê hatiye mehkûmkirin. Her dîsan li gor gotina malbata Luqman, ev tawana ku xistine ser kurê wan, bi temamî nerast e, lê pîlaneke ku li berê jêre hatiye danîn.
Navenda Nûçeyan
Li gor Nûçegihaniya Çalakên Mafên Mirovan û demokrasiyê li Îranê, Luqma Ebdulazade Muqedem, temen 32 salî, 6 mehan berî niha ji aliyê memûrên rejîmê ve di mala xwe de hat girtin û bi tawana hebûna madeyên hişber bo ewlekariya bajarê Sine hat şandin.
Li gor gotinên malbata navhatî, Luqman zêde hatiye îşkencekirin û heta ku mecbûrê îtirafkirinê be.Piştî vê yekê dosiyeya wî bo taya yeka Dadgeha şoreşa giştî a bajarê sine hatiye şandin û li wir hat mehkemekirin û piştre bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin.
Her dîsan li gor gotina malbata Luqman, ev tawana ku xistine ser kurê wan, bi temamî nerast e, lê pîlaneke ku li berê jêre hatiye danîn. Tê zanîn Luqman Ebdulazade Muqedem, berê bi tawana kuştina memûrê Wezareta Ewlekariyê hatibû girtin, lê piştî heyamekê bêtawaniya wî hat îspatkirin û serbest hat berdan, lê girtina dûbare a wî her di vê derbarê de ye û Luqman niha di girtîgeha bajarê Sine deye.
Tê zanîn piştî heyamekî kurt ji girtina Luqman, memûrên rejîmê êrîş kirin ser mala wî û hevjîna wî bi navê Amîne Menafzade, temen 45 salî bi tawana çalakiyên siyasî li dijî rejîmê girtin û bo hebsa takekesiya bajarê Urmiyê şandin û piştî çend mehan di hebsa takekesiyê de, bo benda Jinên girtîgeha bajarê Urmiyê hat şandin û niha di rewşeke nediyar de ye.

Hevwelatiyekî Kurd di girtîgeha bajarê Mehabadê de dest bi gireva birçîbûnê kir
Hevwelatiyekî bajarê Mehabadê, bi navê Rehîme Reş, xelkê gundê Albilaxê, bo nîşandana nerazîbûnê li hember girtin û nediyarbûna tawanên xwe dest bi gireva birçîbûnê kiriye.
Nûçegihaniya “HARANA” di vê derheqê de ragihand, li gor çavkaniyên deverkî, roja 20’ê Tîrmeha 2010’an, hêzên rejîma Komara Îslamî a Îranê, êrîş kirin ser mala Rehîme Reş û piştî geryan û tevkîhevkirina mala wî, navhatî girtin û bo îdareya ewlekariya bajarê Mehabadê şandin.
Hêjayî gotinê ye, Rehîme Reş di Bihara 1997’an de, piştî girtina navhatî ji aliyê hêzên ewlekarî yên rejîmê ve, bi nîşaneya nîşandana nerazîbûnê li hember wan tometên ku xistibûne ser wî seba wê yekê di girtîgeha bajarê Mehabadê de bo heyamê 15 rojan dest bi gireva birçîbûnê kir û piştre bo girtîgeha Navendiya bajarê Seqizê hat şandin û carek din bo heyamê 22 rojan dest bi gireva birçîbûnê kiribû û bi sedema vê yekê ew tometên ku xistbûn ser wî, navhatî nepejirandibû û serbest hatibû berdan.
Tê zanîn, Rehîme Reş di heyamê çend salên borî de, berdewam ji aliyê îdareya ewlekariya bajarê Mehabadê ve dihat girtin û lêpirsîn jê dihat kirin.
Li gor Nûçegihaniya “HARANA” ê, navhatî bi tawana hevkarîkirin tevî partiyekî Kurdistanî ên dijberî rejîmê hatiye tawanbarkirin.
Hêjayî gotinê ye, Nûçegihaniya “Rihana”ê roja girtina Rehîme Reş tevî sê kesên din roja 21’ê Tîrmehê daye zanîn.
Kurdistanmedia