27ê Tîrmeh 2010/12:56
Serokê Bizava Goranê Newşîrwan Mistefa diyar kir ku ew xwe wek rojnamevanekî dibîne û wî hertim xwestiye ji serokatiyekî siyasî zêdetir bibe mamosteyê zanîngehê an jî nivîskar.
Dengê Azad/Silêmanî
Serokê Bizava Goranê Newşîrwan Mistefa şeva pêrê di televîzyona KNN’ê ya Bizava Goranê de beşdarî bernameya Rûbirû bû.
Mistefa diyar kir ku ew wek Bizava Goranê hêj di destpêkê prosesa guherînê de ne û got: “Wek Bizava Goranê destkefta me ya herî mezin ev e; berê li Iraq û Kurdistanê nakokiyên siyasî bi çek û rêya şîdêtê dihatin çareserkirin lê bi me re êdî tekoşîna siyasî dest pê kir.”
Mistefa di bersiva pirsekê de wiha got: “Ez xwe wek rojnamevanekî dibînim. Min hertim xwestiye ji serokatiyekî siyasî zêdetir bibim mamosteyekî zanîngehê an jî nivîskar.”
Bizava Goranê di hilbijartina 25’ê tîrmehê ya sala 2009’ê de beşdarî qada siyasî ya Herêma Kurdistanê bû û ji 110 kursiyên parlamentoya Kurdistanê 25 kursî bi dest xistin û bi vî awayî di parlamentoyê de bû duyemîn lîsteya siyasî.