27ê Tîrmeh 2010/16:00
Endamê Lîsteya El Iraqiyeyê Muhammed Temîm diyar kir ku ew dê hikûmeta nû digel Îtîlafa Niştîmanî ya Iraqê û Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê pêk bînin.
Dengê Azad/Bexda
Di daxuyaniya xwe de Temîm da zanîn ku ew pêşbînî dike ku di encama hevdîtinên navbera Lîsteya El Iraqiye, Îtîlafa Niştîmanî ya Iraqê û Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê de hikûmeteke nû dê bê pêkanîn û got: “Lîsteya El Iraqiye ji Neteweyên Yekgirtî daxwaz kir ku ji bo bidawîhatina krîza pêkanîna hikûmetê mudaxele bike.”
Temîm da zanîn ku Îtîlafa Niştîmanî ya Iraqê wek nêrîn nêzîkî Lîsteya El Iraqiyeyê ye û got: “Sedema astengiyên navbera hêzên siyasî yên Iraqê, pêkneanîna hikûmetê ji aliyê Lîsteya El Iraqiyeyê ye ku ew mafê wê ya rewa bû. Hêzên siyasî rêz li destûra Iraqê nagirin û maf nadin partiya me û rê nadin hikûmetê pêk bîne ku di hilbijartinan de bû yekem. Tevî vê yekê encama hevdîtinên navbera Lîsteya El Iraqiye, Îtîlafa Niştîmanî ya Iraqê û Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê dê bi pêkanîna hikûmeteke nû be.”
Temîm aşkere kir ku wan daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî kirine ku ji bo bidawîhatina krîza niha ya ji bo hikûmeta nû ya Iraqê mudexale bike û got: “Nûnerê sekreterê giştî yê NY’ê Ad Melkert di civîna NY’ê ya di 4’ê gelawêjê de, derheqê Iraqê de raproeke berfireh pêşkeş bike.”